Sibat 20, 2019 17:58 Asia/Tehran
  • Amerîka di warên bazirganî û leşkerî de yê Tirkiyê bixe tengasiyê

Tirkiye ya ku helwesta wê ya derbarê Sûriyê de ne wek ya Amerîkayê ye, niha jî bi mijara mûşekên S- 400 tê beramberî vî welatî. Rayedarên Tirkiyê dibêjin heta meha Tîrhmehê mûşek dê li Tirkiyê bêne bicihkirin. Beramberî vê yekê rayedarên Amerîkayê jî bertekê nîşan didin û bi vê yekê endamtiya Tirkiyê ya NATO`yê jî tê nîqaşkirin. Hin pispor dibêjin Amerîka ne ji ber endamtiya Tirkiyê ya NATO`yê di mijarên bazirganî û leşkerî de yê Tirkiyê bixe nava tengasiyê de.

Di navbera Tirkiye û Amerîkayê de mijara kirrîna mûşekên S- 400 careke din bûye sedema rageşî û nîqaşan. Herî dawîyê Serokomarê Tirkiyê Erdogan ragihand ku di meha Tîrmehê de mûşekên S- 400 dê wê li Tırkıyê bên bicihkirin. Beramberî vê yekê Cîgirê Serokomarê Amerîkayê Mike Pence got ku hemberî vê hewla Tirkiyê, Emerîka bêdeng namîne û Balyoza Amerîkayê ya li NATO`yê Bailey Hutchison jî diyar kir ku hemû endamên NATO`yê ji ber kirîna Mûşekên S- 400 dilgiran in û radigihînin ku bila Tirkiye mûşakan ji welatekî bêalî yan jî ji endamên NATO`yê bistîne.

Gelo bi van daxuyaniyan Emerîka dixwaze hebûna Tirkiyê ya di nava NATO`yê de bi dawî bike?

Derbarê vê yekê de Generalê Tirk Kûşat Atilgan ku 6 salan di nava NATO`yê de weke berpirsekî Tirkiyê kar kiriye û niha malnişîn bûye dibêje Amerîka bi tena serê xwe nikare Tirkiyê ji endamtiya NATO`yê derxîne ji ber ku NATO peymaneke parastin û havkariyê ye lêbelê diqewime di warên aborî û leşkerî de Tirkiyê bixe nava tengasiyê de. Tirkiye hewl dide ji Amerîkayê mûşekên patroît û frokeyên şêrr ên F-35 bistîne di vê mijarê de diqewime ku Amerîka kêşeyan derxîne û radestî Tirkiyê neke. Di warê bazirganî de jî dibe ku Amerîka destûrê nede Tirkiyê ku îro şûnde bi tu awayî ticaretê digel Îranê bike."

Li gorî hin pisporan jî, Tirkiye heta ku di mijarên Minbic, Rojhelatê Ferat û alikariyên bo YPG`ê de ji Amerîkayê serpişkîyan bi dest nexe dê bê guman mûşekên S- 400 ji Ûrsêtê bistîne û ev mijar dê weke kêşeyeke neçareserkirî bidome.

Pisporê Pêwendiyên Navdewletî Engîn Oktem dibêje: "Di navbera Tirkiye û Amerîkayê de ligel Minbic,rojhelatê Çemê Feratê û alikariyên bo YPG`ê yek ji mijrên ku bûye sedema kêşeyan, kirrîna mûşekên S 400`ê ye. Tirkiye dixwaze ku têkildarî Sûrîyê çend serpişkîyan ji Amerîkayê bistîne ku li ser sînorên xwe gefa YPG`ê dûr bixe. Niha ev mijar dê weke kêşeyeke neçareserkirî berdewam bike navbera her du welatan de. Dema ku Amerîkayê daxwazên Tirkiyê yên li ser qada Sûriyê qebûl kirin Tirkiye jî wê çaxê diqewime ku mûşekên S 400`ê nestîne."

Di îlona 2017`an de di navbera Tirkiye û Rûsyayê de li ser kirîna mûşekên S- 400`ê rêkeftinek hatibû îmzekirin. Li gorî vê rêkeftinê Tirkiye dê 2 milyar dolarî bide Rûsyayê û di destpêka sala 2020`an de jî yê mûşekên S- 400`ê li Tirkiyê bêne bicihkirin.