Çile 14, 2019 13:50 Asia/Tehran
  • Seredana Wezîrê Karên Derve yê Îranê bo Iraqê

Wezîrê Karên Derve yê Komara Islamî ya Îranê duh di çarçova seredaneke çarrojî da digel desteyeke payebilind gihîşt Bexdaya paytexta Iraqê û ji hêla Cîgirê Wezîrê Karên Derve yê Iraqê Nizar Xêyrullah va hat pêşwazîkirin.

Wezîrê Karên Derve yê Komara Islamî ya Îranê Mihemedcewad Zerîf duh li balafirgeha Bexdayê got ku Têhran hewil dide çalakîyên pişka nedewletî, têknîkî û muhendîsyî li Iraqê bên xurtkirin.

Zerîf herwiha got: Helwestên erênî yên rayedarên Iraqê derbarê peywendîyên di navbera her du welatan da, sedema bihêzbûna peywendîyan in û em ê hewil bidin wan peywendîyan xurttir bikin.

Wezîrê Karên Derve yê Îranê pêgirî kir ku piştî serketina gelê Iraqê li hemberî têrorîstên DAIŞ`ê, hin pirsgirêk ser rêya hevkarîya her du welatan ji hêla hin welatan ji wan Amerîkayê va hatin derxistinê lê, ew pirsgirêk xweşbextane bi tivdîra berpirsên Îran û Iraqê hatin pûçkirinê.

Zerîf herwiha got: Amerîka derdayîyê meydanê ye, Waşîngton 40 sal in ku di sîyasetên dijî gelê Îranê da pêrgî işkestê bûye.

Wezîrê Karên Derve yê Îranê û Serokwezîrê Iraqê pêgirî li ser pêwîstîya berfirekirina peywendîyên dualî yên sîyasî û aborî yên di navbera her du welatan da kirin.

Wezîrê Karên Derve yê Îranê Mihemedcewad Zerîf û Serokwezîrê Iraqê Adil Evdilmehdî şeva buhurî di hevdîtinekê li Bexdayê da derbarê rewşa herî dawîyê ya peywendîyên dualî û warên hevkarîya aborî ya di navbera her du welatan da û alûgurên navçeyî û navnetewî da gotûbêj kirin. 

Serokwezîrê Iraqê Adil Evdilmehdî di vê hevdîtinê da bal kişand ser babetên hevpar ên çandî û dîrokî yên di navbera Îran û Iraqê da û pêgirî ser berfirekirina peywendîyên dualî kir û got ku welatê wî bi dû berfirekirina peywendîyên digel cînaran ji wan Komara Islamî ya Îranê ra ye. 

Zerîf jî pêgirî li ser dewama piştgirîyên Komara Islamî ya Îranê ji welat û dewleta Iraqê di qonaxa pêşber da û xurtkirina pergala sîyasî û dêmokirasîyê li vî welatî kir.

Wezîrê Karên Derve yê Îranê Mihemedcewad Zerîf şeva buhurî di hevdîtina digel hevtûşê xwe yê iraqî Mihemedelî Hekîm li Bexdayê da herwiha got: Peywendîyên dualî di warên curbicur da û hevkarîya li sazîyên navnetewî ji wan mêhwer û mijarên gotûbêjên her du alîyan di vê hevdîtinê de bûn.

Zerîf piştî vê hevdîtinê basa lihevkirina ji bo pêkanîna komîteya hevpar a karên gemîvanî û çavkanîyên avê yên Ervendrûd û Şet ul Erebê di navbera her du welatan da kir.

Zerîf herwiha got: Îran piştgirîyê dide hewildanên Iraqê ji bo asayîkirina peywendîyên welatên ereb digel Sûrîyê û vegera vî welatî nav Yekitîya Ereban.

Wezîrê Karên Derve yê Îranê pêgirî kir ku li gorî nêrîna Komara Islamî ya Îranê xetera sereke ji bo navçê, piştgirîya ji Rêjîma Sîyonîst e.

Serokê Bereya Hikmeya Netewî ya Iraqê Seyîdemmar Hekîm şeva buhurî di hevdîtina digel Wezîrê Karên Derve yê Îranê Mihemedcewad Zerîf li Bexdayê da herwiha got: Îran hertim piştgirê Iraqê bûye û ser vî esasî em li dijî wan boykotan in û wan şermezar dikin.

Serokê Bereya Hikmeya Netewî ya Iraqê got: Sepandina boykotên yekalî ji hêla Amerîkayê va karekî bêmînak di danusitandinên navnetewî da ye.

Seyîdemmar Hekîm ku di eynî halî da Serokê Fraksyona Çaksazî û Avedankirina Iraqê ye, herwiha got: Komara Islamî ya Îranê di şerê dijî dijî koma têrorîst a DAIŞ`ê da gellek alîkarî da Iraqê û rola Îranê di vî warî da ne ya inkarkirinê ye.

Wî herwiha got: Vekişîna hêzên amerîkî ji Sûrîyê herçend ku hêdî pêk tê lê, yek ji alûgurên herî girîng ên herêmê ye û dê roleke erênî li alûgurên Sûrîyê hebe.

Wezîrê Karên Derve yê Îranê jî di vê hevdîtinê da, qedrê merceyê olî û rêvebirên sîyasî yên iraqê ji wan Seyîdemmar Hekîm di warê dabînkirina ewlehî, istiqrar û yekperçetîya axa Iraqê de girt.

Biryar e ku Wezîrê Karên Derve yê Îranê di vê seredana çarrojî da bi Serokomar Berhem Salih û Serokê Parlimana Iraqê Mihemec Helbûsî re jî hevdîtinê pêk bîne.