Xeyal û angaşt bi şêwaza Pompêo
Wezîrê karên derve yê Emerîkayê li sefera Qahirê, paytexta Misrê, di dewama proja tirsandina ji Îranê, dijminatiya xwe ya herî zêde li bi Îranê re nîşan da da ku li saya wê siyasetên navçeyî yên Emerîkayê bi pêşde bibe.
Mayk Pompê roja pêncşemiyê li Qahirê got ku boykotên aborî yên Emerîkayê li dijî Îranê boykotên herî dijwar ên dîrokê ye ku hîn dê dijwartir jî bibin, heya dema ku Îran mîna welatekî asayî reftarê bike.Wezîrê karên derve yê Emerîkayê pişt re li twîtekê ku nşana hêrsbûna vî welatî ji bandora û rola Îranê li muadileyên navçeyî heye îdia kir ku cîhan bi berfirehiya gefên Îranê hesiyaye. Ev cure îdiayên wezîrê karên derve yê Emerîkayê li pêvajoay sefera wxe ya navçeyî ne gotineke teze ye û bi caran ji zarê rayeadrên emerîkî bona pêşdebirina armancên wxe li navça startejîk a rojava Asiyayê hatiye bihîsitn. Îran wek welatekî û wek aktorekê bi bandor li muadileyên navçeyî roleke pir giring li navçê heye û ev bandora di xizmeta aşitî û ewlehiay cîhanî de ye.
Cureya rol û bandora Komara îslamî ya Îranê li navça rojava Asiyayê, muadileyên Emerîka û hevpeymanên wê li hev xistiye û di rewşeke wiha de , gefa nasandina Îranê ji aliyê rayeadrên şerxwaz ên Emerîkayê tenê li çarçoveya dabînkirina berjewendiyên aborî û siyasî yên Emerîkayê li hevkariya bi rejîmên erebî re ye.
Rola Îranê li navça rojava Asiyayê alîkariya cihhatina ewlehî û aşitiyê kiriye. Işkesta koma terorîstî ay DAIŞê li Iarqû Sûriyê, nîşana bandora kêrhatî û ewlehîçêker li navçê ye. Eva li halekê ye ku hilkolandina dîroka alûgurên navça rojava Asiyayê nîşan ide ku hizûra hêzên biyanî ji wan emerîkiyan bi mehneyên curbicur li vê navçê xêncî alozî û bêewlehî û bêtifaqiyê tu destkewtek din tinebûye.
Li vê barê, Muhemed Cewad Zerîf wezîrê karên derve yê Îranê li bersiva îdiayên wezîrê karên derve yê Emerîkayê li Qahirê got: Herwexta ku û li her dera ku Emerîka mudaxilê dike, bi dû wê alozî, serkut û hêrsbûn jî tê.
Îstefan Walt, mamostê peywendiyên navneteweyî yê zanîngeha Harwardê jî vê adwiyê li kovara emerîkî ya Foreign policy nivîsî: Matyîna Emerîkayê li navçê tam dûhatên nerênî hebûne û peydabûna DAIŞê û bi hezaran kuştî, ji encamên êrişa sala 2003an a Emerîkayê ser Iraqê ye.
Wezîrê karên derve yê Emerîkayê xêncî gefa li dijî Îranê, cardinê li Qahirê jî xeyal û gotinên pûç kirin ku li 40 salên buhurî rayedarên emerîkî bopna gihêştina bi wê her hewldanek kirin lê neghêştin tu encamê. Guherîna reftara Îranê û kirina Komara Îslamî ya Îranê wek nizameke siyasî ku di xizmeta Emerîkayê de be, xewn û xeyalek bûye ku li 40 saliya Inqilaba Îslamî jî serê xwe negirtiye û ev işkesta emerîkî hêrs kirine.
Donald Trump serokkomarê Emerîkayê hewl dide bi her şêwazî Îranê qayîl bike bikeve riyekê ku bi dilê emerîkiyan be, lê ezmûn û tecruba 40 salan a Inqilaba Îslamî selimandiye ku gelê Îranê dê tu carî hîqaretê qebûl neke. Li gor gotina Zerîf Dê tu carî Îran bixweze nabe welatekî asayî ku bi teqîld û şopandina dewletên kirêgirtiyê Emerîkayê û modêlên mafên mirovan ên Pompêo reftarê bike.
Li vê barê hezretê ayetullah Xamineyî rêberê giranqedr ê Inqilaba Îslamî sê mehan berî niha li civîna sed hezar kesî ya besîciyan li werzişgeha Azadiya Têhranê got: Bê guman gelê Îranê û nivşa nû biryar daye ku êdî neyê tehqîrkirin û riya qawetên biyanî û dijminan neşopîne û biryar daye ku Îrana ezîz bighîne şanazî û şan û şerefê û bê guman ev hêza jî heye.