Işksta plana Can Bolton li sefera wî ya rojavaya Asiyayê
Serokkomarê Tirkiyê hazir nebû bi şêwirmendê ewlehiya neteweyî ya Emerîkayê re ku bi taximekê re sefera rojava Asiyayê kiriye hevdîtin û gotûbêjê bike û işkesteke din bo dîplomasiya Emerîkayê pêk anî.
Li gorî rapora ISNA`yê, Can Bolton,şêwirmendê ewlehiya neteweyî ya Emerîkayê roja sêşemiyê piştî ku rastî bersiva neyînî ya Receb Teyib Erdogan serokkomarê Tirkiyê bo hevdîtin û gotûbêjê rûbirû bû, neçar ma terka vî welatî bike.
Serokkomarê Tirkiyê vê dawiyê gotinên şêwirmendê ewlehiya neteweyî ya Emerîkayê derheq vê yekê ku Şerta Waşengtonê bona derketina ji bakurê Sûriyê eva ye ku Tirkiye yekînên Parastina Gel( YPG) biparêze, rexne kiribû.
Işkesta giran û bi serşorî ya Bolton li sefera Tirkiyê li halekê qewimî ku paşdevekişyana Emerîkayê ji Sûriyê û her wiha mijara kirîna sîstemên berevaniyê yên S-400 ên rûsî ji aliyê Tirkiyê ji van mêhwerên muzakirên taxima emerîkî bi aliyê tirk re hatibûn raghandin.
Her wiha rewşa bakurê Sûriyê û mijara komên çekdar li vê navçê ên ku ji aliyê Emerîkayê ve piştgirî dibin, ji mijarên şêwirînên Bolton bi rayedarên Tirkiyê re bûn ku bê encam ma.
Pêştir Îbrahîm Kalîn, berdevkê serokkomariya Tirkiyê xwestibû ku bila Waşengton li bara gotinên vê dawiyê yên Bolton li bara PKK şiroveyan bide.
Ev gotin wek berteka li hember helwestên vê dawiyê yên Can Bolton beriya sefera wî ya Tirkiyê bûn ku gotibû Emerîka dê bi şertekê ji Sûriyê derkeve ku hêzên kurd ên alîgirê Waşengtonê rastî pirsgirêkê neyên.
Rayedarên Enqerê ser vê bawerê ne ku Emerîka bi armanca parastina komên terorîstî yên hevpeymanê xwe ji wan Yekînên Parastina Gel( YPG), partiya Demokratîka Gelan a Sûriyê ( PYD) û PKK biryareke wiha daye.
Wer tê xûyanê ku sefera Can Bolton û sefera Mayk Pompêo wezîrê karên derve yê Emerîkayê bo navçê piştî paşdevekişyana Donald Trump serokkomar ji biryara xwe li bara derketin abi lez a hêzên emerîkî ji Sûriyê û piştî mudaxila hin berpirsên kongirê cih tê.
Hin berpirsên kongira Emerîkayê hewl dane ku Trump ji biryara derxistina hêzên emerîkî ji Sûriyê poşman bikin.
Bolton her wiha peywendiyeke telefonî bi Melik Ebdullahê didiyan, paşayê Urdinê re hebû.
Paşayê Urdinê li vê peywendiya telefonî ji Bolton re got ku Urdin piştgiriyê dide hewldanên bona bidestxistina rêçareya siyasî ya qeyrana Sûriyê ku ser yekitiya gelê Sûriyê û yekperçetiya erdê vî welatî disekinin.
Can Bolton beriya sefera Tirkiyê li civîna rojnamevaniyê bi Binyamîn Nêtanyahû serokwezîrê Rejîma Siyonîstî re , piştgirî dabû dagirkerî û cinayetên vê rejîma talankir li dijî filistîniyan û xelkê navçeyê.
Saib Erîqat, sekreterê giştî yê komîta kargêr a Rêxistina Rizgariya Filistînê( SAF) jî sefera Can Bolton,şêwirmendê ewlehiya neteweyî ya Emerîkayê bo Qudsa Dagirbûyî şermezar kir û got ku ev sefera dibe sedema nearamî, şîdet û bêqanûniyê li navçê û teqez kir sefera Bolton bo beşa kevnare ya Qudsê dê vê rasitiya dîrokî ku Beytulmuqedes paytexta hetahetayî ya Filistînê ye, tu carî neguhere.
Serokkomarê Emerîkayê li biryareke neberpirsiyarene û neqanûnî li 6 kanûna 2017`an Quds wek paytexta nû ya rejîma Siyonîstî da nasandin û li 14 Gulana 2018`an balyozxana vî welatî ji Telavîvê guhst Qudsê ku rastî rexneyên civaka navneteweyî hat.
Analîzorên meselên siyasî sefera Can Bolton ya Tirkiyê li çarçoveya siyasetên mudaxilekirane yên Waşengtonê bo guhertina rêkûpêkiya cîhanî nirxandine.