Kanûn 31, 2018 20:33 Asia/Tehran
  • Sala nû de qeyraneke mezin pêşiya Tirkiyê ye

Li seranserê cîhanê amadekariyê pêşwazîkirina sersala nû tê kirin. Tirkiye jî ligel pêşwazîkirina sala nû aliyekê amadekariyên hilbijartinên şaredarîyan u li aliyekê jî ji bo operasyoneke dijî rojhelatê Çemê Firatê liv û tevgera xwe zêde dike. Bi boçûna hin pisporên Tirkiyê di sala nû de di polîtîkaya navxweyî de ligel hilbijartinan qeyraneke mezin ya aborî jî nêzîk dibe. Li gorî hin pisporan jî sala nû de dê Tirkiye polîtîkaya xwe ya Rojhilata Navînê biguherîne.

Sala 2018`an ber bi dawîbûnê ve diçe û li Tirkiyê di warê siyasî de bi hilbijartinên 24`ê Hezîranê ya serokomarî û yên parlamenteriyê pergala birêvebirina Tirkiyê ya 95 salan hate guhertin û pergala serokatiyê hate birêxistin. Di warê aboriyê de jî taybetî ji ber pirsa Keşîş Brunsonê Amerîkî nirxê Dolar li Tirkiyê gihişt 7.21an û ji aliyê Amerîkayê ve baca gumrikê li ser Tirkiyê hate zêdekirin. Bi van her du geşedanan hem rêvebirina Tirkiyê guherî hem jî civata Tirkiyê bi qeyraneke mezin ya aborî re rûbirû ma.

Sala 2018`an ji bo Tirkiyê di warê siyasî û aborî de aloz bi dawî dibe û li gorî hin rojnamevanan di sala 2019`an de di warê aborî û civakî de geşedanên krîtîk li pêşiya Tirkiyê ne.

Li ser vê pirsê rojnameger Mustafa Yilmaz dibêje: “Serokan, walatî û partiyên siyasî zêdetir bala xwe dane ser hilbijartinên herêmî. Lê piştî hilbijartinên herêmî sala 2019an kêşeya herî mezin a pêşiya hikûmet û welatiyan qeyrana aborî ye. Ji ber ku ligel lêçûnên hilbijartinê, daneyên hinarde û hawirdeya Tirkiyê jî dadikevin. Loma saleke zor zehmet li pêşiya Tırkıyê ye. Ligel vê yekê li gorî raportên saziyên navdewletî Tirkiye di warê azadiya fikr û ramanan û mehkemekirinê de welatekî ne azad bû di sala nû de jî ev mijar dê weke rojevên sereke xwe bidin der.”

Di polîtîkaya derve de jî sala 2018`an Tirkiye li Rojhilata Navîn di serî de li Sûriyê ji ber Minbic û rojhilatê Çemê Firatê bi Amerîkayê re, li Idlibê ji ber rêkeftina Soçiyê bi Rûsyayê re û di mijara penaberan de jî bi welatên Ewropayê re di nava rageşiyan de bû.

Bi boçûna pisporan di sala 2019`an de Tirkiye di qada Sûriyê de dê bi kêşeyên girîng re rûbirû bimîne û dê polîtîkaya xwe ya li Rojhilata Navîn biguhere û zêdetir dê berê xwe bide Ewropayê.

Prof.Dr. Haydar Çakmak dibêje: “Ji ber geşedanên li Rojhilata Navînê di heyamên dawî yên sala 2018`an de Tirkiyê zêdetir berê xwe da Ewropayê.Di sala 2019`an de jî Tirkiye dê berê xwe zêdetir bide welatên Ewropayê ango Yekîtiya Ewropayê. Ji ber ku li Rojhilata Navînê Tirkiye tiştên ku dixwaze bi dest naxe û niha bi vekişîna Emerîkayê egerek zêde heye ku careke din bi Rûsya, Îran û rejîma Esed re were beramberî hev. Ez Sala 2019`an weke destpêka vekişîna Tirkiyê ya li Sûriyê û bi Amerîka û Ewropayê re jî weke destpêka heyameke nû dibînim.”

Li gorî Sazimanên Destnîşankirina Asta Krediyan yên navneteweyî Moody's û Fitchê çalakiyên aborî yên Tirkiye di sala 2019`an de bi astek zêde dê lawaz bibin û mezinahiya aboriya Tirkiye dê ji sedî 2 piçûk bibe. Ligel vê yekê tê gotin bi vekişîna Amerîkayê ji Sûriyê, Tirkiye dê di sala nû de li Rojhilata Navînê zêdetir bi kêşeyan re mijûl bibe.