Kanûn 28, 2018 18:44 Asia/Tehran
  • Enerjî, pişka hêjayî balkişandinê li hevkarîya Îran û Iraqê

Komara Islamî ya Îranê û Iraqê di çarçova berfirekirina hevkarîyên aborî nemaze di pişka enerjîyê da liyêkgiheştinameyeke hevkarîyê wajo kirin.

Wezîrê Av û Ceryanê yê Komara Islamî ya Îranê Riza Erdekanîyan û Wezîrê Ceryanê yê Iraqê Luwey Xetîb ew liyêkgiheştinama duh êvarê li Bexdayê wajo kirin.

Wezîrê Av û Ceryanê yê Komara Islamî ya Îranê Riza Erdekanîyan  piştî wajokirina wê liyêkgiheştinamê li Bexdayê got ku wê lihevkirinê rojeke dîrokî li pêşeya ceryana Iraqê pêk anîye.

Hevkarîya Îran û Iraqê di warê ceryan û gazê da ji wan hevkarîyên dûr û dirêj e. Îranê hertim hewcedarîya Iraqê di warê ceryanê da dabîn kirîye. Roja îro jî ku boykotên Amerîkayê ser Îranê da hatine sepandinê, ew hevkarîya didome.

Iraqê vê gavê karîye di warê kirîna ceryanê ji Îranê, muafbûnê ji Amerîkayê wergire. Hewcedarîya Iraqê li Îranê di warê ceryanê da, hewcedarîyeke istiratêjîk e û dewleta Bexdayê hela jî hewil dide muafbûna demkî veguherîne muafbûna dayimî.

Li gorî gotina Wezîrê Ceryanê yê Iraqê Luwey Xetîb, Bexda 4 hezar mêgawat ceryan ji Têhranê dikire.

Di vî halî da, hewcedarîya Iraqê di warê eenrjîyê da sal bi salê zêde dibe û ev welata pişkeke girîng a enerjîya lazim ji Îranê dabîn dike. Di rewşeke wiha da, wajokirina liyêkgiheştinama di warê ceryanê di navbera Îran û Iraqê da roleke gellekî girîng di demajoya berbi zêdebûnê ya hewcedarîya Iraqê li ceryanê da heye.

Liyêkgiheştinama ku Wezîrên Ceryanê yên her du welatan wajo kirine, çarçova hevkarîyên Bexda û Têhranê di pişka ceryanê û nûjenkirina pêşeya ceryana Iraqê bi alîkarî û pişkdarîya şirketên îranî diyar dike.

Îranê di 40 alên buhurî de ezmûnên baş di warê pêşeya ceryanê da bi dest xistine. Îran hema bêje hemî hewcedarîyên xwe di warê pêşeya ceryanê da li nav welêt dabîn dike. Eva jî derfeteke girîng û baş ji bo pêşeya ceryana Iraqê ye ta ku bi hevkarîya demdirêj a digel Îranê hewcedarîyên xwe di vî warî da dabîn bike.

Xala balkêş derheq wajokirina liyêkgiheştinama di navbera Wezaretên Ceryanê yên Îran û Iraqê da, bikaranîna hevgav a hişkalav û nermalavên Îranê ye. Bi pişkdarîya şirketên îranî di pêşxistina pişka ceryana Iraqê de, zanist û ezmûna şirketên îranî jî dê bo şirketên iraqî bên veguhestin.

Şirketên îranî ezmûnên baş di warên çêkirin û damezirandina teisîs û alavên ceryanê, şebekeyên parvekirina ava vexwarinê, sîstemên palavtina avê, damezirandina hêzgehan û têknolojîya bikaranîna enerjîyên vejînbar hene ku dikarin wan di çarçova hevkarîya demdirêj a digel Iraqê veguhêzin alîyê iraqî.

Girîngîya hevkarîya Îran û Iraqê di warê enerjîyê da ewqasî girîng e ku Serokomarê Iraqê Berhem Salih duh di hevdîtina digel Wezîrê Av û Ceryanê yê Komara Islamî ya Îranê Riza Erdekanîyan li Bexdayê da pêgirî kir: Divê di warê berfirekirina peywendîyên Iraq û Îranê yên di pişka ceryanê da rêbazên nû werin şopandin.

Bazara niha ya Iraqê derfetek ji bo şirketên îranî pêk anîye ta ku di warên curbicur da bikaribin şirîkekî bawerpêkirî ji bo Iraqê bin. Nêta xêrê û xercê kêm di demajoya hevkarîya Îran û Iraqê da bûne sebeb ku dewleta vî welatî bi awayekî taybet di warê dabînkirina hewcedarîyên xwe nemaze di warê enerjîyê da bide ser Îranê.

Hevkarîya baş, avaker û hêjayî piştkutanê ya niha ya Îran û Iraqê di astên curbicur da ji hevparîyên mezhebî, zimanî û dînî yên gelên her du welatan çavkanîyê digire û ev babeta girîng xîmê hevkarîyên Îran û Iraqê ye.