Kanûn 27, 2018 19:01 Asia/Tehran
  •  Bertekên sefera bi şev û 3 saetî ya Trump bo Iraqê

Balefira Donald Trump, serokomarê Emerîkayê çarşemiyê şevê li baregeheke hewayî ya Emerîkayê li rojava Iraqê rûnişt.

 Sefera bi şev a Trump  bo parzêgeha  Enbarê her çi  li gor  gotina  nivîsgeha  serokwezîriya Iraqê bo vê nivîsgehê hat raghandin, lê nîşan da ku  çûyîna  Trump bo abregaeha hewayî ya  Eyn Esedê li parêzgeha  Enbarê dervey erf û edeta  navneteweyî ye û ev kara  û dubarekirina  wê ji aliyê kesek mîna  Trump  ewqas dûr nîne.

 Di eynî demê de, hevdîtina serokomarê Emerîkayê tev Adil Ebdulmehdî serokwezîrê Iraqê li Bexdayê ji ber pirsgirêka  li bara çawaniya  lidarxistina wê hat betalkirin. Tişta ku berpirsên iraqî bi caran ser sekinîn, parastina hurmeta  esla  hakimiyeta  neteweyî ya Iraqê ye û sefera rasterast a Trump bo parzêgeha  Enbarê nîşan dide, serokkomarê Emerîkayê ev xala berçav negirtiye.

  Sersariya serokkomarê Emerîkayê li hember esla haimiyeta neteweyî ya Iraqê li halkeê ye ku  ezmûna  hizûra eskerên Emerîkî li vî welatî iraqî danîne  bereyeke hevgirtî bona derxistina eskerên emerîkî ji Iraqê. Eva ku Trump hevgavê gihêştina bi baregeha hewayî ya Eyn Esedê li parêzgeha  Enbarê dibêje: Qet naxwaze ku hêêzn xwe ji  Iraqê derxîne, ji aliyê gel û komên siyasî û berxwedana  Iraqê nayê piştrastkirin.ger çawa ku mehna  işkesta DAIŞê li Sûriyê bû sedem Trump 19 kanûna 2018`an  raghîne dê hêzên xwe ji vî welatî derxîne her ev mehneya li Iraqê jî heye. Koma terorîstî ya DAIŞê salekê berî niha  bi hewldana iraqiyan işkest xwar û destpêka kanûna îsal li bajarên  curbicure Iraqê cejna  serketina  li yekim salvegera  işkesta DAIŞê hat lidarxistin.

 Îsrara Trump ser mayîna  hêzên emerîkî li Iraqê bêyî mehne ye û niha bi işkesta DAIŞê êdî tu egerek bo mayîna  hêzên emerîkî li Iraqê tine. Derketina ji Sûriyê û teqezkirina ser mayîna  li Iarqê nîşana  newekheviya  siyaseta Emerîkayê ye. Ger em bala xwe bidin ser peyva din a  Trump li nava koma  eskerên emerîkî li Enbarê, nîşan dide derketina ji Sûriyê tê wateya kutabûan mudaxila Emerîkayê li welatê hanê nîne. serokkomarê Emerîkayê çarşemiyê şevê li navenda Eyn Esedê got: Ger em bixwezin li Sûriyê operasyonekê cih bînin, renge Iraqê wek beregeh bikar bînin.