Mijdar 30, 2018 17:02 Asia/Tehran
  • Haykûfa Brian Hook, xwevedizîna Amerîkayê bi saya pêla tirsandina welatan ji Îranê

Nunerê Taybet ê Amerîkayê li Karên Îranê, Brian Hook şeva buhurî bi dubarekirina idiayên pûç ên berê yên rayedarên Amerîkayê di çarçova tirsandina welatan ji Îranê de idia kir ku Îranê mûşekên bi karayîya hilgirtina kumikên navokî ceribandine.

Nunerê Taybet ê Amerîkayê li Karen Îranê, Brian Hook di dewama haykûfên li dijî Îranê da ji bo bandordanîna ser raya giştî bi nimayişa dubarebûyî ya bi şêwaza Seûdî-Sîyonîstî, pirtîyên mûşekekê nîşan da ku li gorî idiaya wî ji Îranê bo Yemenê hatîye şandinê. Wî berpirsê amerîkî bi gumana xwe Îran berpirsê qeyrana insanî li Yemenê zanî û got ku zextên ser Îranê tên zêdekirinê ta ku Têhran serederîya xwe biguherîne.

Ev idiayên Nunerê Taybet ê Amerîkayê li Karên Îranê, Brian Hook dubarekirina idiayên berê bûn û tişteke nû di wan de tinebû lê bi vê armancê tên dubarekirinê ku hela jî bi pêla tirsandina welatan ji Îranê bandorê li peywendîyên Îranê û civaka cîhanî bikin. Her kes baş dizane ku serdema nimayişên bi vî rengî kuta bûye û hewildana ji bo guhertina rastîyan ew jî bi saya idia û haykûfan nagihêje hîç encamekê.

Di mijara mûşekan da, Îranê li gorî fitwaya hezretê ayetullah Xaminêyî rêberê giranqedir ê Inqilaba Islamî çêkirina bomba atomî heram kirîye. Bilî vîya, di esasê da mûşekên îranî yên asayî ne û bi armanca karayîya hilgirtina kumikên navokî nayên çêkirinê. Ev yeka di biryarnama 2231 a Konseya Ewlehîyê ya NY derheq erêkirina Rêketinama Atomî da jî hatîye ragihandinê. Herwiha li gorî 14 raporên Ajansa Navnetewî ya Enerjîya Atomê (IAEA), Iran pêbendê xalên Rêketinama Atomî bûye û hîç çalakîyeke xalifî nekirîye.

Bi vî awayî idiaya Nunerê Taybet ê Amerîkayê li Karên Îranê, xwevedizîn û tawanbarkirina welatekî bêsûc û bi gumana xwe hewildana ji bo nasandina Îranê wekî gefê ye, ew jî di şert û mercekî da ku Ewrûpa di halê rawêjîkarîya bi Îranê re ji bo parastina Rêketinama Atomî da ye û cîhanê zextên ser Mihemed Bin Selman Welîehdê Seûdî têkildarî dosîya kuştina Cemal Qaşiqçî rojnamevanê rexnekir ê Seûdî dijwar û gurr kirine.

Idiaya destwerdana Îranê li Yemenê û şandina çekan ji bo Tevgera Hizbullaha Yemenê jî dubarekirina idiayên berê ye û pûçbûna wê jî bi caran hatîye selimandin. Alîyê berpirs ê di qeyrana mirovî ya li Yemenê da ne Îran belkî Amerîka ye ku di her rewşekê da bi dû firotina çekên xwe bo Rêjîma Seûdî ye. Bobombebarankirina gelê Yemenê bi çekên amerîkî ji alîyê sazîyên mafên mirovan ve hatîye piştraskirinê û li rex Rêjîma Seûdî, Amerîka jî berpirsê cinayetên li Yemenê ye.

Di vî warî da Rojnama Independentê duh bi ragihandina vê yekê ku Amerîka pişta dîktatorê Seûdî digire û vê pirsê ku kî berpirsê şerê li Yemenê ye? nivîsî: Zilhêzên rojavayî ji wan Amerîka di vî şerê biwehşet da her cure piştgirîyekê didin Seûdîyan lê lomeyan li Îranê dikin.

Dema mirov bala xwe bide ser mijarên ku di civîna Sênaya Amerîkayê derbarê hilkolandina kutakirina piştgirîya vî welatî ji Rêjîma Seûdî li şerê Yemenê de hatin hilêxistinê, bêbingehbûna idiayên Nunerê Taybet ê Amerîkayê li Karên Îranê tê selimandinê.

Di vê civînê da Sênatorê Komarxwaz Mike Lee got: Amerîka nabe di şerê xwînavîn ê li Yemenê da pişkdar bibe, kuştina mirovan li Yemenê bi saya razîbûna Amerîkayê didome. Şerê Yemenê bûye sedema kuştina bi hezaran mirovên bê guneh ên yemenî û destwerdana Amerîkayê ya piştgirîya ji Erebistanê di şerê Yemenê da rewş xirabtir kirîye.

Rastîya rewşa niha ya herêmê nîşan dide ku sîyasetên Amerîkayê di warê tenêhîştina Îranê da pêrgî işkestê bûne lewma rayedarên amerîkî car bo carê hewil didin ku bala raya giştî ji ser mijarên sereke bixalifînin ser pêla tirsandina welatan ji Îranê lê Amerîka û hevpeymanên vî welatî derheq alûgurên cîhanî da alîyê derdayî ne.