Mijdar 28, 2018 18:58 Asia/Tehran
  • Pêla nerizamendiyan a li hember sefera Bin Selman bo bakûra Afrîqayê

Hevgavê gurrbûna nerizamendiyên gelanî li çend welatên Ereb li ser sefera Mihemed Bin Selman, welîehdê Siûdî, Merakêşê ew qebûl nekir.

Malpera merakişî ya Lekomê ji zarê çavkaniyeka agehdar ragihand ku Merakêş dijî sefera Mihemed Bin Selman bo vî welatî derketiye.

Li gorî vê raporê, Bin Selman, dil hebû ku seredana Merakişê bike lê Merakiş dijî sefera wî derket û Bin Selman jî neçar ma ku Merakêşê ji nav bernameya xwe ya sefera dewreyî derxîne.

rojnama El Quds El Erebî, jî di vî warî de nivîsî ku Merakêşê pêşniyar kiribû dewsa Mihemedê Şeşem, paşayê Merakêşê, Reşîdê birayê wî pêşwaziya welîehdê Siûdî bike.

Merakiş ji wan welatên Ereb e ku heya niha tu bertekekê li hember kuştina Cemal Xaşiqçî, rojnamevanê rexnegirê Siûdî nîşan nedaye.

Li gorî vê raporê, Rebatê herwiha xwestiye ku civîna bilind a Merakiş û Erebistanê were paşdaxistin. Pêşniyara lidarxistina vê civînê ji aliyê Erebistanê ve hatiye raberkirin û biryar bû heya çend rojên dahatî tevî çend bernameyên çandî yên Erebistanê li çend bajarên Merakêşê were lidarxistin.

Ev rapora di rewşekê de tê weşandin ku gel û çalakvanên medenî, herwiha siyasetmedarên serbixwe yên li Misr, Tunis, El Cezayir û herwiha Mûrîtanî, li hember sefera Mihemed Bin Selman bo van welatan nerizamendiya xwe nîşan dan.

Li sefera bin Selman bo Misrê, wêneyek ji pêşwaziya Ebdulfetah El Sîsî, serokomarê Misrê ji Bin Selman li balafirgeha Qahirê hate weşandin ku bû sedema hêrsbûna siûdiyan.

Li wêneya ku Ajansa Siûdî ya Nûçeyan a Wasê ji hevdîtina Bin Selman û Sîsî weşand, alaya Erebistana Siûdî li pişt serê wan nayê dîtin û tenê alaya Misrê heye ku ev yeka bû sedema hêrsbûna Siûdiyan.

Bin Selman li sefera xwe ya bo Tûnisê jî, ev welata bêyî beşdariya li civîna nûçeyan terikand. El Bacî Qaid El Sîsî, serokomarê Tûnisê, bona girtina pêşiya pêkhatina kêşeya ji bo welîehdê Siûdî di dema pirsên nûçegîhanan, nehîşt ku civîna nûçeyan were lidarxistin û tenê ji bo wênehilgir û kamêramenan îzna çalakiyê hate dayîn.

Siyasetmedar û kesayetî û herwiha komên curbicur ên xelkê û çalakvanên partî, komên siyasî û sendîkayan li welatên bakûrê Afrîqayê ji wan li Misr, Tûnis û Merakişê bi lidarxistina xwenîşandan û kombûnên nerazîbûnê, dijî sefera Mihemed Bin Selman bo van welatan derketin.

Gel û siyasetmedarên li Misr, Tûnis û Merakişê ser vê bawerê ne ku sefera Bin Selman bo van welatan bi armanca paqijkirina dosya cinayetên wî ji wan terora Cemal Xaşiqçî cih hatiye. Li ser bawera wan Bin Selman dijminê azadiya axivtinê ye û xeterek e ji bo ewlehî û aştiyê.