Hişyarîdayîns Erdogan li bara kiryarên alozkir ên welatên rojavayî li Tirkiyê
Receb Teyib Erdogan serokkomarê Tirkiyê hin welatên rojavayî bi lihevxistina aramî û ewlehiyê li vî welatî tawanbar kirin.
Receb Teyib Erdogan diyar kir: Hin welatên rojavayî li vê hizrê ne ku çawa aramî û ewlehiya li Tirkiyê li hev xînin lê divê ew bizanibin ku tu welatek dê nekaribe Tirkiyê nearam be.
Receb Teyib Erdogan li sê salên buhurî, bi caran dewletên rojavayî bi serokatiya Emerîkayê tawanbarê lihevxistina aramî û ewlehiya Tirkiyê kiriye.
Tirkiye û Emerîka berê weke hevpeymanên stratejîk dihatin zanin.Rayedardên dewleta Enqerê her wiha teqez dikin ku zextên Emerîkayê bi taybet piştî dareya bêencam a Tîrmeha sala 2016`an, bona têkbirina aboriya Tirkiyê ketiye rojevê. Li vê çarçovê, rayedarên Tirkiyê balê dikşînin ser zêdebûna asta zama aborî û daketina erzişa diravê neteweyê yê Tirkiyê li hember diravên navneteweyî bi taybet dolarê. Rayeadrên Tirkiyê ser vê bawerê ne ku pirsgirêkên aborî yên vê dawiyê li Tirkiyê û zextên herî zêde ser vî welatî cih tên. Ji gişka giringtir, tawana beşdariya Emerîkayê li darbeya bê encam a Tîrmeha sala 2016`an a zayînî ye ku li sê salên buhurî bandor li peywedniyên du welatan kiriye. Rayedarên Tirkiyê balyozê berê yê Emerîkayê li Enqerê bi beşdariya li darbeya bêencam a 15 Tîrmeha 2016`an tawanbar kirine. Sulêyman Soylû wezîrê enerjiyê yên Tirkiyê vê dawiyê raghand:
Can Bas balyozê berê yê Emerîkayê li Enqerê li darbeya bêencam a Tîrmeha sala 2016`an li Tirkiyê dest hebûye û piştgirî dayiyê.
Ji ber pirsgirêkên navbera Tirkiyê û Emerîkayê û gurtirbûna wan êdî nikarin van du welatan wek hevpeymanên stratejîk li Rojhilata Navîn bizanin, Loma wer tê xûyanê ku hevdengiya Tirkiyê bi Rûsiyê û welatên asiyayî re û dûrbûna vî welatî ji Emerîkayê û Rêxistina NATO`yê ketiye rojeva karê rêberên dewleta Enqerê.