Mijdar 14, 2018 18:27 Asia/Tehran
  • Rêberê Inqilabê: Iqtidar, serxwebûna çandî û vîna xurt, 3 nîşanên serketinên werzişkarên îranî ne

Hezretê ayetullah Xaminêyî, rêberê qedirgiran ê Inqilaba Islamî îro di hevdîtina digel werzişkarên xwedîmîdal û qaremanên karwanê werzişa Îranê ya pişkdar li Pêşbirkên Par-Asyay-2018-Indonezîyê de, pesna qaremanên nivîşkan û canbaz (nivîşkanên şerê Îran û Iraqê) ji ber serketina wan da û ragihand ku ev qaremanîya vîna xurt û bikaranîna potansîyelên veşartî nîşan dide.

Karwanê werzişa Komara Islamî ya Îranê di Sêyemîn Dewra Pêşbirkên Par-Asya-2018-Indonezîyê da, bi 51 mîdalên Zêr, 42 mîdalên Zîv û 43 mîdalên Tûnc di rêza sêyem a van pêşbirkana da cî girt.

Bidestxistina mîdalan tenê serketineke werzişî nîne, ji ber ku ew serketin digel geşedan û jordabirina cîgeha nirxên dînî û çandî ne.

Ew serketin bi cûrekê vîna xurt û moraleke tijî hêvî û bawerî û piştkutana li potansîyelên navxweyî ne ku di hemî waran ji wan li meydanên werzişê û rikeberîyên cîhanî xwe nîşan didin.

Serketin û geşbûna berdewam di warên werzişî da bi teybîreke din, têkoşîneke bi ber û layên cîhanî ye ku rêberê giranqedir ê inqilaba islamî ew ``şerê vîyanan`` bi nav kir û pêgirî kir: Werzişkarên Canbaz (leşkerên îranî yên kêmendambûyî yên di şerê li hemberî rêjîma Seddam de) û kêmendam bi pêngava xwe ya binirx nîşan dan ku xwedîyê iqtidar û serxwebûna çandî û vîneke xurt hene.

Inqilaba Islamî ya Îranê bi piştkutana li nirx û armancên xwe niha di çillemîn sala temenê xwe da hela jî pirrenerjî û bibandor e. Eva bi wateya iqtidara rastî ya gelê Îranê ye ku zilhêzên zorbêj pêrgî pirsgirêkan kirine.Amerîkayê ji bo sekinîna li hemberî vê Inqilabê gellek hewil daye û hela jî hewil dide bi propagande û haykûfên pûç pergala Komara Islamî ya Îranê lawaz û gelê Îranê dilsar û dûrketî ji rê û armancên Inqilabê nîşan bide Lê, berovajî evqas dijminatîyan, gelê Îranê bi vîneke xurt rêya xwe domandîye.

Dijminên gelê Îranê hertim li hemberî iqtidara pergala Komara Islamî ya Îranê kîn ajotine û heta çavê wan serketin û mîdalbidestxistina werzişkarên îranî di pêşbirkên cîhanî da bar nagire û her serketinek nemaze serketinên ku alîkarîyê didin nirxên dînî û çandî dibe sedema hêrsbûna Amerîkayê. Lê vê kînê, vîyan û morala gelê Îranê ji bo serketin û pêşketinên mezin di hemî waran da zêdetir û xurttir kirîye. Komara Islamî ya Îranê bi palpiştîya vîn û şîyanên navxweyî niha di asta herî jorîn a iiqtidara digel serketinên berdewam û parastina nirxên çandî û dînî da ye.

Wisan ku rêberê giranqedir ê inqilaba islamî got, di rewşekê da ku hin kes nikarin li hemberî hicûma çaverêtîyên bêdawî yên bereya kufir û zorbêjîyê bisekinin û paşda vedikişin, we werzişkarên ezîz bi berxwedan û ``nîşandana hêza çandî`` hicab, davînpakî û kincên netewî û dînî yên xwe parastin ku ez ji ber vê yekê ji kûratîya dil va sipasîya endamên karwanê werzişa Komara Islamî ya Îranê dikim.

Li gorî vê nêrînê, gotinên rêberê giranqedir ê Inqilaba Islamî di hevdîtina digel werzişkarên mîdalwergir û qaremanên karwanê werzişa Îranê di Pêşbirkên Par-Asya-2018`ê da, peyamên zelal ji bo dijminên gelê Îranê nemaze ji bo Amerîkayê hene.