Mijdar 09, 2018 18:32 Asia/Tehran
  • ِDilgermiya Pompêo li boykotan

Wezîrê karên derve yê Emerîkayê sê rojan beriya cihanîna dewra dudiyan a boykotan li dijî Îranê got: Armanca van boykotana , gotûbêja bi Îranê re nîne, belkî guhertina reftara wê li navçê ye.

Mayk Pompêo, Wezîrê karên derve yê Emerîkayê roja pêncşemiyê li gotûbêja bi  BBC`yê re li jêsteke  gelxapok bal kişand  ser vê yekê ku  boykotên Emerîkayê gelê Îranê nakin armanc û îdia kir mebesta Emerîkayê ji zext û zoran, rawestandina  nifûza bêewlehîçêkir a Îranê li navçê,  bernameyên terorê li Ewrûpayê û piştgiriya ji Hizbullaha Lubnanê ye.

 Hizûra bi bandor a navçeyî ya Îranê weke kelemê çavê rayedarên  emerîkî ye û hilêxistina îdiayên  pûç ên emerîkiyan li dijî Îranê û kesayetiyên kêrhatî yên Îranê li navçê hema di vê çarçoveyê de cih digrin. Emerîka bi her şêwzê li dû kêmkirina  nifûz û guherîna  reftara Îranê li navçê ye,  lê Komara Îslamî ya Îranê welatekî serbixwe ye ku faktorên  qawetê hene ku bona pêşdebirina siyaseta xwe ya derveyî  xwe  nade kêleka  welatekî taybet.

 Unsurên  qaweta Îranê tişteke xwecihî û bi piştgiriya gelanî pêk hatine û hema ev  dilniyatiya bûye sedem ku Îran bibe  aktoreke çalak û serbixwe û bona dabînkirina  hevcetiyên xwe yên stratejîk ji wan ewlehiyê  girêdayî bi welatên din nebe.Işkesta Emerîkayê li hember Îranê bûy sedem ku rayedarên emerîkî bi şêwazên curbicur ji wan boykota aborî, zexta siyasî û hilêxistina  îdiayên pûç li dû guhertian reftara Îranê bin. Îran mîna  hin welatên ereb jiyana xwe girêdayî bi piştgiriya Emerîkayê nizane û qawet û nifûza bi bandor a Îranê bingeheke gelanî heye.

 Hilêxistina îdiayên  pûç ên wezîrê karên derve yê Emerîkayê derheq piştgiriya Îranê ji terorîzmê, rola kavilkir  a wê li navça  rojava Asiyayê û hevrêîtiya wî bi îdiayên  dewleta Danîmarkayê re peywendiyeke bi wate  bi işkesta siaysetên  Emerîkayê li navçê û her wiha rola ku ji bo welatên mîna Erebistanê kivş kirine, re heye.

 Talankirina heyîtiyên  Erebistanê ji ber vê yekê ku   hebûna xwe deyndarê piştgiriyên  siyasî û eskerî yên Emerîkayê ye, rola pênasekirî bo Rejîma  Siûdî ye ku nîşana  tehqîra wê wek rejîmeke  kirêgirtî heye. Li gor vê rolê, cihê kesên ku terorîzm perwerde kirin û kesên ku bûne goriyê vê diyardeya kirêt, diguhere.

 Erebistan her wek cîhan hemî şehedê wê ne, maka terorîzmê li navçê û cîhanê ye lê Emerîka li gor  rola pênasekirî bo Erebistanê, siyaseta xwe ya derve ser qezanca piştgirên  terorîzmê daniye heracê. Li vê barê, rojnama emerîkî ya  Boston Globe vê dawiyê siyaseta newekhev a Waşengtonê li hember terorîzmê rexne kir û nivîsî: Hemî lêkolîn li bara terorîzma cîhanî nîşan didin ku  Erebistan, piraniya  diravên xercbûyî bona piştgiriya  ji El-Qaidê, Taliban, DAIŞ û komên  din terorîstî dabîn dike.

 Vê rojnama  emerîkî di dewamê de   balê dikşîne ser buxtanên  Emerîkayê û hin hevpeymanên wê yên rojavayî û erebî derheq piştgiriya  Îranê ji terorîzmê û dinvîse:Tenê riya tawanbarkirina  Îranê bi piştgiriya ji terorîzmê eva ye ku  ev bûyera bi  wateya dijberiya li hember qaweta Emerîkayê were pênasekirin ji ber ku eva tenê sûça  Îranê ye.

 Rend Pal senatorê Komarîxwaz ê eyaleta  Kêntakiya  Emerîkayê jî vê dawiyê refatrên  kirêt ên Erebistana siûdî rexne kirin û  vî welatî alîgirê sereke yê terorîzmê bi nav kir û got: Emerîka êdî nikare  çavê xwe ser reftara  kirêt a Erebistana Siûdî de  girêde, siûdî li şerê Yemenê ku bi dehan hezar kes ji xelkê sivîl li encama wê hatine kuştin,dest heye.

 Ev rasitî ku cîhan êdî hemî pê hesioayne bi plan û bernamên tirsandina ji Îranê ji aliyê kesên mîna  Mayk Pompêo re  naguherin û îro rojê bo gişkan îsbat bûye ku siyasetên  niha yên Emerîka û Erebistanê li navça rojava Asiyayê gefek li dijî ewlehiyê ye  û tu erzişkê ji canê mirovên bêguneh li Filistîn û Yemenê er qayîl nînin.