Mijdar 02, 2018 10:59 Asia/Tehran
  • Fitneya MOSSAD`ê ji bo dûrxistina Ewrûpayê ji Îranê

Kêmtir ji hefteyekê mayî ji bo cihanîna qonaxa duyem a boykotên Amerîkayê li dijî Îranê û selimandina bikêrnehatina wan û nêzîkbûna cihanîna mêkanîzma darayîyê ya Ewropayê û herwiha dewama firotina nifta Îranê, dosîyesazîya ji bo xirabkirina vê demajoyê di destûrkarê de cî girtîye.

Kopenhagê sêşemê di dewama haykûfa vê dawîyê ya hin welatên ewrûpî ya li dijî Îranê, Têhran bi hewildana cihanîna opêrasyoneke têrorê li axa Danmarkê tawanbar kir.

Hevgavê vê yekê, piştgirîya dewleta Amerîkayê ji vî karê Danmarkê û kivşbûna rola Sazîya Sîxorîya rêjîma Israîlê (MOSSAD) di dosîyesazîya Danmarkê ya li dijî Îranê de, berûlayên vê sênaroyê ji bo xirabkirina tam a Rêketinama Atomî û lihevxistina hevkarîya avakir a Îranê û Ewropayê ji bo parastina vê rêketinamê zelal kirin. Rojnama Jerusalim Post a rêjîma Israîlê jî roja çarşemê mukur hat ku Israîlê rola rasterat di dosîyesazîya Danmarkê ya li dijî Îranê hebûye.

Heke em bala xwe bidin ser hin pêngavên hevdeng ên berê ji wan vekişîna Amerîkayê ji Rêketinama Atomî di 8`ê Gulanê de û idiaya hewildana Îranê ji bo pêkanîna êrişekê li Fransayê hevgavê seredana serokê Komara Islamî ya Îranê bo Ewrûpayê di meha Hezîranê de, şûnpêya MOSSAD`ê di vê demajoya hevdengkirî da xûya dike. Netanyahû piştl ku di 30`yê ZNîsana buhurî de çend CD û fayl derbarê bernama navokî ya Îranê de nîşan dan, Donald Trump serokomarê Amerîkayê razî kir ku di 8`ê Gulanê de ji Rêketinama Atomî ya digel Îranê vekişe.

Di plana idiaya danîna bombeyê li Parîsê hevgavê kombûna salê ya koma têrorîst a Munafiqînê li derdora vî şarî de û niha jî idiaya dewleta Danmarkê li dijî Îranê de jî rola xirabkir a MOSSAD`ê aşkira ye. Ev hevdengîya plandarêjîya kivş ji bo alozkirina peywendîyên baş ên Îran û Ewrûpayê bi dû vekişîna Amerîkayê ji Rêketinama Atomî nîşan dide.

Piştî angaşta Danmarkê, Mike Pompeo Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê roja çarşemê di hevpeyvîna digel televîzyona Fox News`ê, di çarçova komploya Amerîka-Israîlê ji bo alozkirina peywendîyên Îran û Ewrûpayê de got ku Amerîka her roj bi welatên ewrûpî re gotûbêjê dike ta ku girîngîya babetên wekî (angaşta) Danmarkê (li dijî Îranê) û pêwîstîya meşandina sîyaseteke tam cida li hemberî Îranê ji wan re rave bike.

Ev helwesta Pompeo nîşan dide ku Amerîka hevdeng digel Isaraîlê hewil dide ku her çawan be pêşîya hevkarîya ewrûpîyan digel Îranê bigire ku bi vekişîna Amerîkayê ji Rêketinama Atomî li dijî yekalîtîya Amerîkayê û sepandina boykotên vî welatî ser Îranê de derketin. Berxwedana ewrûpîyan derbarê Rêketinama Atomî de bû sebeb ku MOSSAD hevgav digel Amerîkayê bi dû alozkirina peywendîyên avakir ên Îran û Ewrûpayê be.

Hilêxistina sênaryoyên pûç û bêbingeh û pûçderketina wan sîyaset û dîplomasîya avakir a Îranê di warê danuistandina digel civaka cîhanî de nîşan dide û berpirsên welatên bibandor ên YE`yê jî dema pêgirîya li ser hevkarîya digel Îranê tevî boykotên Amerîkayê ser vê xala girîng disekinin.

Di vê çarçovê de, rojnama New York Times a Amerîkayê roja çarşemê ragihand ku Ingilîs, Fransa û Almanê soz dane ku ticareta digel Îranê bidomînin û nivîsî: ``Hewildana Amerîkayê li hemberî Îranê pêrgî astengî û pirsgirêkan bûye.``