Cotmeh 26, 2018 18:05 Asia/Tehran
  • Dengê Dîwana Lahayê: Hevkariya bi Îranê re, hevrênebûna bi Emerîkayê

Nûnerê Komara Îslamî ya Îranê li Rêxistina Neteweyên Yeklbûyî, civaka cîhanî bo cihanîna dengê dîwana navneteweyî ya dadweriyê vexwend û ji dewletan xwest ku bila alîkariya dewleta sûçkar a Emerîkayê nekin.

 Xulamelî Xweşrû, roja pêncşemiyê li civîna civata giştî ya Rêxistina Neteweyên Yekbûyî bi mijara  rapora dîwana  navneteweyî ya  dadweriyê bo civata  giştî got: Biryarnama 2231`an a Konseya ewlehiyê ser pêwîstiya  hêsankirin û berfirehkirina peywedniyêîn aborî û ticarî bi Îranê re teqez dike û ji hemî dewletên endamê  Rêxistina Neteweyên Yekbûyî xwest ku bila rêketina navokî cih bînin.

  Piştî derketina Emerîka ji rêketina navokî û vegeryana  boykotên navokî yên vî welatî li dijî Îranê, Têhranê ji Waşentonê cem dîwana  navneteweyî ya dadweriyê doz vekir.

Ev dîwana  3 Cotmeha 2018` an  bi raghandina  vê yekê ku hêjatiya   hilkolandina şikata  Îranê ji Emerîkayê ji ber binpêkirina  peymana hevaltî û peywendiyên  aborî, mafên konsûlî yên sala 1955` an navbera her du welatan heye, bona  îbtalkirina boykotên  derman, xawrek û hewayî yên Emerîkayê li dijî gelê Îranê, biryarek da  ku divê cih were.

 Li gor biryara  dîwana  navneteweyî ya dadweriyê, Emerîka divê berpirsiyariyên xwe li gor  peymana hevaltiyê cih bîne û divê dev ji kiryarên  sînorkir ên  li dijî Komara Îslamî ya Îranê berde. Dewama yekalîxwazî û sersariya Emerîkayê li hember biryara  dîwana  navneteweyî ya dadweriyê dikare bandorên  pir kavilkir ser tendrustî û jiyana gelê Îranê hebe.

  Yanê di hevhatina dîwana  navneteweyî ya dadweriyê hatiye destnîşankirin ku boykotên yekalî yên Emerîka li dijî Îranê neqanûnî ye.

 Sersariya dewleta niha ya Emerîkayê li hember hevhatina dîwana  navneteweyî ya dadweriyê berpirsiayriyên  navneteweyî bi dû xwe re tîne û her welatê ku bi Emerîkayê re li boykotkirina gelê Îranê hevrêtiyê bike weke  alîkariya  bo dewleta sûçkar a Donald Trump serokkomarê Emerîkayê dê bê hesabê.

Hema li vê barê Elîriza Cehangîrî balyozê Komara Îslamî ya Îranê li Holandayê got: Ji bilî Emerîkayê  hemî welatên cîhanê jî biryara  dîwana  navneteweyî ya dadweriyê  cih bînin û divê welatên din ên cîhanê jî sînor û berbendan  pêk neynin.

  Emerîka xêncî ku biryarnama 2231`an  Konseya Ewlehiyê ya NY ya cihanîna rêketina navokî  berçav nagre heta  ji ber cihanîn û sekinîna  ser vê biryarnama  qanûnî  gefê li welatên din jî dixwe û wan tenbêh dike.

 Ev kiryara  dewleta niha ya Emerîkayê binpêkirina eşkere ya  manîfesta Neteweyên Yekbûyî û mudaxila li karûbarên  navxweyê yên welatên  din e.

  Di rewşeke wiha de, Ev çavrêtiya heye ku welatên  endamê NY baweriya xwe li  biryara dîwana  navneteweyî ya dadweriyê bona boykota Îranê  bînin û tevlî dewleta   bêqanûn a Emerîkayê nebin da ku meydanê bo yekalîxwaziya zordarane ya vî welatî tengav bikin.  Helbet li vê çarçoveyê, welatên curbicur  raghandin ku dê   bi boykotên yekalî yên Emerîkayê li dijî Îranê hevrê nebin û  ev çavrêtiya heye ku ev pêvajoya berfirehtir bibe da ku Emerîka zêdetir ji berê bikeve tecrîdê.

 Li vê barê, Marya Zaxarova berdevka Wezareta karên derve ya  Rûsiyê roja pêncşmeiyê cardinê ser helwêsta  bingehîna  vî welatî derheq neqanûnîbûna  boykotên yekalêî yên Emerîkayê sekinî û got: Hevkariya  Rûsiyê û Îranê li warê enerjiyê, bi awatyekî sunetî yek ji mijarên  giring ya di rojeva  hevkariyên  aboriyê yên du welatan  e.

 Mewlûd Çawûşoglu wezîrê karên dreve yê Tirkiyê jî bal kişand  ser vê yekê ku  Emerîka bêyî berçavgirtina raya  saziyên navneteweyî û dewletan dest bi boykota welatan dike û got: Boykotên Emerîkayê li dijî Îranê, biryara Konseya Ewlehiyê ya Rêxistina Neteweyên Yekbûyî nîne û bi awayekî yekalî hatiye girtin.

 Hevkarînekirina  welatan bi siyaseta  yekalî ya  Emerîkayê, ne tenê weke cihanîna  prensîpên  li manîfesta Neteweyên Yekbûyî ye, belkî dê cîhanê ji aloziyê rizgar bike.

 Her wiha,  parastina  qanûnê  ji aliyê welatan dê vê peyamê  bide Emerîkayê ku xalifîna ji wê ji wan biryara  Dîwana  navneteweyî ya dadweriyê ser qezanca  Îranê berpirsiyarên   navneteweyî bi dû xwe re tîne  û dûhatên  hiqûqî dê hebe.