Cotmeh 24, 2018 17:11 Asia/Tehran
  •  Erdogan ser giringiya `` hevalbendiya Cimhûrê`` li Tirkiyê sekinî

Receb Teyib Erdogan serokkomarê Tirkiyê ser girîngiya ``Hevalbendiya Cimhûrê`` sekinî.

 Receb Teyib Erdogan li civîna heftiyê ya partiya Dad û Geşepêdanê ( AKP) wek berteka li hember gotinên vê dawiyê yên Dewlet Baxçelî serokê partiya  Tevgera Neteweyî ya Tirkiyê( MHP) raghand:  ``Hevalbendiya Cimhûrê`` divê serratir  ji mijar û behsên siyasî yên rojê, were parastin.

 Dewlet Baxçelî, serokê partiya Tevgera Neteweyî ya Tirkiyê li civîna  partiyê li parlemana  Tirkiyê gotiye: Dewama yekitiya navbera  Cimhûrê bi partiya  Dad û Geşepêdanê  ji viya zêdetir  nemumkin e û li hilbijartinên  herêmî yên meha Adara 2019` an  ti yekitiyek navbera  van du partiyan dê cih neyê.

 Baxçelî ev kiryara  wek berteka  li hember helwestên  vê dawiyê yên  Receb Teyib Erdogan serokkomarê Tirkiyê li bara qanûna  efûkirinê û vegeryana  sondxwarinê bo xwendingehan  nirxand û got: Em ji qanûna  efûkirinê venakişin û emê ser mijara  vegera sondxwarinê jî bo xwendingehan bisekinin.  

 Bê guman derketina  partiya Tevgera Neteweyî ya Tirkiyê ji hevalbendiya  Cimhûrê dê derbeyeke giran li partiya  serdest a  Tirkiyê xîne bi taybet ku ev partiya  netewexwaz a  Tirkiyê ji  mesela giştpirsiya  sala 2017`an  tevlî yektiya bi partiya  serdest a  Dad û Geşepêdanê re  bû û bi vê yekitiyê, piraniya  armancên partiya  serdest a Tirkiyê û şexsê Erdogan serokkomarê Tirkiyê cih hatin, lê ``Hevalbendiya Cimhûrê`` vedigere  hilbijartinên parlemanî yên  îsal li Tirkiyê. Bereberê 24 Hezîrana  sala 2018` an du hevalbendî li warê siyaseta  navxweyî ya  Tirkiyê pêk hatin.

 ``Hevalbendiya Cimhûrê`` pêkhatî ji partiyên  Dad û Geşepêdanê, Tevgera Neteweyî û partiya Yekitiya Mezin û hevalbendiya  Milet ku pêk hatiye ji  partiyên  Komarîxwaz a Gel, Îyî partî, Seadet û Demokratê, du hevalbendiyên  Tirkiyê bona hevrikiya li hilbiajrtinên  parlemanî yên  Tirkiyê dihatin  hesabê.

Xala balkêş li vî warî eva ye ku pirsgirêka  navbera endamên  hevalebndiya Cimhûrê mijareke  teze nîne.  Pêştir jî partiya Yekitiya  mezin  ku partiya  din a hevalbendiya bi partiya  serdest a Tirkiyê tê hesabê, dixwest ku ji  ``Hevalbendiya Cimhûrê`` derkeve. Ev partiyên hevalbndiyê biryarên  şexsê Erdogan hegera sereke ya xwe bona derketina ji hevalbendiyê raghandine. Loma Bolwent  Tûran serokê fraksiyona  partiya Dad û Geşepêdanê li parlemana  Tirkiyê li axiftinekê  wek berteka  li hember gotinên  serokê partiya Tevegra  Neteweyî û piştgiriya ji  serokkomarê Tirkiyê gotiye:

Receb Teyib Erdgan tenê kesê biryarder li partiya Dad û Geşepêdanê nîne. Nirxandin û şiroveyên  li bara vê mijarê ku Receb Teyib Erdogan tenê kes e ku birayrê dide, bê edaletî ye. Me 17 sal dawî kirin. Ger serokê partiya  me şêwirîna bi  endamên partiyê re  xwe re nekira mînak û ger baweriya xwe li tîma  ku hebû, neaniya , me nedikarî bighêjin van cih  û şûnan.

 Karzan, işkesta  hevalbendiya  Cimhûrê sedema  muhtemel a  işkesta  partiya  Dad û Geşepêdanê li hilbijartinên  herêmî yên konseya  şaredariyên  Tirkiyê dizanin. Vêca  ger partiya  dijber li hilbijartinên  herêmî bi ser kevin, bê guman partiya  serdest a  Edalet û geşepêdanê,hêdîd hêdî dê li dewra din a hilbijartinên  serokkomarî û parlemanî ya Tirkiyê  ji dest bide.