Cotmeh 17, 2018 18:32 Asia/Tehran
  •  Sefera Pompêo bo Riyaz û Enqerê, hewldana  giştalî ya Emerîkayê bo rizgarkirina Bin Selman

Mayk Pompêo wezîrê karên dreve yê Emerîkayê duh sefera Riayzê kir û îro jî 17 Cotmehê sefera Enqerê kiriye.

 Sefera Pompêo bo Riyazê û Enqerê rasterast peywedniya xwe heye bi dosiya kuştina Cemal Xaşuqçî, rojnamevanê rexbegir ê siûdî. Xaçuqçî roja 2 Cotmehê çû konsûlxana  Erebistanê li Stembola Tirkiyê lê hin şehedî hene ku  nîşan didin ew li konûslxaneyê hatiye kuştin û heta  Muhemed El-Etîbî serkonûslê Erebistanê jî şehedê vê kuştinê bûye. Kuştina Xaşuqşî zêde ji her kesî  dikeve  istûyê  Muhemed Bin Selman, welîehdê siûdî.

 Donald Trump û hin endamên  kabîna wî hewl didin Muhemed Bin Selman ji vê cinayetê tebrie bikin û ji vê qeyranê rizgar bikin. Loma li pêngaveveke hişmendanetir teoriya  ``endamên  bi serê xwe`` , hatiye hilêxistin. Ev pêngava  hişmendane tê hesabê ji ber ku  ji alîkî va qebûl dike ku  Erebistanê li kuştina  Xaçuqşî dest hebûye û ji hêla din va jî destnîşan dike ku  rayedarên  pilebilind ên  hikûmeta Erebistanê ji wan  Bin Selman plana  vê kuştinê daneriştine. Lê karzan û kesayetiyên siyasî ev teoriya rexne kirin. Lîndîs Graham, senatorê Komarîxwaz ji wan kesan e ku  teoriya endamên bi serê xwe red  dike û radighîne ku li Erebistana siûdî tu tiştek bêyî agehdariya Bin Selman naqewime.

 Wer tê xûyanê ku sefera wezîrê karên derve yê Emerîka bo Riyazê bi armanca xurtkirina  teoriya endamên bi serê xwe cih hatiye.

 Muctehid  eşkerekirê bi nav û deng ê erebistanî di vê barê de gotiye: Trump  Pompêo ne ji bo peydakirina  rastiyê belku bo hevdengiya  tev Bin Selman û  çêkirina  destaneke li bara endamên bi serê xwe şandiye Erebistanê ku gotinên Trump li gorî gotinên wî bin.

  Lê sefera Pompêo bo Enqerê bona  dîtina belgeyên li dijî dewleta Tirkiyê li bara cinayeta  li dijî Xaşuqçî û her wiha  hin şêwirînan tev rayeadrên Enqerê bona  eşkerenekirina belgeyên muhtemel cih hat.

 Mayk Pompêo dikare  hin peyameên  rayedarên  erebistanî bo rayedarên  Tirkiyê bi taybet wergirtina  serpişkiyeke aborî  berdêla  nuxumandina  cinayeta li dijî Xaçuqçî be. Mewlûd Çawûşoglu wezîrê karên derve yê Tirkiyê got ku biryar e Mayk Pompêo piştî hevdîtina  tev Melik Selman û li vegeryana  ji Riyazê hin lêzanînan  li vê barê  bo rayeadrên Tirkiyê bîne.

 Sefera Pompêo ya Riyaz û Enqerê di rewşekê de cih hat ku  zexta medyan û her wiha  zext û zora kongirê ser dewleta Trump bona sekinîna cidî li hember dewleta siûdî bi taybet tev Muhemed Bin Selman zêde bûye. Her ev zexta medyayî bû sedem ku Trump dewsa ku li bendê be balyzê siûdî li Waşengtonê vegere û  lêzanînan jê bistîne û  wezîrê karên derve  yê xwe bişîne Riayzê. Di hemen demê de  dewleta Erebistana Siûdî jî hewl dide bi serpişkiyên aborî  , dewleta  Trump han bide ku vê cinayetê binuximînin. Di vê çarçoveyê de rojnama  emerîkî ya Niyoyork Timesê nivîsî: Piştî sefera Mayk Pompêo bo Riyazê, 100 milyon dular diravê  Erebistana Siûdî bo alîkariya  bo pêkanîna  aramiyê li Sûriyê li hesabên Emerîkayê  hat rijandin.