Cotmeh 05, 2018 17:18 Asia/Tehran
  • Nihêrîna newekhev a sekreterê giştî yê NATO`yê li hember Îranê

Nihêrîna newekhev a welatên rojavayî li hember alûgorên navça rojava ya Asyayê, wê guherînek li rastiyên niha pêk neyîne û Komara îslamî ya Îranê, wekî welateka bibandor hîn jî rolhebûna xwe ya erênî berdewam dike.

Hewldana ji bo Îrantirsiyê li navça rojava ya Asyayê bi armanca dabînkirina berjewendiyên welatên rojavayî, mijareka nû nîne û ev siyaseta nihêrîna nebaş a welatên rojavayî bi taybet Amerîkayê li vê navçeyê nîşan dide.

Axiftina ji rola xiran û kawilker a Îranê li navçê, çavgirêdana li ser rastiyên niha ye ku koka wê li siyaseta newekhev a welatên rojavayî li seredariya bi welatan e.

Di vê navberê de Jens Stoltenberg (Yêns Stoltênbêrg), sekreterê giştî yê Rêxistina Peymana Atlantîk a Bakûr (NATO), roja çarşemiyê, îdia kir: Welatên NATO`yê dilgiranê kiryarên nearamker ên Îranê li navçê ne û ji bo sekinîna li hember vê pirsgirêkê, ji hêla agahiyan ve hevkariyê dikin.

Behram, Qasimî, berdevkê wezareta karên derve ya Îranê wek berteka li hember îdiaya sekreterê giştî yê NATO`yê got: Berovajî axiftinên sekreterê giştî yê NATO`yê, para zêde ya civaka navnetewî, rola kêrhatî ya Îranê bona dabînkirina aramiyê li navça Kendava Farsê û Rojhilata Navînê, piştrast dikin û eger têkoşîna Îranê li hember komên terorîstên ku têne nasîn, nebûya, îro rojê li gelek ji welat û bajarên ewrûpî, ewlehiya pêwîst tunebû.

Bêguman Komara Îslamî ya Îranê, li navça stratêjîk a rojava ya Asyayê, roleka xwe ya kêrhatî heye û ev xala girîng derveyî vîna desthilatdar a li ser bûyerên navçeyî û cîhanî bûye. Îran, wekî goriyê terorîsmê, ketiye rêze pêşîn a şerrê dijî vê diyardeya şûm û şikesta DAIŞ`ê li Iraqê û bi dawîanîna desthilatdariya terorîstan li Sûriyê, di encama hevkariya bibandor a Îranê bi dewletên qanûnî yên Iraq û Sûriyê serê xwe girtine. Siyaseta zelal a Îranê li şerrê dijî terorîsmê, ji bilî ku navçe xistiye rêya aramî û ewlehiya mayinde, rexeka ewleh jî ji bo paytextên ewrûpî pêk aniye.

Asta herî jorîn a nihêrîna newekhev a welatên rojavayî li şerrê dijî terorîsmê li bûyera êrişa terorîstî ya Ehwazê li başûrê rojava ya Îranê, hate dîtin ku para zêde ya mêdyayên rojavayî, peyva Êrişa terorîstî ji bo cinayeta Ehwazê bi kar neanîn. Ev êrişa pênaseya rastîn a welatên rojavayî nîşan da da xûyanê dera ku berjewendiyên welatên rojavayî hebe, çavên xwe li ser rastiyan girêdidin.

Erebistana Siûdî jî ji wan welatan e ku hertim ji hêla pereyî ve piştgîriya terorîstan dike lê ji ber qazanca dolarên niftê yên Siûdî ji bo welatên rojavayî, ev welata ketiye bin sîvana piştgîriyê ya welatên rojavayî û ji wan Amerîkayê. Ev piştgîriya heta bûye sedema heqareta li Erebistana Siûdî jî lê ji ber ku ev welata ji hêla siyasî û ewlehiyê ve girêdayî ye, roja wê ya xirab ji aliyê welatên rojava û ji wan sekreterê giştî yê NATO`yê ve nayê berçavgirtin.

Ji hêla para zêde ya karzan û mêdyayan, Erebsitana Siûdî, pişta terorîsmê digire û dolarên niftê yên vî welatê Ereb ê rexê Kendava Farsê, şideta li navça rojava ya Asyayê û navçeyên din zêde kiriye. Her di vî warî de rojnama amerîkî ya The Boston Globe (Boston Klûb), vê dawiyê siyaseta newekhev a Waşîngtonê li hember terorîsmê rexne kiriye û nivîsiye: Tu welatek bi qasî Erebistana Siûdî pişta terorîsmê negirtiye.

Ev rojnameya amerîkî nivîsiye: Hemî lêkolînên li ser terorîsma cîhanî nîşan didin ku para zêde ya pereyên ku ji bo El Qayide, Taliban, DAIŞ û komên din ên terorîst hatine xerckirin, ji hêla Erebistanê ve dabîn bûne.

Nûwam Çamskî, çalakvanê siyasî, rexnegirê civakî û zimannasê binavdeng ê amerîkî jî ser vê bawerê ye: Wehabîkirin, fikrên tundrê ne ku di serê rêberên welatê Siûdî da ne û Rejîma Erebistanê pereyeka zav ji bo damezirandina medreseyên wehabî li welatên curbicur xerc dike ku bandoreka pirr bixeter heye.

Ev mukurhatina, rastiya niha ya navça rojava ya Asyayê ye û bi raberkirina îdiayên wekî îdiaya sekreterê giştî yê NATO`yê, wê neguhere û Komara Îslamî ya Îranê, wekî welatekî aştîxwaz, roleka kêrhatî û biberpirsyarî li navça stratêjîk a rojavaya Asyayê û cîhanê heye.