Dengvedana bijartina serokê nû yê parlemana Iraqê
Serê axir piştî çend mehan ewraz û nişêvan, mesela serokatiya parlemana Iraqê çareser bû û Muhemed El-Helbûsî bi dengê piraniya nûneran, wek serokê dewra çaremîn a parlemana Iraqê hat bijartin.
Li encama dengwergirtina ji bo bijartina serokê nû yê parlemana Iraqê, Muhemed El-Helbûsî 169 deng, Xalid El-Ubeydî 89 deng û Muhemed El-Xalidî 4 deng bi dest xistin û serê axir El-Helbûsî ku ji aliyê fraksiyona El-Fathê( nêzîkî Heşda Şebî) dihat piştgiriyîkirin, wekî serokê nû yê parlemanê hat bijartin.
Seyd Riza Sedr ul-Huseynî, karzan û analîzorê pilebilind ê meselên rojava Asiyayê got: Nihêrîna parlemana niha û dewleta pêşerojê ya Iraqê dê li dijî Emerîkayê be. Seyd Riza Sedr ul-Huseynî her wiha diyar kir: Tiştekî pir baş qewimî, ciwanekî ehlê sunne ku serokê herî ciwan ê parlemana Iraqê ye bi enrejiyeke zêde hat bijartin ku bikaribe bona çareserkirina pirsgirêkên Iraqê roleke kêrhatî hebe.
Sedr ul-Huseynî her wiha got: Xercên giran ku Emerîka, Brîtanya û Erebistanê bona pêkanîna bêtifaqî û eşîregeriyê di Iraqê de kirin ,niha ji ber yekitiya gel işket xwar. Wî her wiha got: Gelê Iraqê li şêwaz û pêvajoya parlemana xwe û li hilbijartinên nûnerên xwe ``Na`` yeke mezin dan emerîkiyan. Piştî çend mehan bêbiryariya li ser vê mijarê û piştî hilbijartinên parlemanî ya Gulanê li warê siyasiya Iraqê, serê axir bijartina serokê nû yê parlemana vî welatî, pêngava kêrhatî ya iraqiyan bona biserûberkirina siyasî li dewra piştî DAIŞê tê hesabê.
Gelê Iraqê li Gulana 2018`an li yekim hilbijartina parlemanî ya vî welatî piştî işkesta DAIŞê çûn ser sindûqên dengan lê piştî derketina hin şik û gumanan li bara pêvajoya hejmartina dengan, raghandina encama dawîn a vê hilbijartinê heya meha buhurî jî ma derengiyê, lê tevî hejmartina bi destan a dengên hilbiajrtinê, guherîneke wisa di vê encamê de pêk nehat.
Xala giring eva ye ku bûyerên piştî hilbijartina parlemanî ya Iarqê bû sedem bijartina serokên nû yên hêzên sêalî yên vî welatî yanê serokê parlemanê, serokkomar û serokwezîr paşde bikevin. lê bijartina serokê nû yê parlemana Iraqê mizgîniya vê yekê dide ku Iraq êdî ji valahiya siaysî dûr ketiye. Ev bijartin ku bi dengeke zêde û ji nav komên curbicur ên iraqî cih hat nîşana hevdiliya pêkhatî navbera liv û tevegrên curbicur ên siyasî yên vî welatî ye ku ev pêvajoya rewşê ji bo bijartina serokomar û piştî wê jî bijartina serokwezîr xweş bike.
Li vê navberê , xala balkêş eva ye ku weşandina nûça nameya merceyetê bo hemî partî û koman derheq vê yekê ku `` tu yek ji kesên ku pêştir postek an berpirsiyariyek hebûne, nikarin ser posta serokwezîritiyê de rûnin`` ji aliyê nivîsgeha wî, bû sedem ku teklîfa gel û bi taybet liv û tevegrên siyasî kivş bibe û astengiya li atomisfera siyasî ya vî welatî çareser bibe.
Encameke seretayî ya vê peyama kêrhatî, eva ye ku rewş ji bo nasandina kesayetiyên nû yên kêmtir nasbûyî, lê bi viyan û bihêz li warê siyasî yê Iraqê xweş bûye.
Alûgurên Iraqê nîşan dan ku gotinên Ayetullah Sîstanî dikare careka din mîna fetwaya bi bandor a rawestana li ber DAIŞê, dê Iraqê ji qeyrana siyasî ya niha derxîne û dê palneke nû bo rêveberiya hikûmetê kivş bike.
Hema ev atmosfera siyasî ya nû derfet da nifşe ciwan bona ku li asta siyasî ya Iraqê geşatiayê pêk bînin. El-Helbûsî wekî waliyekî serketî li parêzgeha Enbarê û kesayetiyekî nerm û navînrê li siyasetê tê naskirin ku yekim axiftina xwe piştî ku wekî serokê parlemana Iraqê hat bijartin ser dewama rawestana li ber terorîzmê û çareserkirina pirsgirêkên aborî teqez kir û mizîgîna pêkhatina zirûfên nû li warê siyasî ya Iraqê bona şopandina xwestekên gel û jiholêrakirina mudaxilên bi xal û xerez ên dewletên rojavayê bona biryardayîna bo gelê Iraqê daye.