Îlon 14, 2018 19:33 Asia/Tehran
  • Têkoşîna li hemberî têrorîsmê, Îran nermatîyê nîşan nade

Êrişa mûşekî ya Sipaha Pasdarên Inqilaba Islamî ya Îranê ser meqer û civîna serokên komên têrorîst ên dijî Inqilaba Islamî ku li Herêma Kurdistana Iraqê sitirîne, nîşan da ku Komara Islamî ya Îranê di têkoşîna dijî têrorîsmê de berovajî hin welatên rojavayî, helwestên zelal hene û derbarê parastina ewlehîya netewî, yekperçetîya axê û gefa leşkerî de nermatîyê nîşan nade.

Behram Qasimî berdevkê wezareta karên derve ya Îranê duh wekî berteka li hemberî dilgiranîya wezareta karên derve ya Fransayê derheq êrişa Komara Islamî ya Îranê ser têrorîstên li bakura Iraqê de got: Îranê berî vîya derbarê liv û tevgerên têrorîstî û xirabkarane yên komên têrorîst de hişyarîyên pêwîst dabûn dewleta Bexdayê û rayedarên Herêma Kurdistanê.

Bi dû êrişa mûşekî ya roja şemîyê ya Sipaha Pasdarên Inqilaba Islamî ser meqer û civîna komên têrorîst li Herêma Kurdistana Iraqê, wezareta karên derve ya Fransayê pêgirî li ser rêzgirtina li serwerîya netewî ya Iraqê kir û careka din derheq pêşketina bernama mûşekî ya Îranê dilgiranîya xwe nîşan da. Vê helwesta Fransayê careka din nîşan da ku welatên rojavayî helwesteke durû li hemberî mijara têkoşîna li hemberî têrorîsmê hene. Ew helwesta li şerê dijî têrorîsmê yê li Sûrîyê tam aşkira û eyan e. Welatên rojavayî bi parvekirina têrorîsmê ser Têrrorîsma Baş û Têrorîsma Xirab armancên xwe yên sîyasî pêşde dibin. Lê Îran bi sîyaseteke zelal û isûlî li dijî her cure têrorîsmê ye û sîyaset û pêngavrakirina Îranê di vî warî de zelal e.

Komara Islamî ya Îranê hertim têrorîsm bi hemî şiklên wê û li her dera cîhanê be, bêyî têbînîyên sîyasî şermezar kirîye,mirov nikare derheq rêzgirtina li yekperçetîya axê û mafê serwerîya welatan istandardên durû bi kar bîne, di vê çarçovê de dewleta Îranê bi caran berpirsên dewleta Bexdayê û Herêma Kurdistana Iraqê derheq liv û tevgerên komên têrorîst ên dijberî Inqilaba Islamî yên li axa Iraqê hişyar kiribûn û ji wan xwestibû ku bila bi awayekî teqil li hemberî wan bisekinin. Tevî vê yekê, têrorîstên li bakura Iraqê sitirîne, vê dawîyê di encama çend opêrasyonên têrorîstî de 11 welatîyên îranî li parêzgeha Kurdistanê li rjavaya Îranê şehîd kirin.

Bersivdayîna li hemberî van liv û tevgerana û parastina yekperçetîya axê mafê qanûnî yê her welatekî ye û Îran ji ber ku xwe gorîyê têrorîsmê ye û di xeta pêşîn a têkoşîna dijî têrorîsmê de ye, di warê parastina ewlehîya warê xwe tu wexa nermatî û sistîyê nake. Di vê çarçovê de, Sipaha Pasdarên Inqilaba Islamî roja şemîyê bi 7 mûşekan êrişî meqer û civîna serokên komên têrorîst ên dijberî Inqilaba Islamî yên ku li bakura Iraqê sitirîne, kir. Vê êrişê peyameke watedar heye. Yekem ew e ku Îran di têkoşîna dijî têrorîsmê de û garantîkirina ewlehîya xwe li hemberî hîç welatekî sistî û nermatîyê nîşan nade û têrorîst li her ku bin, dê bike armanc. Ya duyem jî ew e ku Îran di warê parastina yekperçetîya axa xwe de îznê ji hîç welatekî wernagire û bi şîyana xwe ya leşkerî û berevanîyê dê bersiveke serkutkir û qahîm li hemberî her gefeke dijminan bide.

Fermandeyê gişt Sipaha Pasdarên Inqilaba Islamî ya Îranê di vî warî de got ku êrişa ser meqerên têrorîstên li bakura Iraqê, peyameke watedar ji bo hemî dijminan nenaze ji bo wan zilhêzana ye ku fikir dikin dikarin bi şîyan û têknolojîyên xwe gel û welatê Îranê bitirsînin  û armancên xwe yên rezîl û zorbêjîyên xwe ser gelê Îranê de bisepînin. Wî herwiha pêgirî kir ku peyama êrişa mûşekî ya vê dawîyê ser komên têrorîst û dijberê Inqilabê yên li Herêma Kurdistana Iraqê ew e ku baregehên leşkerî yên hemî têrorîstan yên 2 hezar kîlomêtran dûrî me jî li ber dest û êrişa me ne.

Ev şîyana mûşekî û berevanîyê, hêza bibandor û teqil a Komara Islamî ya Îranê di warê sekinîna li hemberî her gef û kiryareke handêr a dijî Îranê de nîşan dide. Di rewşeke wiha de hîç welatek derbarê şîyana berevanîya xwe de muzakirê nake û Îran jî ku sîyaseteke zelal di warê têkoşîna dijî têrorîsm û bêewlehîtîyê de heye, hêza mûşekî ji bo parastina yekperçetîya axa xwe bi kar tîne û sîyaseta welatên din nabe bingehek ji bo iqtidara berevanî û mûşekî ya Îranê.