Îlon 13, 2018 10:45 Asia/Tehran
  • Pêwîstîya paqijkirina Idlibê ji têrorîstan

Hisamedîn Ala nunerê dayimî yê Sûrîyê li nivîsgeha ewropî ya NY û sazîyên navnetewî li Jênêvê li civîna Konseya Mafên Mirovan a NY got: Şamê xwe amade kirîye parêzgeha Idlibê ji lepên koma têrorîst a Cebhet ul Nusre û komên din ên têrorîst azad bike.

Bişar Ceiferî nunerê Sûrîyê li NY jî l iaxavtinekê li civîna Konseya Ewlehîyê ya NY derbarê Idlibê de got ku Şamê biryar daye Idlibê ji têrorîstên Cebhet ul Nusrê paqij bike û vê parêzgehê bizvirîne himbêza welêt.

Antonyo Gotêrêş sêkrêtêrê giştî yê NY jî şeva buhurî got: Rewşa niha ya Idlibê nayê tamulkirin, çawan ku mirov nikare çavê xwe ser komên têrorîst ên li vê navçê de bigire. Li halekî ku sêkrêtêrê giştî yê NY bi awayekî aşkira balê dikişîne ser pirsgirêka ku Sûrîye tûşî êşê kirîye yanî mijara têrorîsmê, welatên rojavayî nemaze Amerîka bi giranî li dijî opêrasyona artêşa Sûrîyê li Idlibê ji bo paqijkirina vê parêzgehê ji têrorîstan in. Dewletên rojavayî bi haykûf û hellahellayan ji wan tawanbarkirina pûç a bikaranîna çekên kîmyewî ji hêla dewleta Sûrîyê ve vê yekê zemîneya komkujîya li vê deverê wesif dikin.

Lê armanca tam û dawîn a wan girtina pêşîya êrişa ser Idlibê û rizgarkirina têrorîstan ji dorpêçbûnê ye. Welatên rojavayî li halekî dewleta Şamê bi vî rengî tawanbar dikin ku Sazîya Qedexekirina Çekêm Kîmyewî bi caran jinavbirina cebilxana kîmyewî ya Sûrîyê di bin çavdêrîya NY de erê kirîye. Çavdêrên sîyasî derbarê sênaryoya ji pêş va hazirkirî ya êrişa kîmyewî li Idlibê de ser vê bawerê ne ku Amerîka van rêbazên fêlbazane wekî hecetekê ji bo rewanîşandana êrişa ser Sûrîyê bi kar tîne. Bi dû pêşketinên artêşa Sûrîyê di yek sala vê dawîyê de, gellek têrorîstan û neyarên hikûmeta Sûrîyê digel malbatên xwe bera xwe dane herêma Idlibê û li piratîkê ev herêma veguherîye hêlûna têrorîstan. Divê Idlib piştî Derayê wekî duyemîn herêma nearam ji destpêka qeyrana Sûrîyê ve bê zanîn. Di çarçova qeyrana Sûrîyê de, destpêkê Dera li başûra Sûrîyê û li rex sînorê Urdinê ji bo cara yekem tûşî nearamîyê bû û bi dû wê Cisr ul Şixûr li parêzgeha Idlibê li bakura Sûrîyê û nêzîkî sînorê Tirkîyê aloz bû û li vî şarî êrişî hin navendên dewletê hat kirin û hejmarek hêzên sûrî bi awayekî hovane hatin kuştinê û ji ber ku ev du bajarana nêzîkî sînor bûn, gotegota destwerdana hin cînaran li qeyrana hanê ketin rojevê. Li gorî amaran 146 hezar têrorîstên ser bi 103 komên têrorîst pêkhatî ji welatîyên 60 welatên cîhanê ji deverên curbicur ên Sûrîyê bi dû paqijkirina deverên curbicur ên Sûrîyê ji têrorîstan ber bi Idlib û Cerablusê va hatine veguhestinê. Helwestên teqil ên dewleta Sûrîyê nîşan didin ku ev welata hîç pişkeke axa xwe naterikîne û azadkirina Idlibê jî di çarçova armancên wiha istiratêjîk de ye û hîç hêzek nikare pêşîya dewlet û artêşa Sûrîyê di warê azadkirina deverên mayî yên welatê xwe bigire.

Mirov dikare pêgirîyê bike ku taktîka welatên rojavayî û Amerîkayê jî idî gellekî aşkira bûye û nikare pêşîya dewleta Sûrîyê ji bo destpêkirina opêrasyona azadkirina Idlibê bigire.

Xala balkêş ew e ku hevgavê işkesta têrorîstan li Sûrîyê, em işkesta piştgirên wan li guhertina hevkêşeyên sîyasî û leşkerî li herêmê dibînin. Di demeke ne ewqasî dûr de Amerîka wekî dîyarkirê kar û baran li Rojhilata Navînê dihate zanîn lê wer xûya dike ku di salên dawîyê de û nemaze di van rojana de, qaşo dewrana zêrîn a Waşîngtonê li Rojhilata Navînê bi dawî bûye û Amerîkayê tenê bala xwe daye ser peyamên twwiterî ku tenê ji bo propagande û nimayişê û nîşana sergirdanî û bêbandorbûna sîyasetên derve û axavtinên rayedarên amerîkî ne.