Îlon 11, 2018 21:17 Asia/Tehran
  • Hevhatina Têhran û Moskovayê derbarê sekinîna li hember kiryarên bi dijminatî yên Amerîkayê

Moskova hes dike ku peywendiyên xwe bi Îranê re bi taybet di warên bazirganî û aboriyê, zêdetir ji berê xurt bike.

Wezareta karên derve ya Rûsyê roja duşemiyê bi weşandina daxuyaniyekê ragihand: Di çarçoveya muzakireyên Sergei Ryabkov (Sêrgêy Riyabkov), alîkarê wezîrê karên derve yê Rûsyê bi Ebas Iraqçî, alîkarê karûbarên siyasî yê wezîrê karên derve yê Îranê li Têhranê de, Rûsye û Îran li ser garantîkirina bidijminatî û botkotên Amerîkayê dijî Îranê lihev kirin.

Li gorî ragihandina wezareta karên derve ya Rûsyê, aliyê ûris li vê hevdîtinê li ser sozdariya Moskowayê li hember Lihevkirina Navokî bi taybet tevî girîngiya vê rastiyê ku Îranê sozên xwe yên li Lihevkirina Navokî cih anîne pêgîrî kir.

Hevkariyên di navbera Îran û Rûsyê de mijarên berfireh ên di warên enerjî, avakirina hêzgehan, geştyarî, tranzît û gemîvaniyê digirin ber xwe. Ev hevkarî roleka girîng li berfirehkirin û geşkirina peywendiyên aborî yên di navbera du welatan de hebûne.

Di vê çarçoveyê de hin fikrên wek pêkanîna yekîtiya ticarî ya di navbera Îran û Rûsyê de raber bûne ku ji aliyê Odeya Bazirganî û pêşeya Rûsiyê û Konseya Bazirganiyê ya În û Rûsyê ve tên şopandin.

Hevhatina duh a her du aliyan li Têhranê jî cureyeka hevgirtîbûna siyasî û aborî li danûstandinên dualî û hevkariyên stratêjîk ên di navbera Îran û Rûsyê  nîşan dide. Hêla girîng a hevhatina di navbera Îran û Rûsyê de, hevdengiya ji bo sekinîna li hember boykotên Amerîkayê li peywendiyên aborî û baziorganiyê di navbera her du welatan de ye.

Ebdulresûl Dîvsalar, karzanê meselên Rûsyê, ser vê bawerê ye: Giranbûna rikeberiyên navçeyî û siyasetên pirsgirêksaz ên Amerîkayê û hin hêzên ewrûpî, girîngiyeka zêdetir daye peywendiyên di navbera Îran û Rûsyê de.

Analîzorên meselên aboriyê ser vê bawerê ne ku bi zirûfên ku li peywendiyên di navbera Îran û Rûsyê de pêk hatine, meriv dikare bi zûtirkê bibe şahidê peywendiyeka kûrtir a di navbera du welatan de. Niha dema sûdwergirtina ji zirûfan e.

Mirtiza Xansarî, karzanê meselên navnetewî ser vî bawerî ye: Îran û Rûsye bi hebûna zimhêrên mezin ên enerjiyê di warên nift û gazê de, dikarin pişkeka berbiçav a  birêveberî û ewlehiya enerjiyê li cîhanê bikin ya xwe û cîhanê ber bi pergala ducemserî ya ku para zêde ya welata piştgîriyê didinê ve bibin.

Rêberê giranqedir ê inqilaba islamî ya Îranê şeva buhurî li hevdîtina digel Vladimîr Pûtîn serokomarê Rûsîyê got ku hevkarîya Îran û Ûrsêtê derbarê mijara Sûrîyê de mînakeke berbiçav û ezmûneke gellekî baş a hevkarîya dualî ye ku bi wateya rastî ya hevduxurtkirinê ye.

Hezretê ayetulah Xaminêyî di vê hevdîtinê de pêgirî kir ku hevkarîyên dualî yên di navbera Îran û Ûrsêtê de dikarin meseleyên cîhanî jî bigirin ber xwe û dîyar kir: Yek ji babetên ku her du alî dikarin ser wê bi hev ra hevkarîyê bikin, mijara kontrolkirina Amerîkayê ye, çimik Waşîngton xeterek ji bo mirovantîyê ye û kontrolkirina wê jî pêkan e.

Rêberê giranqedir ê Inqilaba Islamî rewşa Sûrîyê mînakeke serkevtî ya kontrolkirina Amerîkayê zanî û got: Amerîkî niha li Sûrîyê pêrgî işkesta rastî bûne û negihîştin armancên xwe.

Hezretê ayetulah Xaminêyî boykotkirina Îran, Rûsîye û Tirkîyê ji hêla Amerîkayê ve xaleke hevpar a gellekî xurt ji bo berfirekirina hevkarîyan zanî û got: Îran û Rûsîye divê tevî berfirekirina hevkarîyên sîyasî û aborî, rêketinamên li civîna Têhranê bi awayekî ciddî bişopînin.

Serokomarê Rûsîyê jî di vê hevdîtinê de ji ber ku hin alîyên Rêketinama Atomî pêbendê sozên xwe nînin heyf û mixabinîya xwe nîşan da û got: Amerîkîyan bi pêngavên nelicî rewş xirab kirin û ewropî jî ji ber ku girêdayîyê Amerîkayê ne, ya Amerîka dike dikin, herçend ku dibêjin bi dû hin rêyan bi merema parastina Rêketinama Atomî jî digerin.