Îlon 08, 2018 17:03 Asia/Tehran
  • Hegera aloziyên nav Besrê

Aloziya nav Besrê li başûra Iraqê ji sêşemiya bihurî 4 Îlonê destpê bûye û heta niha 11 kes hatine kuştin û bi dehan kes jî birîndar bûne.

Piştî şîdetpeydakirina aloziyên nav parêzgeha Besrê qumandihiya operasiyona hevpar bilî viya ku ragihand ev rudawên wiha ajawegêriye ferman daye hêzên ewlehiya Iraqê ku bi hêz û qawet li hemberî van cure ajawegêriyan rawestin.

Her li vê çarçîvê hatiye ragihandin ku hinek din ji hêzên ewlehiya Iraqê ji Bexdayê bo Besrê hatine şandin.

Niha pirs evaye ku hegera van aloziyên nav Besrê çi ne? bona vê pirsê du bersiv hene, bersiva ewilê evaye ku xîm û binyata van aloziyan digehêje vê yekê ku ji ber nebûna xizmetguzariyên civakî xelkê Besrê nerezamendiya xwe dane diyarkirin. hatiye ragihandin ku ji nezera xizmetguzariyên civakî xelkê Besrê pirsgirêkên zav hene , wekî pirsgirêkên ilîktirîk û ava vexwarinê û zêdebûna bêkariyê li vî bajarî.Komîsariya heq û mafê mirov bal kişandiye ser belgeyên ber dest û lêkolînên xwe û ragihandiye ji ber qirêjbûna ava vexwarinê ya Besrê 20 hezar welatiyên Besrê rastî nexweşiyan hatine û li nexweşxanan dane.

Xelkê nerazî yê Besrê bawerin ku rewşa nihaye nav vî bajarî heqê parêzgeha wan nîne ji ber ku ewna bawerin parêzgeha Besrê ji parêzgehên herî dewlemende Iraqê ye.

Babeta dudyan a rudawên duh li Besrê ji wan agirberdana Konsûlxana Komara îslamî ya Îranê li vî bajarî dertêxe ku pîlanek li halê îcrabûnê ye ku pilana vê pîlanê netenê dijî xelkê Besrê ku dijî hemû xelkê Iraqê ye.

Eşkeraye eger xelkek ji ber nebûna xizmetguzariyên civakî nerazî ne, eva nabe heger ku êgir berdene Konsûlxana welatekî din, her çend li vê barê gere ku lawaziya hêzên ewlehiya Iraqê yên ku berpirsê parastina Konsûlxana Îranê li Besrê ne gere ku neyê înkarkirin.lê rastî evaye ev xebatên wiha ji aliyê wan kesan tê Organîzekirin ku hema eva çend mehin dixebitin neyariyê têxin navbera Komara îslamî ya Îranê û Iraqê.

Hegera din ku bibaşî nîşan dide ev rudawên ku li nav Besrê diqewimin pîlana welatên derveyî ye û kirêgirtiyên wan li nav Besrê fermanên wan îcra dikin, evaye ku pêge û meqerên Heşda Şeibî li nav Besrê jî hatine şewitandin , eva li halekê ye ku hema xelkê Iraqê bi xwe xîmdarê damezirandina Heşda Şeibî bûne û hegera serekeye pêkhatina vê hêza gelanî jî sekinîna li hemberî grûpa terorîstî ya DAIŞ`ê bû, li halê ku hema li berevaniya ji xelkê Besrê gelek ji hêzên Heşda Şeibî li şerê dijî terorîstan şehîd bûn.

herwisa rêberê neraziyên Besrê jî hema eşkera ragihandin ku şewitandina pêgehên Heşda Şeibî li nav vî bajarî karê wan nîne û karê kirîgirtiyan e.

Aloziyên nav Besrê eger neyên kontrolkirin dê dûhatên xwe yên nebaş hebin , her çend karbidestên Iraq û Îranê rudawên Besrê mehkûm kirin û ser sekinîna li hemberî van rudawan sekinîn lê hema li vê çarçîvê wezareta karên derve yê Iraqê li daxûyaniyekê ragihand ku agirberdanaKonsûlxana Îranê li Besrê dê derbê li berjewendiyên Iraqê û peywendiyên Bexdayê tev welatên dine cîhanê ji wan Îranê xîne.

Dûhata dine nebaş a rudawên Besrê, bê şik tesîrdanîna ser rewşa siyasî û ewlehiya Iraqê ye , li halê ku bona pêkanîna dewleta nû li nav Iraqê aliyên siyasî bi hevra neyariyên micid hene, ev rudawên wiha dê van neyariyan kûrtir bike. Iraq eva mudehekî kême ku ji destê terorîstên DAIŞ`ê azad bûye û bê şik rudawên Besrê dê dîsa bibe sebeba zêdebûna neêminiyan li nav Iraqê.

Her li vê çarçîvê Seyîd Emar Hekîm rêberê bereya Hikmeta netewî ya Iraqê li daxûyaniya xwe bilî diyarkirina nîgeraniya xwe li bara rudawên vê dûmahîkê li Besrê , êrişa ser Konsûlxaneya Komara îslamî ya Îranê li vî bajarî bi şîdet mehkûm kir û ragihand ku xebatên wiha dê dûhatên bi xeter ji bo gelê Iraqê hebin.