Îlon 06, 2018 18:22 Asia/Tehran
  • Nêrîna Rêber: Berfirehbûna pergala îslamî tevî hemî dijminatiyan

Rêberê Giranqedr ê Înqilaba Îslamî roja Pêncşemê anku îro li hevdîtina bi serok û endamên Meclisa Şarezayên Rêberiyê destnîşan kir ku tevî hebûna dijminatî û komployên cûrbicûr, pergala îslamî weke Şecereyeka Teyibe ye ku bi kok û bingehên xwe yên xurt li halê berfirehbûn û mêwe û hasildayînê ye.

Rêberê Giranqedr ê Înqilaba Îslamî, Hezretê Ayetullah Xamineyî îro anku Pêncşemê li hevdîtyian bi serok û endamên Meclisa Şarezayên Rêbertiyê bi gotina vê yekê ku rewşa îro rewşeka hestiyar e, got: ``Hestiyariya rewşê ji ber vê yekê ye ku pergala îslamî bi pêngavrakirina li riyeka nû  û hilêxistina nêrîn û rayên ciyawaz di heyamam çil salên bihurî da, berovajiya tevgera giştî ya îstikbarê û pergala serdest a cîhanî meşiyaye``.

Bi serketina Înqilaba Îslamî di sala 1979an da, Pergala Îslamî bi edebiyateka nû derbasî pergala navneteweyî bû ku li tu yek ji blokên Rojhilat û Rojava da cih nedigirt û bi awayê serbixwe û derveyî vîn û îradeya pergala serdestîxwaz  rola xwe lîstiye. Ev modêl û rêbaza hikûmetê roja îro bi derbasbûna 40 salan ji emrê xwe, bûye dareka mezin ku li hemberî her cûre ba û bahûzekê bi qahîmtî rawestiyaye. Dijminan bi serketina Înqilaba Îslamî her şêwazek bi kar anîn da ku pêşiya pêşketin û berfirehbûna pergala Îslamî bigirin, lê niha ev pergal bi tecrubeya xwe ya çil salî li warê cûrbicûr  hema wisa li halê hereketa ber bi armanca bilind e.

Heke demekê fêl û rêbaza dijmin rûbirûbûna rasterast  ji wan birêxistina şer û tevgerên têrorîstî ji bo rawestandina Înqilaba Îslamî bû, lê roja îro wan berê xwe dane şerê aborî û derûnî da ku li gorî fikirîna xwe bi pêkanîna nerazîtiyên gelanî ji hndir va, pergala îslamî tûşî kêşeyê bînin. Hevdem digel hebûna bi wate ya Komara Îslamî ya Îranê li navçeyê û hebûna rola çalak û bibandor li hevsengiyên navçeyî, dijminên Înqilaba Îslamî li halê komploya aborî û şerê derûnî ne. Tevî hebûna hin meseleyên rêvebriiyê yên dewletê li babeta aborî da, lê dijmin jî li halê pêkanîna kiryarên dijminane ne da ku rewşeka tijî bêhêvîtîyê ji bo gel li nav civakê pêk bînin da ku di dawî da bigihêjin armancên xwe. Li vê çarçovê Rêberê Giranqedr ê Înqilaba Îslamî got: ``Li ser esasa agahiyên ku li ber destê me ne, rêxistinên sîxoriyê yên Amerîka û Rêjîma Siyonîst bi piştevaniya malî ya Qarûnên navçeya derdora Îranê, hin rêxistin ji bo vî şerê mêdyayî bi rê xistine û bi awayê ciddî li halê plandarêştin û hewildana ji bo alozkirina atmosfêra teblîxatî û fikrî ya civakê ne``.

Ev şerê derûnî û mêdyayî ku bi serkirdayetiya Amerîkayê li dijî Îranê hebûye û li pey derketina yekalî ya waşîngtonê ji Lihevkirina Atomî tê şoapndin, li dû bawerandina tengasiyê li pergala îslamî ye da ku bi vî rengî visa nîşanî xelkê bide ku ev hikûmet û pergal êdî bersivê nade. Li vê çarçovê dema ku gotinên rayedarên Amerîkayê tên dîtin, dijminatiya herî zêde ya Amerîkayê bi gelê Îranê û pergala îslamî ra aşkira dibe. Helwêstên vê dawiyê yên Donald Trumpê serokomarê Amerîkayê li dijî Îranê vê yekê nîşan dide. Trump roja Çarşemiyê li hevdîtina xwe bi Mîrê Kuwêytê li Koşka Sipî bi wehm û xeyalê îdia kir ku Îran di heyama du salên bihurî da bi giştî guheriye û niha tenê li dû dewama mayîna xwe ye.

Ev gotinên bi wehm û xeyal ên Trump nîşana zêdetirîn dijminatî, bêşermnî û dijayetiya Amerîkiyan bi Îranê ra ne. Di dîroka 40 salî ya Înqilaba Îslamî da, gellek mînak û şahedî tên dîtin ku her carê dewletên cûrbicûr ên Amerîkayê dijî Îranê komplo kirine, tûşî işkestê bûne. Guhertina rêjîmê li Îranê û hilweşandna pergala îslamî, armanca sereke ya Amerîkayê û ev mijar li gotinên bêşermane yên van rojan ên endamên dewlêeta Trump bi aşkiratî tê dîtin. Rawestan û yekîtiya gel û hemî rêxistinan hertim nihêniya serketina Îranê li warê derbasbûan ji komployan bûye. Roja îro jî li şerê aborî yê giştalî yê dijmin, Îran bi siyasetdanîna durust û bi hişmendiya li hemberî vê komployê, dê serketî jê derbas be. Li vî warî da, Rêberê Giranqedr ê Înqilaba Îslamî destnîşan kir: ``Heke em li hemberî dijminan rawestin, ew dê neçar bin ku paşve bikişin û bi tewfîqa Xwedê em ê istikbarê neçar bikin ku çok li erdê dayne û emê vê mînakê nîşanî hemî dinyayê bidin ku heke alîgirên îslamê amadeyî berevanî û têkoşînê bibin, dê teqez ser bikevin``.