Tebax 24, 2018 19:04 Asia/Tehran
  • Qurbanîkirina jin û zarokên yemenî; rojekê piştî Cejna Qurbanê

Tenê rojekê piştî Cejna Qurbanê, firokeyên şêr ên Hevpeymaniya siûdî bi bombebaran gundê El Kûyiyê li şaristana El Dureyhemiyê li Hudeydeyê, 27 zark û 4 jin qurbanî kirin.

Bombebaran navçeyên cûrbicûr ên Yemenê û kuştin û birîndarkirina jin û zarokan ku ji aliyê firokeyên şêrr ên siûdiyan va pêk tê, bûye ``Çîroka bêdawî`` ya yemeniyan. Ev cinayet tenê li parêzgeheka taybet a Yemenê pêk nayê, belkî navçeyên cûrbicûr ên Yemenê şehedê cinayeteka visa diltezîn in. Cinayeta roja bihurî li parêzgeha Hudeydeyê pêk hat, li halekî ku firokeyên şêrr ên siûdî roja 9ê Tebaxê jî otobûsê hilgirê zarokên yemenî li bajarê Zeyhanê li parêzgeha Seideyê dan ber êrîşê ku di encamê da zêde ji 120 zarok hatin kuştin û birîndar bûn.

Li viya ku kuştin û birîndarkirina jin û zarokan ku ji çînên herî bindest û bêguneh ên civakê ne, cinayeteka mezin e, tu şik û gumanek tune. Evdilselam Elî cabir, berdevkê fermî yê dewleta Rizgariya  neteweyî ya Yemenê, got ku dewama cinayetên hevpeymaniyê deheqê welatiyên sivîl nîşana hovîtiya wê ye. Li vî halî Rêxistina Berevaniya ji mafên jin û zarokan  nasyar bi Rêxsitina ``Intisaf``ê jî tevî şermezarkirina cinayeta roja bihurî ya firokeyên şêrr ên siûdî, êrîşa li ser zarok û jinan ku komên herî lawaz ên civakê ne, li dijî dînê îslamê, binpêkirina qanûnên navneteweyî yên mirovdostiyê û mafên mirovan da zanîn û ew wek ``Cinayeta Cengî`` binav kir.

Xala girîng li ronkirina cinayetên berdewam ên Alê Siûd li dijî zarok û jinên yemenî ev e ku ev cinayet ``Bi armanc û bi bername`` û bi saya ``Bêtevgerî  û sersariya`` civata cîhanî ji wan Konseya Ewlehiyê ya Rêxistina Neteweyên yekbûyî (NY) pêk tên, mijara ku Mihemed Elî El Husî, jî amaje pê kir. Mihemed Elî Husî, Serokê Komîteya bilind a serhildana Yemenê, bi gotina vê yekê ku êrîşa li ser welatiyên sivîl û zarokên yemenî ``Siyaseta Neguhêrbar`` a hevpeymaniya destdirêjker e ku ser esasa bernameyekê û bi armanc diqewime, got: Rêxsitinên navneteweyî û NY bi helwêsta lawaz derbarê cinayeta Riyazê li Yemenê, hindik avrûya xwe ya mayî jî ji dest dane.

Li halekî ku berûlayekî girîng ê gotûbêja hêzxurtên cîhanî û yek ji girîngtirîn aliyên çalakiya NY, qeyrana Sûriyê ye, lê şerê dijî Yemenê ku jin û zarok goriyên wî yên sereke ne, tu cîgehek li gotûbêj û civînan tune. Heke di heyama 41 meha ku ji şerê Erebistan û Imaratê dijî Yemenê derbas dibe, civata cîhanî bi taybet Konseya Ewlehiyê ya NY bertekeka tund nîşanî van cinayetên Alê Siûd bidana, Alê Siûd û Hevpeymanên wê nediwêrîn cinayetin visa bi vê hêsaniyê û li dû hev pêk bînin. Sersarî û bêdengiya rêxistinnê navneteweyî, Alê Siûd ji bo dubarekirina cinayeta cengî wêrektir kiriye.

Ev tenê Erebistan û Imarat nînin ku li şerê dijî Yemenê tûşî işkestê bûn, NY û hêzxurtên mezin jî ji derdayiyên şerê dijî Yemenê ne, ji ber ku NY bi bêdengiya xwe nîşan da ku darê destê welatên hêzxurt e û hêzxurtên mezin  û dawakerên mafên mirovan jî bi bêtevgeriya derheq cinayetên Alê Siûd dijî Yemenê nîşan dan ku ne tenê hêjatiya hebûna mafê Vetoyê tunene, belkî hêjatiya wan a biryardana li karên cîhanî jî tune.