Tebax 17, 2018 19:47 Asia/Tehran
  • Dewama sîyasetên bikîn ên Amerîkayê li hemberî Îranê

Amerîkayê piştî vekişîna ji Rêketinama Atomî ya digel Îranê, sîyaseta dijwarkirina zexta ser Îranê ya di warên curbicur de girtîye ber xwe.

Donald Trump serokomarê Amerîkayê di 8`ê Gulanê de bi dubarekirina buxtanên pûç ên li dijî Komara Islamî ya Îranê, vekişîna Amerîkayê ji Rêketinama Atomî û sepandina dubare ya boykotên navokî di heyama 3 heta 6 mehên bê de ragihand.

Dewra yekem a boykotên Amerîkayê yên li dijî Îranê ji roja 7`ê Tebaxê ve destpê bû ku ev yeka pêrgî nerazîbûna berfire ya navnetewî bû. Dewra duyem a wan boykotana jî ku kirrîna nifta Îranê digire ber wê ji 4`ê Mijdarê ve destpê bibe.

Armanca sereke ya Amerîkayê têkildarî sepandina duqonaxî ya boykotan di rewşa niha de, girtina pêşîya firotina nifta Îranê û girtina pêşîya her cure danuistandina darayî, bankî, ticarî û a aborîyê ya digel Îranê û li dawîyê têkçûna aborîya Îraên ye. Di rastîyê de Amerîkayê şerekî aborîyê yê berfire li hemberî Îranê destpê kirîye. Di vê çarçovê de Mike Pompeo wezîrê karên derve yê Amerîkayê ragihand ku wezaretxana di bin fermana wî de ``komeke pêngavrakirina taybet`` ji bo meşandin û hevdengkirina hewildanên l idijî Îranê piştî vekişîna Amerîkayê ji Rêketinama Atomî pêk anîye. Li gorî gotina Pompeo, Brian Hook rêvebirê nivîsgeha kivşkirina sîyasetê ya Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê serokatîya wê komê dike. Kesê ku berî vekişîna Trump ji Rêketinama Atomî sergêrê muzakirên Waşîngton-YE`yê ji bo tişta ku ``serrastkirina vê rêketinamê dihat binavkirinê`` bû. 

Brian Hook dibêje ku Waşîngton dê li hemberî Têhranê istiratêjîyeke tam bigire ber xwe. Armanca koma wî jî hewildana di asta cîhanê de ji bo guhertina serederîya Îranê ye. Heke Îran di warê guhertina bingehîn a serderîya xwe de sozdarîyê nîşan bide, wê demê mirov dikare basa gotûbêja digel Îranê bike. Di rastîyê de armanca pêkanîna vê koma taybet, razîkirina welatên din ji bo hevrêtîya tev Waşîngtonê di warê şidandina zextên ser Îranê da ye. Armanca fermî ya vê koma taybet çawan ku serokê wê jî ragihandîye, peyrewîya Îranê ji wan 12 mercan e ku çendekê berî vîya Mike Pompeo wezîrê karên derve yê Amerîkayê ji Îranê daxwaz kir ta ku bi vî awayî guherîna serederîya Îranê di van waran de serê xwe bigire. Amerîka di vê çarçovê de dixwaze bernama navokî ya Îranê tam bê rawestandin, bernama mûşekî ya Îranê jî tam bê rawestandin û Îran sîyaset û pêngavên xwe li herêmê rawestîne.

Di rastîyê de Amerîka bi dû rûxandina pergala Komara Islamî ya Îranê ye. Di vê çarçovê de heta niha tîmeke wezareta karên derve ya Amerîkayê û wezareta xizînedarîyê seredana zêde ji 24 welatan kirîye û derbarê boykotên dijî Îranê de bi wan welatan re axivîye û di mehên bê de jî wê seredana çend welatên din bike. Amerîkî idia dikin ku muzakirên erênî pêk anîne û hêvîdar in ku welatên bikirrê nifta Îranê alîkarîyê bidin serêxwegirtina armanca Waşîngtonê ya rawestandina tam a kirrîna nifta Îranê û sozdarê wê bimînin. Lê rewş nîşan dide ku hêvîya Waşîngtonê derbarê boykotkirina nifta Îranê de pûç e, ji ber ku mişterîyên sereke yên nifta Îranê yên wekî Çîn û Tirkîyê hela jî nifta Îranê dikirrin û Hind jî dixwaze nifta Îranê kirre.

Herwiha idiaya amerîkîyan ya ku dibêjin bi girtina pêşîya nifta Îranê li bazarên navnetewî tiştek naqewime, nerast e. Çalakên bazara niftê pêşbînî dikin ku boykotên Amerîkayê dijî firotina nifta Îranê dikarin bibin sedem ku bihaya bermîleke niftê raber 150 dolarî.

Pierre Andurand şarezayê karên niftê dibêje: Nifta zêde ya OPEC`ê niha daketîye asta herî kêm a di dîroka vê sazîyê de. Lewma dê pirsgirêkeke mezin di pêşerojê de derkeve û bihaya bermîleke niftê mideha 2 salên bê de yê rabe 150 dolarî ku ev yeka jî wê bandoreke xirab li geşatîya aborîya cîhanê bike û dê gellek welat jî vê yekê qebûl nekin. Tevî ku di dewra yekem a boykotên dijî Îranê de hevgirtîyên ewropî yên Amerîkayê û welatên din bi Waşîngtonê re hevrê nebûne û Amerîka tenê bi zorê hewil dide welatên din neçar bike ku boykotên dijî Îranê berçav bigirin.