Tebax 17, 2018 19:03 Asia/Tehran
  • Imaratê careka din ji Qeterê bi heceta piştgirîya ji Tirkîyê rexne kir

Biryara dewleta Qeterê ya sermayeguzarîya bayê 15 milyard dolaran li Tirkîyê pêrgî rexneya Imaratê bû.

Dewleta Qeterê biryar da ku bi merema piştgirîya ji Tirkîyê li hemberî boykotên Amerîkayê, bayê 15 milyard dolarî li wî welatî sermayê bi kar bîne.

Biryara Qeterê ji bo sermayeguzarîya li Tirkîyê, zêdetir ji vîya ku neyarîya li hemberî boykotên Waşîngtonê yên li dijî Enqerê be, pêngaveke cebirandinê li hemberî Tirkîyê ye. Piştî ku Erebistan, Imarat, Behrêyn û Misrê di Hezîrana sala buhurî de peywendîyên xwe yên dîplomatîk bi Qeterê re rawestandin û ev welata xistin ber zextê, Tirkîyê zêdetir ji her welatewkî pişta Qeterê girt û heta leşkerên xwe şandin vî welatî. Di rastîyê de Tirkîye qazanckirê sereke yê gêreya di navbera Qeterê û wan 4 welatên ereb de bû. Niha jî dewleta Qeterê bi ragihandina sermayeguzarîya bayê 15 milyard dolaran li Tirkîyê, bi curekê pêngava cebirandinê li hemberî Tirkîyê rakir.

Mijareke din ew e ku Tirkîye û Qeter welatên herî girîng ên piştgirê Bereya Ixwanî li herêma Rojhilata Navînê ne. Duha û Enqerê di salên buhurî de piştgirî dan pêkhatina Pergala Ixwanî li welatên Ereb û piştî ku bi derbeya rayedarên leşkerî li Misrê, Ixwanî ji desthilatê hatin wêdebirinê, Tirkîye û Qeter bûn rexnekirê herî girîng ên vê rewşê û tişta ku li Misrê qewimî, derbe bi nav kirin û şermezar kirin. Piştî wêdebirina muhemed Morsî serokomarê Misrê, vî welatî peywendîya herî kêm bi Qeter û Tirkîyê re heye. Bihêzbûna peywendîyên Qeter û Tirkîyê di rewşa niha e jî vê yekê nîşan dide ku van du welatana têgiheştineke hevpar derbarê pergala sîyasî ya niha ya li Rojhilata Navînê hene.

Rexnekirina Qeterê ji hêla Imaratê ve jî zêdetir ji her tiştî ji wan du sedemana çavkanîyê digire. Imarat wekî Erebistanê ji ber bihêzbûna peywendîyên Qeter û Tirkîyê kêfxweş nabe. Ji ber ku ev rewşa ji alîkî va bi wateya işkesta sîyaseta 4 welatên Ereb a li dijî Qeterê ye û ji hêla din ve bi wateya dewama piştgirîya Qeterê ji Ixwanîyan e. Mijara ku Imarat, Erebistan, Misr û Behrêyn ewê gefeke ciddî li hemberî ewlehîya xwe dizanin. Lewma Imarat zêdetir ji vîya ku ji ber sermayeguzarîya bayê 15 milyard dolaran a Qeterê li Tirkîyê dilgiran be, ji ber berfirebûna peywendîyên Duha û Enqerê û bandora vê yekê ser helwesta 4 welatên ereb ên li dijî Qeterê û herwiha bandora wê ser pergala Rojhilata Navînê dilgiran e. 

Enwer Qerqaş wezîrê rawêjkar li karên derve yê Imaratê sermayeguzarîya bayê 15 milyard dolaran a Qeterê li Tirkîyê ``kirrîna desthilat û hakimîyetê bi dirêv`` bi nav kirîye û ji vê yekê rexne kirîye. Ev rexnekirina Qerqaş li halekî ye ku Imarat û hin welatên din ên Ereb hikimdarîya xwe bi kirrîna alavên leşkerî ji Amerêkayê û welatên din ên rojavayî garantî dikin.

Meseleya din ew e ku rexnekirina Imaratê ji ber sermayeguzarîya Qeterê li Tirkîyê vê yekê nîşan dide ku gêreya di navbera 4 welatên Ereb ên Imarat, Erebistan, Misr, Behrêyn û Qeterê de netenê kêm nebûye belkî hela jî gêreyeke xurt e û wer xûya nake ku bi dawî were. Dewama vê gêreyê zêdetir ji her tiştekî bi wateya işkesta helwesta van 4 welatana li hemberî welatê piçûk ê Qeterê ye.