Hefteya 16`an a xwenîşandana Vegerê bû îniya bixwîn a Xezê
Xelkê Xezê li halekê duh hefteya şanzdehemîn a xwenîşandana Vegerê li dar xistin ku leşkerên îsraîlî ber bi xwenîşanderan ve gulle avêtin û nûciwanekî filistînî şehîd kirin û 50 kesên din ji wan 5 jinan birîndar kirin û bi vî awayî îniyekî bixwşîn ji bo xelkê Xezê pêk anîn.
Meşa bi aşitî ya mafê vegerê ji 30 Adarê ve bi muansibeta roja erdê li zîvala Gazayê û erdên dagirbûyî destpê bûye û tim didome. Ev xwenîşandana sê armancên xwe yên sereke hene ku ya yekê mafê vegerê ya filistîniyan, ya dudiyan bi dawîhatina dorpêça Xezê û ya sêyan jî sekinandina cinayetên Îsraîlê ye. Ev sê armanc tam rewa û mafê qanûnî yê filistîniyan in. Bi vî halî rejîma dagîrkerê Qudsê li hember van xwenîşandanên aştiyane sê stratêjî girtine ber xwe.
Stratêjiya yekem a Rejîma Îsraîlê, serkutkirina xwenîşandanê bi êrişa ser neraziyan e. Di encama vê stratêjiyê de ji roja 30`ê Adara 2018`an ve heya niha 137 filistînî şehîn bûne û zêde ji 15 hezar kes jî birîndar bûne. Li gorî gotineka din di vê midehê de rojê zêde ji kesek şehîd bûye û zêde ji 141 kes jî birîndar bûne.
Ev cinayeta anegorî belgeyên zav ên mafên navneteweyî, cinayetên cengê û paqijkirina etnîkî tên hesêb lê Konseya ewlehiyê ya Rêxistina Neteweyên yekgirtî (NY), tu biryarnameyekê dijî Îsraîlê neweşand ta ku careka din siyasîbûna nihêrîna vê konseyê li mijarên mafên mirovan îsbat û misoger bibe.
Stratêjiya duyem a Rejîma Îsraîlê, berdewamiya sûdwergirtina ji planên Amerîkayê û bihêvîbûna li cihhatina plana Danûstandina Sedsalê ye. Her di vê çarçoveyê de, Amerîka bi awayekî fermî di meha Gulana buhurî, balyozxana xwe ya li Qudsa Dagîrbûyî vekir ta ku pêngaveka girîng ber bi cihanîna plana Danûstandina Sedsalê ve rake.
Di rastiyê de Plana Danûstandina Sedsalê ku Cêrad Koşnêr, zava û şêwirmendê Trump, plana wê daniye, Rejîma Siyonîst ber bi şîdeta zêde ya dijî filistîniyan ve han daye ji ber ku ji aliyekî ve, armancên vê rejîmê dabîn dibin û ji hêla din ve jî welatên Ereb jî ji bo piştgîriya ji vê planê ketine bin zext û zorê û sozdariya li hember mijara Filistînê li cem welatên Ereb pirr kêm bûye. Her di vê çarçoveyê de Kobî Mîşêl, lêkolerê Navenda Ewlehiya Netewî ya Zanîngeha Têlavîvê, dibêje kuSozdariya welatên Ereb bi taybet Siûdiyan li hember mijara Filistînê ji her demeka din kêmtir bûye.
Stratêjiya sêyem a Rejîma Siyonîst jî dewama êrişên herdemî yên ser Zîvala Xezê ye. Rejîma Siyonîst bi berdewamkriina van êrişan, bi awayekî evê peyamê vediguhêze ku ne tenê dorpêça xezê bi dawî nayîne belki wê evê zîvalê bide ber bombeyan jî. Her di vê çarçoveyê de, balafirên cengê yên îsraîlî, sibeha îro şemiyê (14`ê Tîrmehê), pêgeha Îsa Betranê ser bi Gordana El Qesam li navenda Xezê dan ber bombeyan.
Şanzdehimîn îniya xwenîşandana mafê vegerê bona hevgirtina bi xelkê gundê Xan Ehmerê ku di ber destdirêjî cinayetên Rejîma Siyonîstî de ne, îniyê, emegdariya xwe bo El-Xan El -Ehmerê hatiye binavkirin.
Siyonîstan li heftiyên buhurî dixwestin ku bi xopana gundê Xan Ehmerê li Kêleka Rojava ya Çemê Urdinê, bajarokên siyonîstî li vê navçeyê berfireh bikin.
Filistîniyn bi beşdariya berfireh li xwenîşandanên mafê vegerê nêzîkî sînorên zîvala Gazayê hewl didin ku ser mafê vegerê ya awareyên filsitînî bo erdên dagirbûyî û pêwîstiya îbtalkirina zîvala Gaazyê teqez bikin.
Niha li xwenîşandana mafê vegerê ,145 filistînî ji aliyê eskerên Rejîma Siyonîstî hatine şehîdkirin û nêzîkî 16 hezar kesên din jî birîndar bûne ku halê deh kes ji wan xirab e.