Tîrmeh 13, 2018 12:16 Asia/Tehran
  • Taloqkirina posta serokatîya Herêma Kurdistana Iraqê, guhertina pergala sîyasî ya pêwîstîya demê

Parlimana Herêma Kurdistana Iraqê li civînekê posta serokatîya vê Herêmê taloq kir û ragihand ku hilbijartina serokatîya vê Herêmê nayê lidarxistin.

Posta serokatîya Herêma Kurdistana Iraqê ji Cotmeha sala 2017`ê ve heta niha vala maye. Berî vîya Mesûd Barzanî ji sala 2005`ê ve heta COtmeha sala 2017`ê mideha 12 salan serokê Herêma Kurdistana Iraqê bû, lê lidarxistina neqanûnî ya cidabûna Herêma Kurdistanê ji Iraqê di Îlona sala buhurî de bû sedem ku Barzanî bi neçarî ji desthilatê wêde here.

Mesûd Barzanî cara yekem di sala 2005`ê de bi rêka Parlimana Herêma Kurdistanê û cara duyem di sala 2009`ê de bi dengê xelkê Herêmê ji bo serokatîya vê deverê hat bijartin. Li halekî ku li gorî destûra xwecî ya Herêma Kurdistana Iraqê, dewra serokatîya Barzanî divîya di havîna sala 2013`ê de kuta bibûya, parlimana Herêmê bi lihevkirina PDK û YNK ev dewra du salan dirêj kir. YNK û PDK lihev kirin ku hilbijartinên serokatîya herêmê û giştpirsîya destûra bingehîn 2 salan bên paşdaxistin.

Piştî ku ew du sal bi dawî hatin, ne hilbijartina serokatîyê hat lidarxistin ne jî giştpirsîya destûra bingehîn û dewra serokatîya Barzanî 2 salên din jî hat dirêjkirin û vê carê ne bi destê parlimanê belkî bi destê civata dadwerîya Herêma Kurdistana Iraqê hat dirêjkirin.

Dîktatorîyeta hizbayetîyê û meyla Barzanî ji bo dayimîkirina serokatîya xwe li Herêma Kurdistanê bû sedema nakokîyên giran ên navxweyî û daxwazên berdewam ên partîyên dijber ji bo wêdeçûna Barzanîji vê postê. Li dawîyê jî işkesta giştpirsîya cidakirina Herêma Kurdistanê ji Iraqê ku bi pêkutîya Mesûd Barzanî di 25`ê Îlona sala 2017`ê de hat lidarxistin, bû sebeb ku ew ji posta serokatîya Herêmê wêde here û ev posta li piratîkê ji ber lidarnexistina hilbijartinan vala bimîne.

Parlimana Herêma Kurdistana Iraqê jî li halekî taloqkirina posta serokatîya vê Herêmê radigihîne ku biryar e pêncemîn dewra hilbijartinên parlimanê li vê Herêmê di 30`yê Îlona bê de were lidarxistin. Xala girîng ew e ku dewra çaran a parlimana Herêma Kurdistana Iraqê di rewşekê de vê biryara girîng ji bo taloqkirina posta serokatîya Herêmê dide ku karkirina vê parlimanê berî vîya bi destûra Mesûd Barzanî mideha 2 salan hatibû rawestandinê.

Biryara parlimana Herêma Kuridstana Iraqê ji vê hêlê ve ku bandorê li pergala sîyasî ya vê Herêmê dike, girîng e. Heke dewra pêncem a parlimana Herêma Kurdistanê biryara parlimana niha erê bike, dê bi wateya rakirina posta serokatîya vê deverê be û di encamê de pergala sîyasî yê ji serokatîyê bo parlimanîyê bê guhertin. Ev yeka jî serketina sîyasî ya mezin ji bo partîyên rexnekir ên Herêma Kurdistanê yên wek Tevgera Gorranê ye, ji ber ku van partîyana berî niha bi caran xwestin ku pergala sîyasî ya Herêma Kurdistanê ji serokatîyê bo parlimanîyê bê guhertin.

Mehmûd Şêx Wehab yek ji rêvebirên Tevgera Gorranê di Îlona buhurî de got: Fraksyonên Goran, Komela Islamî û hejmarek endamên YNK hewil didin qanûnekê di çarçova rakirina posta serokatîya vê Herêmê li parlimanê bidin pejirandinê ji ber ku em idî naxwazin babetên berê ji wan biryarên yekalî yên serokê Herêmê, girêdana parlimanê, serdestîya li Herêma Kurdistanê û gurrbûna nakokîyên bi Bexdayê re dubare bibin.

Biryara parlimana bê yê kivş bike ka lidarnexistina hilbijartinên serokatîya Herêma Kurdistanê dê bibe qanûneke hertimî û yan ev biryara tenê ji ber şert û mercên niha yên Herêmê û ji ob demeke kurt hatîye dayînê.