Hezîran 30, 2018 19:01 Asia/Tehran
  • Rêberê giranqedir ê inqilabê: Iqtidara rastî ya gelê Îranê ji gel û ser bingeha serxwebûn û azadîyê çavkanîyê digire

Rêberê giranqedir ê inqilaba islamî ya Îranê ragihand ku armanca komploya dijminan xistina nakokî û qelişê di navbera nizama islamî û gel de ye.

Hezretê ayetulah Xamineyî îro li merasima kutabûna dewra perwerdeya efserî ya xwendekarên Zanîngeha Îmam Husên (S) herwiha got: Heke pîvan û parametrên iqtidara netewî bên xurtkirinê û li hemberî dijminan sistbûn û teslîmbûn neyê nîşandayînê, xêrnexwaz wê careka din negihêjin armancên xwe.

Serketina Inqilaba Islamî ya Îranê bi hegerên curbicur zilhêzên zorbêj xistin liv û tevgerê. Vê inqilabê hema ji destpêkê ve nîşan da ku miletek heta bi destê vala dikare bibe çavkanîya guhertinên mezin li danûistandin û muadileyên zilhêzên cîhanê. de.

Zext û dijwarîyên ku inqilabê û Nizma Komara Islamî ya Îranê di 40 salên buhurî de derbas kirine, vê rastîyê nîşan didin ku gelê Îranê ji bo bidestxistina armanc û ramanên xwe, li hemberî hemî zextan disekine û bi awayekî xurt hereketa ber bi pêş didomîne. Di rastîyê de divê mirov geşatîya her şoreşekê di warê bidestxistina armanc û serketinan û herwiha bibandorbûna wê li alûgurên cîhanê de binirxîne. Cîgeha niha ya Nizama Komara Islamî ya Îranê jî divê li gorî van paramêtrana were nirxandin.

Amerîka û rêjîmên rizî yên siûdî û Israîlê herçend ku naxwazin di warê lawazbûna xwe de mukur bên lê ne bi hemdê xwe neçar in ku derheq mezinatîya inqilabê û iqtidara Komara Islamî ya Îranê mukur bên ji ber ku wan nekarîn bi kîn, dijminatî û astengîderxistinan qedrê inqilabê kêm bikin.

Wisan ku rêberê giranqedir ê inqilabê got: Hegera herî mezin ji bo iqtidara gelê Îranê eva ye ku yek ji zilhêzên herî dilreq û xwînrêj ên cîhanê yanî Amerîkayê di 40 salên buhurî de her cure hewl û şerûtîyek ji bo sekinîna li hemberî gelê Îranê daye û kirîye, lê nekarîye derbê li vî gelî bide û li hemberî vê yekê gelê Îranê li pêş ketîye.

Amerîkaya cinayetkar niha careka din bin peymanşikênîya têkildarî rêketinama navnetewî ya atomî û vekişîna ji vê rêketinamê û serpandina dubare ya boykotên zalimane dijî gelê Îranê, şerekî aborîyê yê nû bi hêvîya pûç a sekinîna gelê misilman ê Îranê li hemberî Nizama Islamî destpê kirîye. Amerîka bi xeyala xwe ya pûç hewil dide herî dawîyê şoreşa herî resen a dijî Amerîkayê jî neçar e ku bibe dostê Amerîkayê û bi Waşîngtonê re dest bi danûistandinê bike.

Ev xeyala pûç ji bêaqiltî û nezanîya dijminên Nizama Komara Islamî têkildarî paramêtrên rastîn ên hêza gelê Îranê û vê yekê ku wan hela jî fam nekirine Komara Islamî ya Îranê pergalek bi palpiştîya gel e, çavkanîyê digire.

Noam Chomsky nivîskar û têorîsîyenê navdar ê amerîkî dibêje: ``Heta dema ku Îran serbixwe be û li hemberî serdestîya Amerîkayê xwe netewîne, dijminatî û neyarîyên Amerîkayê wê bidomin, li gorî nêrîna Komara Islamî ya Îranê, Amerîka nayê qebûlkirinê, ji ber ku Têhran çavê xwe ser serxwebûna xwe girênade.``

Tevî hemî komployan, gelê Îranê di 40 salên buhurî de bi awayekî hevgirtî û xurt li hemberî dijminan sekinîye. Di vê qonaxê de jî eyan e ku armanca zextên aborîyê yên Amerîkayê, bêzarkirin û asêkirina gel e. Lê bê guman Amerîka bi vê komployê tiştek bi dest naxe û ev zext,kîn û givaş bê guman dê morala gelê Îranê ji bo sekinîna li hemberî Amerîkayê xurt bikin.