Hezîran 27, 2018 18:23 Asia/Tehran
  • Pêgirîya rêberê giranqedir ê inqilabê ser daxwazên gelê Îranê li hemberî dewekarên mafên mirovan

Hezretê ayetulah Xaminêyî rêberê giranqedir ê inqilaba islamî li hevdîtina digel berpirsên Dezgeha Dadwerîya Îranê got: Di mijara Mafên Mirovan de, Îran li hemberî dewekarên cinayetkar ên rojavayî, daxwazker û serdest e.

Hezretê ayetulah Xamineyî îro li hevdîtina digel serok û berpirsên dezgeha dadwerîya Îranê bal kişand ser karesatên di warê mafên mirovan de yên Amerîkayê li deverên curbicur ên cîhanê û her wiha cinayetên fransî û îngilîsîyan li parzemîna Afrîqayê û nîvgrava Hindê di dehsalîyên bihurî de pêk anîne û got: Di van salên dawîyê de jî piştgiriya welatên rojavayî ji DAIŞ`ê li Sûrîyê û kiryarên wan li Mîyanmarê û deverên din derewên bi dû hev û rezîl ên dewekarên piştgiriya ji mafên mirovan nîşan didin. Gotinên îro yên rêberê giranqedir ê inqilabê li hevdîtina digel serok û berpirsên Dezgeha Dadwerîyê bilî bibîrxistina erka giran û hestyar a vê dezgehê di warê pêkanîna dadpwerîyê û berevanîya ji mafên mezlûman li hemberî zaliman, ji hêlên din ve jî balkêş in. Işareta rêberê giranqedir ê inqilabê ser durûtîya welatên rojavayî di warê mafên mirovan de bi raberkirina belgeyên dîrokî di vî warî de, di rastîyê de pêwîstîya cihanîna erkên cîhanî di vî warî de hilêdixe. Pişkeke vê berpirsîyê nasandina sebebkarên bêdadîyê li cîhanê ji bo raya giştî ye.

Dîrok di vî warî de belgeya eyan e. Heke mirov bala xwe bide ser dîroka welatên ku ji hêla welatên rojavayî va hatine talankirinê, mirov dibîne ku van idiakirên derewîn heta niha gellek cinayet kirine. Belgeyên dîrokê nîşan didin dema şerên serxwebûnxwazîyê li hemberî koledarî û talankirinê destpê bûn, mêdyayên çawan gelê Afrîqayê mirovên şîdetxwaz, dûrî şaristanîyetê û eşîrên mirovxwer didan nasandinê.

Roja îro jî Amerîka bi wan armancana û li gorî têgiheştinên nijadperestane, mafên mirovan kirne emrazek ji bo bidestxistina armancên sîyasî. Li gorî nêrîna Amerîkayê, mirpvê postreş ji aqil û têgiheştinê dûr e û kuştin û heqareta li wî rewa tê zanîn. Serederîyên tund û biryarên nijadperestane yên Trump serkomarê Amerîkayê careka din berdewambûna vê hizrê erê û piştrast dikin.

Ewropîyan ji wan ingilîsî û fransîyan jî bi wan şêwazên ku postsorên amerîkî hatibûn jinavbirinê, dest bi jinavbirina şaristanîyetên afrîqî kirin û her cinayeta ku ji destê wan hat ji ceribandina çekên mîkrobî bigire heta qirrkirin û destavêtina li jin û zarokan kirin.

Dema Olîvêr Tambo yek ji rêvebirên Kongira Netewî ya Afrîqayê ji civaka navnetewî xwest ku ji bo azadkirina Nêlson Mandêla zorê bide ser dewleta Portorîyayê, Ronald Rêygan serokomarê Amerîkayê û Margarêt Taçêr serokwezîra demê ya Ingilîsê bi merema girtina pêşîya boykota aborî ya rêjîma nijadperest a Afrîqaya Başûr, bi vêtoyê pêşîya biryarnama şermezarkirina rêjîma Apartaydê girtin li halekî ku wan tu wexta dest ji idiayên xwe yên di warê mafên mirovan de nekişandin.

Destwerdan û cinayetên Amerîkayê di 40 salên buhurî li Îranê de û piştgirîyên ku van idiakirên mafên mirovan dan Sedamê cinayetkar û koma têrorîst a Munafiqînê, ji bîra gelê Îranê neçûne. Dayîna çekên kîmyewî bo rêjîma Sedam û sernixûnkirina balafira rêwîhilgir a Îranê ji esmanê Kendava Farsê û alozkirina rewşa aborîyê tenê pişkeke ji karnama reş a Amerîkayê ne.

Rastî eva ye ku Amerîka û Ewropaya idiakirê mafên mirovan sebebkarê gellek şer û bêdadîyan in. Amerîkayê û hevpeymanên xwe Efganistan, Iraq û Sûrîye kirine meydana cirîda têrorîstan. Ev babetana pişkek ji wan rastîyan in ku rêberê giranqedir ê inqilabê bal kişand ser wan û got ku divê ew rastîyên nayên inkarkirinê û berbiçav raya giştî ra bê gotin.