Hezîran 22, 2018 14:00 Asia/Tehran
  • Tirkîye û destpêkirina şerê tcarî digel Amerîkayê

Enqerê wek berteka li hemberî biryara Amerîkayê ya zêdekirina baca kirrîna kel û pelên Tirkîyê, wek Çîn û YE`yê basa şerê ticarî digel Waşîngtonê kir.

Nîhad Zeybekçî wezîrê aborîyê yê Tirkîyê şeva buhurî ragihand, Amerîkayê baca pola û bafûnê zêde kirîye, Enqere ji îro ve pêngavên tolhildanê yên aborîyê bayê 266 milyon dolaran li dijî Amerîkayê radike.

Zeybekçî şerê ticarî yê Amerîkayê yê li hemberî welatên curbicur ``nemaqûl, demdirêj û lawazker`` bi nav kir û got: Pêngavên tolhidanê yên Enqerê li hemberî Waşîngtonê kel û pelên curbicur ji wan maşîn, alavên pêşeyî û berhemên pêtroşîmîya Amerîkayê bayê zêde ji 266 milyon dolarî digirin ber xwe.

Donald Trump serokomarê Amerîkayê di meha Adara îsal de biryar da ku baca sedî 10 û sedî 25 li ser kirrîna pola û bafûna ji derve tê kirrînê bisepîne. Ev biryara ji hêla welatên curbicur ên cîhanê ve hat rexnekirin û dişibe şerê ticarî.

Li gorî amaran ticareta di navbera Tirkîye û Amerîkayê di sala 2017`ê de nêzî 19 milyon dolarî bûye ku di vê navberê de Amerîkayê karîye ji nebûna hevsengîya 328 milyon dolarî sûdê wergire.

Di rewşeke bi vî rengî desepandina baca ticarî dê bibe sedem ku hevsengîyek li peywendîyên her du welatan de ser xêra Amerîkayê gellekî jorda here û ev yeka dikare derfirotina berhemên Tirkîyê bo Amerîkayê asteng bike.

Vê mijarê wisa kir ku Tirkîye jî pêngavên tolhildanê li hemberî Amerîkaayê rake. Niha divê mirov li bendê be ka bi gêreyên nû li peywendîyên Amerîka û Tirkîyê ji wan nakokîya li ser firotina balafirên cengê yên F-35`ê bo Tirkîyê û sepandina bacên ticarî, her du welat dê heta çi radeyekê bikaribin ji bo parastina peywendîyên aborîyê yên xwe hewil bidin.

Amanda Sloat pispora Navenda Brookings`ê ser vê bawerê ye ku derbeya serneketî ya li Tirkîyê xaleke werçerxanê li peywendîyên vî welatî û Amerîkayê bû. Bi awayekî ku gellek ber û layên peywqendîyên di navbera Waşîngton  ûEnqerê de pêrgî qeyranê kirin. Qeyrana ku niha aloz û giran dibe û berebere meseleyên nû digire ber xwe.

Mijara sepandina baca gumrikê bi jordaçûna xercên derfirotina kel û pelan bo her du welatan yê şert û mercekê pêk bîne ku di encamê de gellek bikirr û bifiroşên biçûk ên kel û pelan bo derveyî welêt ji ber jordaçûna xercên vî karî idî hez nekin li bazarên van du welatana kar bikin. Ev yeka dikare bi vê wateyê be ku tacirên tirk zêdetir bala xwe bidin ser bazarên Ewropa û Rojhilata Navînê.

Pêşeroja peywendîyên her du welatan jî vê yekê nîşan dide ku panoramayeke erênî têkildarî gêreyên heyî di navbera Waşîngton û Enqerê de tineye û ev ihtimala heye ku di mehên bê de gêreyên nû di navbera her du welatan de pêk bên û bandora xiran a ser asta ticareta hevpar a wan bidome.