Işkesta dudiyan a Erebistanê, Iraq bereberê pêkhatina hevalbendiya nû
Muqteda Sedr, rêberê etvgera Sedrê û Hadî Amêrî, rêberê hevalbendiya hilbiajrtinê ya El- Fathê destnîşan kirin ku ji bo pêkanîna hevalbendiyeke mezintir li parlemanê li hev kirine.
Hilbiajrtina parlemanî ya Iraqê li 12 Gulana 2018`an hat lidarxistin. Mehekê piştî lidarxistina hilbiajrtinên parlemanî li Iraqê û li halekê ku komployek ji bo derketina çer û pevçûna navxwetî an herîkêm astengiyeke siaysî di rojevê de bû, hevalebndiya Sairûnê bi seroaktiya Muqteda Sedir û El-Fathê bi serokatiya Hadî Amnêrî ji bo pêkanîna fraksiyona piraniyê li parlemanê bûn yek da ku kelecana siyasî li vî welatî kêm bibe.
Dikarin bibêjin li Iraqê, hevrikiya siyasî ya hilbijartinê du qonaxên berî û û piştî lidarxistina hilbiajrtinên parlemanî heye. Beriya hilbiajrtinê, partî, kom û lîste jibo bidestxistina serketina li hilbijartinê û bidestxistina kursiyên zêdetir bi hev re hevrikiyê dikin ku li vê qonaxê piyaniya radeyî bes e. Li hilbijrtinên parlemanî ya 2018`an hevalbendiya Sairûnê kariye ku p raniya radeyî bi dest bixe. Lê dîsa jî bidestxistina piraniya radeyî jibo pêkanîna dewletê li iraqê têrê nake ji ber ku pêwîstiya pêkanîna dewletê bi destxistina piraniya tam a 50+1 `e loma gelek lêhûrkar ser vê bawerê ne ku hevrikiyên hilbijartinê li Iraqê heta ji hevrikiyên beriya hilbijartinê jî giringtir e.
Alûgurên piştî hilbijartinên vê dawiyê yên parlemanî eşkere giringiya hevrikî û pêkanîna heavlebndiyê ya piştî hilbiajrtinê li Iraqê nîşan dide.Hevalbendiya Sairûnê bi serokatiya Muqteda Sedr bi bidestxistina 54 kuriyan karî ku piraniya radeyî li hilbiajrtinên Gulana 2018`an bi dest bixe. lê ji bo damezrandina dewletê hevceyî bi 165 dengên parlemanî heye.
Hin welatên biyanî serketina Sairûnê destpêkek ji bo ji hev qediyana şîeyên iraqî dizanîn ji ber ku ser vê bawerê bûn ku Sairûn ku heya astekê ji aliyê Erebistana Siûdî ve hat piştgirîkirin ji komên din ên şîe dûr ketiye loma hin hewldan ji bo pêkanîna hevalbendiya navbera Sairûnê û liv û tevegrên neşîe cih hat û heta hitmala derbasbûna Iraqê nav pevçûnên navxweyî jî ket rojevê.
Raghandina yekitiyê navbera hevalbendiya Sairûn û Fathê ku li hin analîzan wek du komên sereke yên dijberê hev li nav komên şîe dihatin hesabê, nîşana işkesta komployan li li bara Iraqê ye. Cefer El-Mûsewî, berdevkê tevgera Sedrê li vê barê got: Ev yekitiya teoriya şerê navxweyî ku îbtal kir ku işkestxwariyên hilbijartinê li dû wê bûn.
Bi yekgirtina Sairûn û Fathê û hizûra tevgera Hikmeyê li vê hevalbendiyê, rê ji bo pêkanîna piraniya aprlemanî li iarqê xweş dibe ji ber ku Sairûn, 54, Fath 47 û tevgera Hikmeyê 20 kursiyên parlemanî û sercem 121 kuyrsiyên parlemanê hene ku hîn ji bo pêkanîna piraniya parlemanê têrê nake loma hin hewldan ji bo tevlîbûna du hevalbendiyên din ên şîean yanê hevalbendiya dewleta Qanûnê bi serokatiya Nûrî Malikî û El-Nesrê bi serokatiya Heyder Ebadî li yekitiya sêalî ya Sairûn , Fath û Himeyê di rojevê de ye. Li vê çarçoveyê Muhemed El-Ekîlî ji rêberên hevalbendiya dewleta Qanûnê raghandiye ku hitmala pêkhatina hevalbendiya hevpeymaniya neteweyî bi pêkhatieyek nû heye.