Hezîran 02, 2018 16:30 Asia/Tehran
  • Rewşa qeyranî ya abora Tirkiyê

Rewşa aboriya Tirkiyê her ku diçe xerabtir dibe. Gelek aborînas behsa îhtimala qeyrana aboriyê dikin. Gelê paytexta Tirkiyê bajarê Enqerê jî di heman baweriyê de ne. Ew dibêjin divê hikûmet ji bo başkirina rewşa aboriyê demlidest tivdîran bike. Herwiha partiyên opozîsyonê zêdetir li ser rewşa aborîyê ya Tirkiyê radiwestin

Xelkên Enqerê têkildarî rewşa aborîya Tirkîyê dibêjin ku aboriya me ber bi başiyê ve nare. Pir ne xerab e. Her roj zam jorda diçe.  “Pir penaber hatin wergirtin. Pir pere xerc kirin. îsraf pir e. Hemahengiya derhat û xercan têk çûye. Niha hin kes roj bi rojê dewlemendtir dibin û hin kes jî roj bi rojê xizantir dibin. Sîstemeke wiha heye.”

Bihayê lîreyê Tirkîyê li beramber dolar her diçe dadikeve. Rêveberiya AKPê ya bi serokatiya Recep Tayyip Erdogan jî ku 16 sal e Tirkiyê birêve dibe, îdîa dike ku di warê aborî de welat bihêz kiriye.

Ji hêla din ve, niha ku 22 roj ji hilbijartina serokkomar û parlamentoya Tirkiyê re mane, partiyên opozîsyonê zêdetir li ser rewşa aborî ya Tirkiyê radiwestin. Roj bi roj bihayê lîreyê Tirkîyê li hember dolar her diçe dikeve. AKPê û partiyên opozisyona Tirkiyê li ser daketina bihayê lîreyê Tirkiyê, propagendeyên dijî hev dikin.

Serokê Partiya Komarî ya Gel (CHP) Kemal Kiliçdaroglu ragihand: “Ev rewşa ku em di aborîyê de gehiştinê, ne zelal e. Lîreyê Tirkîyê wek berfa ber tavê dihele. Bihayê xwe ji dest dide. Pereyê ku herî zêde li cîhanê bihayê xwe ji dest daye lîreyê Tirkîyê ye. Piştî 16 salan temaşeyî vê rewşê bikin ku em gehiştinê. Deyndartirîn welatê cîhanê Tirkiye ye, ew jî deynên bi faîz. Wate hinek tişt xelet birêve diçin û li cihekî şaşiyeke me heye."

Desthilat daketina buhayê lire wek leyîstik û destekî biqest dide zanîn. Hevdem Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan daxwaz ji xelkê kiriye ku zêrên xwe bikin lîre daku vê givaşa aborîyê ji nav bibin.

Roja 30`yê Gulana 2018`an, Wezîrê Aborîyê yê Tirkiyê Nîhat Zeybekçî ragihand ku di asta hinardekirina Tirkiyê di meha Gulana îsal de li gor heman meha sala borî ji sedî 12.2 zêde bûye û gehiştiye 14 milyar dolaran.

Lê opozîsyona Tirkiyê van amarên hikûmetê red dike û wek propagandeya hilbijartinê bi nav dike. Berpirsên partiyên opozîsyonê dipirsin; eger ev amar rast bin, çima bihayê lîreyê Tirkîyê dadikeve, deynên Tirkiyê zêde dibin û rewşa xelkê bi vî awayî ye?.