May 12, 2018 18:35 Asia/Tehran
  • Hewcedarîya herî girîng a roja îro ya cîhana islamê li gorî nêrîna rêberê inqilabê

Hezretê ayetulah Xaminêyî rêberê giranqedir ê inqilaba islamî, vê sibê li hevdîtina digel pişkdarên kongira navnetewî ya ``rola şîeyan li peydabûn û berfirebûna zanistên islamî``, tifaq û yekitî`` û hereketa cidî ji bo pêşketina di hemî zanistan de`` hewcedarîyên herî girîng ên roja îro yên cîhana islamê zanîn.

Rêberê giranqedir ê inqilabê dema ravekirina vê mijarê, ``paşdemayîna di warê zanistê de`` hegera sereke ya bindestîya cîhana islamê zanî û got: Cîhana rojava piştî çend sedsalên berdewam ên paşdemayîna di warê zanistê de, karî bi sûdwergirtina ji pêşketinên zanistî yên cîhana islamê, darayî û hêza zanistî, leşkerî, sîyasî û propagandeyî ya xwe zêde bike û li dawîyê bi koledarî û talankirinê, welatên islamî xistin rewşa roja îro.

Cîhana islamê wek pişkeke girîng a pergala cîhanê ye. Lewma karabûn, pêşketin û istiqrara cîhana islamê, dê bibe sedema pêşketin û istiqrara cîhanê. Di vê çarçovê de hevkarîya di warê zanist û têknolojîyê di navbera welatên islamî de ji du hêlan ve girîng e.

Hêla yekem a girîngîya vê hevkarîyê, xurtkirina bingehên serxwebûna rastî ser esasa pêşketin û berfirebûna pişkên curbicur ên aborîyê ye.

Hêla duyem, bandora pêşketina di vî warî de, pêkanîna atmosfera hêvî û avakirinê li cîhana islamê ye.

Lewma bi berçavgirtina girîngîya van du pîvanan, hevkarîyên di warê zanistê yên welatên misilman pêwîst e ku ev yeka dikare zemîneyê ji bo guherîna bingehîn û jordabirina rewşa welatên islamî saz bike.

Wisan ku rêberê giranqedir ê inqilabê bal kişand ser zorbêjîya zilhêzên rojavayî li hemberî welatên islamî û peyrevîya hin hikimdarên van welatana ji zorbêjên navnetewî û pêgirî kir: Ev rewşa divê bi saya pêşketina welatên misilman di warê zanistê de bê guhertin û cîhana isalmê diakre careka din li qûçê şaristanîyeta mirovantîyê cî bigire ta ku dijminên islamê û amerîkî nekaribin fermanê bidin serokên welatên islamî û ji wan re bêjin divê hûn ha bikin nabe hûn wiha bikin.

Hezretê ayetulah Xaminêyî ``hereketa Komara Islamî ya Îranê di rêya pêşketina di warê zanistê de`` mînakeke serkevtî zanî û got: Em ê vê rêyê heta bidestxistina asta tam a zanistê bidomînin û Îran berovajî welatên rojavayî amade ye destkevt û pêşketinên xwe yên zanistî veguhêze welatên din ên islamî.

Yek ji şanazîyên Komara Islamî ya Îranê pêşketin û geşatîya berfire û pişkdarîya çalak di warên zanistê de ye. Serketina di warên enerjîya navokî, Nanotêknolojî, berhemanîna silolên bingehîn, zanistên esmanî û avêtina setlaytan ber bi esmîn, ji wan serketinên Îranê di warên zanist û lêkolînê di salên vê dawîyê de ye.

Li gorî raporên navendên zanistî yên cîhanê, leza pêşketina zanistî ya Îranê, di salên buhurî de, 13 qatî asta navîn a cîhanê bûye.

Andêrê Yêvêstiratov şarezaya karên Rojhilata Navînê ji Ûrsêtê bal kişand ser destkevt û pêşketinên Komara Islamî ya Îranê di warê têknolojîyê di van salên dawîyê de û got: Îran di rêza yekem a destkevtên zanistî li cîhana islamê de ye.

Îranê planên handanê di warê berbelavkirina zanistê li cîhana islamê cih anîne û di vê çarçovê de Navenda Zanist û Têknolojîyê ya Mistefa (S) damezirandîye. Ev navenda bi merema rêzgirtina li zanyarên bijare û raberkirina mînakên bêhempa di warê zanist û têknolojîyê ji bo cîhana islamê hatîye damezirandinê. Vê navendê bi lidarxistina pêşbirkên zanistê yên du salan carekê mazûvanîya 90 zanyarên bijare ji 30 welatên islamî di salroja jidêbûna pêxemberê ekrem (S) de, xelat pêşkêşî kesên bijartî kirîye.

Bê şik bihêzkirina hevkarîya di warên zanist û têknolojîyê de tenha rêyek e ku dikare vê armancê pêk bîne. Cîhana islamê hela jî derfetên zêrîn hene ku dikare bi awayekî baş ji wan sûdê wergire.