May 11, 2018 19:14 Asia/Tehran
  • Rêketinama navokî, sîyaseta Îranê û çaverêtîya ji ewropîyan

Bi dû vekişîna Amerîkayê ji rêketinama navokî ya Îranê û Koma 5+1`ê, rawêjkarîyên berfire di warên curbicur da ji bo parastina rêketinama navokî bi mercê dabînkirina berjewendîyên Îranê li halê pêkanînê ne û hevgavê piştgirîya welatên ewropî ji rêketinama navokî, Amerîkayê boykotên nû ser Îranê da sepandin.

Di çarçova derfeta çend hefteyî da ku Îranê daye welatên ewropî ta ku helwestên xwe têkildarî rêketinama navokî bi awayekî zelal ragihînin û zîyana ji ber vekişîna Amerîkayê ji vê rêketinamê bicebirînin, rawêjkarîyên berfire yên sê welatên ewropî yên wajokirê rêketinama navokî hevgavê gotûbêjên welatên din digel Îranê di destûrkarê de cî girtîye.

Berpirsên pilebilind ên Îranê piştî vekişîna Amerîkayê ji rêketinama navokî bi zelalî pêgirî kirin ku heke sê welatên ewropî yên wajokirê rêketinama navokî garantîya piratîkî nedin û berjewendîyên Îranê yên di çarçova vê rêketinamê de neyên dabînkirinê, dê biryara teqil bidin û ragihînin.

Li gorî giranbûna atmosfera bêbawerîya pergala navnetewî li hemberî xemsarîya Amerîkayê têkildarî rêketinamên navnetewî ku NY erê kirine, divê sîyaseta Ewropayê li têkildarî rêketinama navokî bi awayekî zelal were ragihandinê û pêgirîya vala ya ser piştgirîya ji rêketinama navokî ji hêla Îranê ve nayê qebûlkirinê.

Di vê çarçovê de Hesen Rûhanî serokê Komara Islamî ya Îranê duh danê êvarê li gotûbêja bi rêya telefonê ya Angela Merkel serokwezîra Almanê digel wî da, careka din ji welatên ewropî xwest ku di firsenda kurt de helwesta teqil û bêveger a xwe têkildarî çawanîya dabînkirin û garantîkirina berjewendîyên Îranê yên di çarçova rêektinama navokî piştî vekişîna Amerîkayê ji vê rêektinama navnetewî de ragihînin. Di rewşa niha de ku encama vekişîna Amerîkayê ji rêketinama navokî ye, welatên ewropî yên wajokirê rêketinama navokî yanî Ingilîs, Fransa û Alman divê garantîyê bidin ku berjewendîyên Îranê yên têkildarî rêektinama navokî bi awayekî deqîq û zelal bên kivşkirin û pêkanînê. Çawan ku rêberê giranqedir ê inqilaba islamî pêgirî kir ku bêyî garantîya piratîkî û teqil a sê welatên ewropî, rêketinama navokî nayê domandin.

Ev helwesta soresor ji ber ezmûna Amerîkayê têkildarî serderîya li hemberî rêketinama navokî ye ku tevî wajokirina vê rêketinama navnetewî, rêyên bidestxistina berjewendîyên Îranê yên ji vê rêektinamê girêdan û li dawîyê jî ji wê vekişîya. Helwesta ku Amerîkayê dema cihanîna rêketinama navokî li hemberî Îranê nîşan da, bi vekişîna ji rêketinama navokî jî di destûrkarê de cî girt.

Wezareta xizînedarîya Amerîkayê duh di yekem pêngava vî welatî piştî vekişîna ji rêketinama navokî de, navê sê şîrket û 6 kesên îranî bi heceta peywendîya digel Sipahê Pasdarên Inqilaba Islamî xiste lîsteya boykotan. Ew boykotana nîşan didin ku Amerîkayê şîyana mûşekî û rola kêrhatî û erênî ya Îranê li navçê kirîye armanc. Donald Trump serokomarê Amerîkayê dixwest ku di çarçova rêketinama navokî de dest bi gotûbêja li ser meseleyên mûşekî û hejmonîya navçeyî ya Îranê bike û dema ku vê yekê serê xwe negirt, ji rêketinama navokî vekişîya.

Li gorî vê yekê ku sê welatên ewropî yên wajokirê rêketinama navokî ya Îranê û Koma 5+1`ê jî li sîyaseta xwe têkildarî bernama mûşekî û rola navçeyî ya Îranê gotina Donald Trump dibêjin, hestyarîya Îranê li hemberî helwestên van sê welatana têkildarî rêketinama navokî du beranber bûye.

Bi dû vekişîna Amerîkayê ji rêketinama navokî ya Îranê û Koma 5+1`ê, çav li rê ye ku Alman, Ingilîs û Fransa sîyaseteke zelal bigirin ber xwe û li meydanê nîşan bidin ku sozdarê rêketinama navokî ne. Di vê çarçovê de dewleta Îranê l idaxûyanîyekê pêgirî kirîye ku ``alîyên din ên rêketinama navokî nemaze Alman, Ingilîs û Fransa erkdar in ku pêngavên pêwîst ji bo parastina vê rêketinamê rakin û sozên xwe bêyî şert û merc cih bînin.

Rêketinama navokî ya bi dilê Îranê, ew rêketinama ye ku bi vekişîna Amerîkayê ji wê, berjewendîyên aborîyê yên Îranê bi awayekî tam (ji firotina niftê bigire heta peywendîyên bankî û sermayeguzarî û karkirina şîrketên bîyanî li Îranê) bên garantîkirinê û neku bi hin hecetan ji wan bi heceta hejmonîya navçeyî û şîyana mûşekî ya Îranê û ji gişkan girîngtir bi heceta vegerandina boykotên yekalî yên Amerîkayê, tenê navekî xwerû ji rêketinamê bimîne.

Di rewşeke bi vî rengî da, di demajoya rawêjkarîyên çend hefteyî yên bi sê welatên ewropî re heke Îran bigihêje vê encamê ku berjewendîyên gelê Îranê di çarçova rêketinama navokî da nayên dabînkirinê, yê sîyaseta xwe ya niha venihêre.