Stratejiyên merceyeta Iraqê li bara hilbijartinên parlemanî yên vî welatî
Nûnerê Ayetullah uzma seyd Elî Sîstanî, merceyê pilebilind ê şîeyan li xutbeyên nimêja îniyê ya vê heftiyê li Kerbelayê, bi curekê stratejî û rênimûniyên merceyetê ji bo hilbijartinên parlemanî yên vî welatî raghand.
Çaremîn hilbijartinên parlemanî yên Iraqê roja 12 Gulana 2018`an dê were lidarxistin. Partî û komên siyasî yên Iraqê li heftiyek mayî ji hilbijartinê re hemî zirûfên xwe bi kar tînin. Biryar e, îro 4 Gulanê, xelkê Bexdayê xwenîşandaneke mezin ji bo piştgiriya jhilbiajrtinê li dar xînin. Di eynî demê de, Muqteda Sedr serokê tevegra Sedrê ku bi lîsteya Sairûnê beşdarê vê hilbijartinê dibe, jî îro sefera Bexadyê kir. Tevgera Sedrê biryar bû li vê hilbijartinê li hevalbendiya El-Nesrê bi serokatiya Heyder Ebadî beşdar bibe, lê serê axir ji hvalbendiya bi Îbadî poşman bû û di lîsteyeke cida de beşdarê hilbijartinê dibe.
Merceyeta Iraqê mîna hemî alûgurên giring ên vî welatî nihêrîneke taybet li behsa hilbijartinên parlemanî heye. Ji xutbeyên Ebdulmehdî El-Kerbelayî, nûnerê ayetullah uzma Seyd Elî Sîstanî, merceyê pilebilind ê şîeyan li nimêja îniyê ya vê heftiyê li Kerbelayê dikarin sê stratejî û rênimûniyên merceyetê ji bo vê hilbijartinê derxînin.
Stratejiya yekê, sekinîan ser berjewendiyên neteweyî û ne berjewendiyên firqeyî li Iraqê ye. Eva stratejiya giştî û cidî a merceyetê li Iraq ye. Piştî ku li sala 2014`an terorîstên DAIŞ`ê navçên sunnenişîn ên Iraqê dagir kirin, ayetullah Sîstanî li fetwayeke dîrokî ser pêwîstiya damezrandina besîva neteweyî ji bo rawestana li ber DAIŞ`ê û rizgarkirina navçên dagirbûyî ji lepên vê komê sekinî.
Dema ku mijara giştpirsiya cidabûna Kurdistanê ji Iraqê par ket rojevê û cih hat jî, cardinê, merceyeta Iraqê ser pêwîstiya parastina yekperçetiya erdê Iraqê teqez kir. Niha bereberê hilbijartinên parlemanî li Iraqê jî sekinîna ser berjewendiyên neteweyî ber û laya herî giring a stratejiya merceyeta Iraqê ye.
Li ser vê esasê, Ebdulmehdî El-Kerbelayî, nûnerê ayetullah uzma Seyd Elî Sîstanî, merceyê pilebilind ê şîeyan destnîşan kir ku merceyeta olî , piştgiriyê nade tu partî û berbijarekî li hilbijartinê û li hember gişkan helwesteke yeksan heye. Ev nihêrîna nîşana sekinîna merceyetê ser yekitiya şîe û suniyan li Iraqê ye.
Yek ji taybetmendiyên herî giring ên merceyeta Iraqê eva ye ku tim nihêrîneke herêmî û hundirî li siyaset û li ewlehiyê hene. Merceyeta Iraqê bi fêrkariyên mezhebî û ezmûnên dîrokî li ser vê bawerê ne ku bingeha piraniya pirsgirêkên vî welatî, bi taybet bêewlehiyên ku DAIŞ`ê çêkiri, vedigere ser mudaxila aktorên biyanî. aktorên biyanî niha ji bo hilbijartinên parlemanî yên Iraqê jî plan û bernameyên berfireh hene ku esasa wan, girtina pêşiya serketina liv û tevegrên xweser û ne girêdayî bi taybet li nav şîeyan li hilbijartinên parlemanî ye . Li ser vê esasê, Ebdulmehdî El-Kerbelayî, nûnerê ayetullah uzma Seyd Elî Sîstanî, merceyê pilebilind ê şîeyan ser pêîwstiya girtina pêşiya mudaxila biyaniyan li hilbijartinên Iraqê ji riya piştgiriya aborî sekinî.
Xala sisyan a stratejiya merceyetê li bara hilbijartinên parlemanî ya 2018` an sekinîna ser beşdariya berfireh a xelkê ye. Beşdariya gel tevî ku tê wateya `` kivşkirina çarenivîsa wan`` her wiha mudaxila biyaniyan li hilbijartinên Iraqê garantî dike. Boykotkirina hilbijartinê û beşdariya lawaz weke dewama mudaxila biyaniyan e yên ku dijberê demokrasiyê li Iraqê ne, loma Ebdulmehdî El-Kerbelayî, nûnerê ayetullah uzma Seyd Elî Sîstanî li xutbên nimêja îniyê li Kerbelayê destnîşan kir ku beşdariya li hilbijartinê mafê hemî welatiyan e.