Adar 26, 2018 19:44 Asia/Tehran
  • Pêgirîya Îranê li ser kutakirina demlidest a êrişên ser Yemenê

Wezareta karên Karên Derve ya Komara Islamî ya Îranê bereberê destpêbûna çaremîn sala êrişa zorbêjane ya Erebistanê ser Yemenê bi daxûyanîyekê xwest ku êrişên leşkerî ser Yemenê û dorpêça gelê vî welatî bên kutakirinê.

Wezareta karên derve ya Îranê li vê daxûyanîyê pêgirî li ser du xalên girîng kirîye. Xala yekem: vê rastîyê bi bîr dixe ku Amerîka û hin welatên ewropî dewsa piştgirîya ji êrişkirên ser Yemenê û firotina çek û balafirên cengê yên curbicur bo wan, divê pêngavên cidî ji bo rawestandina şêrr û cinayetên cengê yên berdewam li vî welatî rakirin.

Xala duyem: Pêgirîya ser dewama hewildanên ji bo kutakirina vî şerê wêrankir û kavilkir e. Komara Islamî ya Îranê ser vê bawerê ye ku tenha rêçareya vê qeyranê rêbaza sîyasî ye û li vî şerî tu alîyek serkevtî nabe ser vî esasî ji civaka cîhanî dixwaze ku zextên navnetewî ji bo kutakirina zorbêjî, êriş û dorpêça ser Yemenê zêde bike.

Li gorî rapora NY ya Çileya sala 2017`ê, di encama êrişên ser Yemenê de zêde ji 12 hezar kes hatine kuştinê.

Mark Lokok alîkarê sêkrêtêrê giştî yê NY li karên mirovdostîyê vê dawîyê piştî seredana kavilên bajarê Senayê got: Rewşa insanî li Yemenê karesat û serhejîner e û roj bi rojê ev rewşa girantir û aloztir dibe.

Wezareta Perwerdê ya Yemenê jî ragihandîye ku di encama êrişên sê salan ên Erebistanê ser wî welatî de zêde ji 2 hezar û 640 medrese û navendên perwerdê li parêzgehên curbicur ên Yemenê hatine kavilkirinê.

Erebistanê bi piştgirîya Amerîka, Imarat û çend welatên din, ji 25`ê Adara sala 2015`ê va dest bi êrişa zorbêjane ser Yemenê kir û ev welata di warên bejayî, hewayî û deryayî de dorpêç kirîye.

Indipendent`ê jî nivîsî: Du ji sêyê gelê Yemenê ketîye ber xelayê û 7 milyon kes tûşî nexweşîyên ji ber birsîbûn û nexwarina berdewam bûne û her wiha di her 10 xulekan de zarokeke yemenî canê xwe ji dest dide.

Herwiha Erebistan li êrişên ser Yemenê çekên qedexe ji wan bombên xwuşî bi kar tîne.

Kenneth Roth rêvebirê kargêrîya Zêrevana Mafên Mirovan dibêje: Erebistana Siûdî tu delîlek ji bo bikaranîna bombên xwuşî li deverên xelknişîn ên Yemenê tineye.

Cinayetên cengê yên Erebistanê li Yemenê li halekî di sê salên buhurî de berdewam bûn ku Konseya Ewlehîyê ya NY hela jî biryarnameyek têkildarî rawestandina şîdet û şerê li Yemenê nedaye.

NY di vî warî de erkên xwe bi awayekî durist cî nayne û li ragihandina bûyer, pirsgirêk û karesatên li Yemenê li asta cîhanê sistî kirîye û heta di warê nîşandayîna helwestê û şermezarkirina cinayetên cengê yên hevalbendîya siûdî jî sistîyê dike.

Niha şerê Yemenê ji bo hevalbendîya siûdî bûye qobîyek û ew nikare şêr bi dawî bîne jî.

Kutakirina şerê li Yemenê hewcedarê vîyana cîhanî nemaze vîyana welatên rojavayî ji bo rawestandina kiryarên nemirovane yên Erebistanê li Yemenê ye.

Kiryarên dijî mirovantîyê yên hikimdarên Rîyazê mideha çar salên buhurî bûne sebeb ku Yemen bigihêje qonaxa herî bi karesat lê, dîsan jî tu kes di vî warî de bersivê nade.