Adar 24, 2018 17:04 Asia/Tehran
  • Mafên mirovan darê destan ji bo armancên sîyasî

Mêkanîsmên welatên rojavayî yên têkildarî mafên mirovan li piratîkê bûne darê destan ji bo pêşdebirina armanc û mebestên sîyasî û pêkanîna derfetan ji bo komên têrorîst, sûckara û cînayetkaran.

Roja înîyê û di roja dawîyê ya 37`emîn civîna Konseya Mafên Mirovan a NY biryarnameyek bi 21 dengan hat pejirandinê ku li gorî wê erka raporterê taybet ê mafên mirovan ê NY ji bo Îranê salekê hat dirêjkirinê.

Mohsên Nezîrî-Esil, nunerê Îranê li nivîsgeha ewropî ya NY li Jênêvê biryarnama têkildarî reşwa mafên mirovan li Îranê dûrî esas hiqûqî zanî û ew sûdwergirtina nerewa ji mêkanîsmên Konseyê ji bo bidestxistina armanc û xerezên sîyasî yên hin welatan zanî.

Dew û dozên têkildarî mafên mirovan li halekî dijî Îranê bûne mijara tirsandina welatan ji Îranê ku Amerîka û hin welatên ewropî yên wek Fransa û Ingilîs di serê lîsteya binpêkirên mafên mirovan de cî girtine. Cihêkarîya nijadî û zorbêjîya li hemberî mafên postreşan li Amerîkayê berbelav e û girtîgehên vî welatî di rewşeke giran de ne.

Sohrab Selahî mamostê çiqa mafan a Zanîngeha Imam Hisên (S) bal kişand ser mînaekeke binpêkirina mafên mirovan ji hêla Amerîkayê û basa cinayetên Amerîkayê dema êrişa ser Iraqê kir û got: Tişta ku dagirkeran li Iraqê kirin, gellekî seratir ji guhertina rêjîmekê bû. Dagirkiran dema dagirkirina vî welatî çekên qedexe yên wek çekên kîmyewî, bombên xuşî, gulleyên fosfora sipî û oranîyoma lawazbûyî bi kar anîn.

Ev durûtîya nîşan dide ku welatên rojavayî mafên mirovan kriine darê destan ji bo ku armancên xwe yên sîyasî bi dest bixin.

Mihemed Cewad Larîcanî sêkrêtêrê navenda mafên mirovan a Îranê li 37`emîn civîna Konseya Mafên Mirovan a NY li Jênêvê got, Mafên mirovan xelata xêrxwazîyê ya Amrîka, welatên rojavayî û NY nîne.

Amerîka û YE li bara Îranê jî bi kivşkirina qaşo raporterê taybet ser bingeha raporên bêbingeh û axavtinên neyar û dijberên Komara Islamî ya Îranê bi binpêkirina mafên mirovan tawanbar dikin, bêyî ku rewşa dînî, çandî, dîrokî, mezhebî û erf û edetên gelê Îranê berçav bigirin.

Hezretê ayetulah Xaminêyî rêberê giranqedir ê inqilaba islamî çarşema buhurî li koma zîyaretkir û cînarên tirba Îmam Riza (S) li bajarê Meşhedê, serxwebûn, azadî, serdestîya gel, xwebawerîya netewî, dadmendî û serêxwegirtina hikmên dîn û şerîetê isûlên bingehîn ên inqilabê zanîn û got: Roja îro li Komara Islamî ya Îranê tu kes bi vê hegerê ku fikr û nêrîna wî/ê ne wek ya hikûmetê ye, nakeve ber taqîbat û zextê û biryar nine jî ev kara bê kirin lê ``azadîyê li Komara Islamî, wek deverên din ên dinyayê çarçêva xwe heye.`` 

Mirov nikare mafên mirovan anegorî nêrînên şexsî ser civakekê da bisepîne, belkî her çand û dînek mafên mirovan anegorî fêrkarî, nijyarên çandî û civakî, dîn û mezhebê dide kivşkirinê û civak jî ji wê peyrevîyê dike. Mixabin gellek bûyerên tel ku her roj li deverên curbicur ên cîhanê bi binpêkirina aşkia ya mafên insanan dubare dibin, encama veşartina armancên sîyasî di bin naskeya mafên mirovan de ne.