Adar 23, 2018 19:44 Asia/Tehran
  • Pêgiriya serokên Brîtranya, Alman û Fransayê ser sozdariya derheq Lihevkirina Navokî

Serokên welatên Brîtanya, Alman û Fransayê êvara Pêncşemiyê li kêleka civîna serokên Yekîtiya Ewropayê li Broksêlê bi hev ra rûniştin û li ser Lihevkirina Navokî ya Îranê û Koma 5+1`ê axivîn.

Dewleta Brîtanyayê bi dxûyaniyekê ragihand ku Trêza Mêya serokwezîra Ingilistanê, Angêlla Mêrkêla serokwezîra Almanê û Êmanoêl Makronê serokomarê Fransayê li vê hevdîtinê li ser sozdariya welatên xwe derheqê Lihevkirina Navokî pêgirî kirin.

Rayedarên din ên ewropî jî di mehên dawî da bi caran tevî pêgiriya li ser vê yekê ku Lihevkirina Navokî, ya civata navneteweyî ye, pişta vê lihevkirina navneteweyî girtine.

Pêgîriya serokê sê welatên mezin ên ewrûpî, bertekek li hember zextên ber bi zêdebûnê yên dewleta Amerîkayê bona çaksaziyên li Lihevkirina Navokî û di rastiyê de wêdedayîna wê ye lê endamên din ên koma 5+1`ê dijî vê nihêrînê ne.

Donald Trumpê serokomarê Amerîkayê hertim berovajiya helwêstên aliyên din ên Lihevkirina Navokî ya di navbera Îranê û Koma 5+1`ê yanê welatên (Brîtanya, Franse, Rûsiye, Çîn, Amerîka û Alman) û Yekîtiya Ewropayê destnîşan kiriye ku: `Lihevkirina Navokî ya di navbera Îranê û Koma 5+1`ê, lihevkirineke bixeter e û li 12`ê Çileya 2018`an dema sozdariya vî welatî yên di warê rawestandina boykotên navokî yên dijî Îranê, dirêj kir, lê got ku dibe ku eva cara dawiyê be ku vî karî dike. Wî gef li dewletên ewrûpî xwar eger ku heta 12`ê Gulana 2018`an karekê bona rêform û çaksaziya qaşo kêmasiyên bikaresat ên Lihevkirina  Navokî nekin, Amerîka wê ji vê Lihevkirinê derkeve.

Rîçard Sokoloskî (Richard Sokolsky), karzanê siyasî dibêje: Serokomarê Amerîkayê, li nihêrana xwe ya nû li ser derketina ji Liohevkirina Navokî û sekinîna li hember Îranê li navçê, armancên xwe yên rastbînane û stratêjiyeka kivş tuneye. Evmihêrîna Trump rastî berteka neyênî ya endamên ewrûpî yên koma 5+1`ê Yekîtiya Ewrûpayê re hatiye. Ji hêla ewrûpiyan ve Lihevkirina Navokî wekî hevhatineka navokî ye ku li gorî cihanîna sozên wê ji aliyê îranê ve û herwiha gihîştina li armancên pêdivî, hevhatineke serketî ye û tu mihaneyek ji bo ji navbirina wê tuneye. Bi vî halî, Trump îdia dike ku Lihevkirina Navokî tenê hevhatineka navokî nîne belki divê berûlayên din ên têkildarî Îranê, ji wan bernama mûşekî û siyasetên navçeyî yên wê jî bigire ber xwe.

Vlademîr Yûrtayêv (Vladimir Yurtayev), mamostê zanîngehê, ser vê bawerê ye ku Îran bi her awayî wê di mijara Lihevkirina Navokî aliyê serketî be heta eger Donald Trump, hevhatina navokî ya bi Têhranê re îbtal bike.

Di rû de Fransa, Brîtanya û Almanya tevî dijayetiya li hember gefên Trump yên ji bo îbtalkirina Lihevkirina Navokî, rastî xwestekên wî yên ji bo zêdekirina zextên ser Têhranê di warê bernama mûşekî û çalakiyên navçeyî ve hatine.

Li gorî belgeyeka nihênî Brîtanya, Fransa û Almanya ji bo qanikirina Amerîkayê bi mihaneya parastina hevhatinanavokî, pêşniyar kirine ku hin boykotên nû ser îranê bên sepandin.

Bi vî halî li civîna vê dawiyê ya wezîrên karên derve yên YE`yê, Mogêrînî destnîşan kir ku tu planek ji bo sepandina boykotên nû yên dijî Îranê tuneye.

Divê niha Ewrûpa ji du rêyên mayîna li Lihevkirna Navokî û mayîna ligel Amerîkayê, yekê bibijêre.