Adar 22, 2018 19:29 Asia/Tehran
  • Mukurhatina Amerîkayê li bara pêbendiya Îranê li Lihevkirina Navokî

Rayedarekî berpirs ê amerîkî li gorûbêjên Lihevkirina Navokî ya Îranê û Koma 5+1`ê, mukur hat ku Komara Îslamiya Îranê pêbendî vê hevhatinê bûye.

Brayan Hok, birêvebirê plandarêştina siyasî ya wezareta karên derve ya Amerîkayê û rayedarê berpirs li muzakirên têkildarî Lihevkirina Navokî li dewleta vî welatî, dibêje: Îran ji hêla teknîkî ve pêbendî sozên xwe yên anegorî Lihevkirina Navokî ya 2015`an e. Eva piştî wê hate gotin ku Hol hin gotûbêjan bi nûnerên sê welatên ewrûpî yên Brîtanya, Fransa û Almanyayê li bara dahatiya Lihevkirina Navokî pêk aniye.

Helbet berî niha jî rayedarên fermî yên dewleta Amerîkayê, ji wan Rêks Tîlêrson, wezîrê karên derve yê berê yê vî welatî, ji xwe mukur hatibûn ku Îran sozdarî Lihevkirina Navokî ye. Bi vî halî gotina vê dawiyê ya Brayan Hok, ji du hêlan ve girîng e. Ya yekê eva ye ku piştî wêdebirina ji nişkêveyî ya Tîlêrson ji wezareta karên derve ya Amerîkayê, tevgereke dijî Lihevkirina Navokî li nav vî welatî, basa guhertina helwêsta vê wezaretxaneyê di çarçoveya serêxwegirtina xwesteka Donald Trump ji bo derketina ji Lihevkirina Navokî kiribû. Bi vî halî, mukurhatina birêvebirê plandarêştina siyasî ya wezareta karên derve ya Amerîkayê, li sozdariya îranê li hember Lihevkirina Navokî nîşan dide ku sîstima dîplomasiya Amerîkayê hîn jî nikare rastiya aşkera ya sozdariya îranê li lihevkirina Navokî, red bike, mijara ku tevgera dijî Lihevkirina Navokî ya bi rêveberiya Trump û Mayk Pompêo, berendamê ku wekî wezîrê niha yê karên derve hatiye nasandin, dijî wê ne.

Xala din a girîng ya mukurhatina rayedarê payebilind ê wezareta karên derve ya Amerîkayê li bara pêbendiya îranê li Lihevkirina Navokî, dema ragihandina vê yekê ye. Tenê çend hefteyên din ji bo dema kivşbûyî ya ji aliyê Trump ve maye ta ku Ewrûpa nihêrîna xwe li bara venihêrîna li Lihevkirina Navokî yan guhertinên tê de, ragihîne

Trump di meha Çileya buhurî de, 120 rojan û heya roja 12`ê meha Gulanê, derfet da ewrûpiyan ta ku bersiva erênî bidine xwestekên Amerîkayê, ma ne Trump gef xweriye ku wê ji Lihevkirina Navokî derkeve. Ji holêrakirina qaşo dema bidawîhatina Lihevkirina Navokî, sepandin û pêkanîna çavdêriyên navneteweyî li ser hemî binavahiyên Îranê ji wan binavahiyên leşkerî û bi hevregirêdana Lihevkirina Navokî bi bernama mûşekî ya îranê, sê xwestekên sereke yên Trump ji bo mayîna li Lihevkirina Navokî hatine ragihandin. Li halekê ku li naveroka Lihevkirina Navokî sozdariya hertimî ya îranê li hember aştiyanebûna bernama navokî û cihhatina protokola zêdekirî bi armanca çavdêriyên deqîq û berfirehtir li ser hemî binavahiyên Îranê bi pêvajoyeka taybet a qanûnî, hatiye berçavgirtin.

Li bara çalakiyên mûşekî yên Îranê jî, hemî 8 aliyên gotûbêjker ji wan nûnerên dewleta wê demê ya Amerîkayê, ji xwe mukur hatine ku muzakireyên navokî, bernama mûşekî ya îranê nagirin ber xwe û ji vê hêlê va pêkan nîne ku ev du mijar bi hev re werin girêdan.

Li her halekê, niha bereberê ragihandina nihêrîna Trump a li bara dirêjkirina dema rawestandina boykotên navokî yên îranê yan xwe dûrgirtina ji wê ku wê wek mirina Lihevkirina Navokî were zanîn, rayedarê berpirs ê Amerîkayê, pêbendî û sozdariya îranê li hember cihatina deqîq a Lihevkirina Navokî erê kiriye. Ev ragihandina nihêrînê di rû de, mihaneya Trump a bona sekinîna li hember xwesteka cîhanî ya bona parastina Lihevkirina Navokî, ji nav dibe, her çend ku serokomarê niha yê Amerîkayê, nîşan daye mirovek e ku nayê pêşbînîkirin û her gav dikare ji bo civaka cîhanî qeyraneka nû çê bike.