Adar 20, 2018 17:01 Asia/Tehran
  • Erdogan gefa êrişa ser bakûra Iraqê kir

Receb Teyîb Erdogan serokomarê Tirkîyê bi sûdwergirtina ji heceta zêdebûna liv û tevgerên milîtanên kurd li bakûra Iraqê ragihand ku heke dewleta Iraqê di warê kontrolkirina PKK`ê de bi Tirkîyê re hevkarîyê neke, dê êrişî şarê Sincarê li bakûra wî welatî bike.

Serokomarê Tirkîyê li bajarê Istenbolê got: Tirkîyê bi caran ji dewleta navendî ya Iraqê re ragihandîye ku çîyayên devera Şingalê li bakûra vî welatî bûne cihê kombûna têrorîstan û heke ji bo kontrolkirina wan ji hêla Bexdayê ve pêngavek neyê avêtinê, dê Enqere êrişî vê deverê bike.

Tirkîye idia dike ku çîyayên derdora şarê Şingalê li bakûra Iraqê û li 100 kîlomêtrîya sînorê Tirkîyê û nêzîkî sînorê Sûrîyê digel çîyayên Qendîlê li axa Iraqê û li nêzîkî sînorên Îranê, bûne cihê bicihbûna hêzên PKK`ê.

Tirkîye, PKK`ê komeke têrorîst nas dike û ji sala buhurî ve opêrasyoneke berfire li nav axa xwe û bakûra Iraqê ji bo tepeserkirina wê destpê kirîye. Demajoya aştîyê ji bo çareserkirina meseleya kurdên Tirkîyê ku ji Kanûna sala 2012`an ve destpê bibû, bi dû teqîna têrorîstî ya di Tîrmeha sala 2015`ê li Pirsûsê de hat sekinandin û ji wê demê vir de artêşa Tirkîyê û PKK`ê dest bi êrişa ser hev kirin.

Idiaya Tirkîyê ya hebûna têrorîstan û komên çekdar li deverên navbuhurî, li gorî êrişên berdewam a van komana ser hêzên çekdar ên Tirkîyê idiayeke balkêş e. Di salên buhurî de Herêma Kurdistana Iraqê bêyî guh bide dilgiranîyên cînarê xwe, axa vê Herêmê kiribû cihek ji bo kombûna komên çekdar.Welatên navçê bi caran ev yeka rexne kirin. Komên çekdar ên kurdan jî Herêma Kurdistanê xwe re wek sitargeheke ewleh dîtin.

Niha ji desma işkesta plana serxwebûna Herêma Kurdistana Iraqê, ev Herêma pêrgî lawazî û nekarabûna li birêvebirina deverên curbicur ên xwe bûye û xwezayî ye ku nakokîyên di navbera Herêma Kurdistana Iraqê û komên çekdar ên kurd da zêde bûne. Babeta ku kontrolkirina van komana ji bo Herêma Kurdistanê zehmet dike û gefên ewlehîyê ji bo welatên derdora Herêma Kurdistanê zêde dike.

Girêk Birono (Greg Bruno) şarezayê navenda  civata sîyaseta derve dinivîse: Hêzên PKK`ê di salên ku li bakûra Iraqê bi cih bûne bi caran êrişî hêzên leşkerî û sivîlên welatên cînar kirine.

Ew hêzana êrişên bi çek, bombe, revandina mirovan ji bo bidestxistina armancên xwe sûdê werdigirin û heta sivîlên ku bi hêzên hanê ra hevrêtîyê nekin, tên cezakirin.

Lê li gorî rastîyên heyî pêwîst e ku dewleta Tirkîyê vê rastîyê fem bike ku her opêrasyona li axa Iraqê bi wateya êrişa ser welatekî, binpêkirina mafên navnetewî û yekperçetîya axa Iraqê ye. Ev kiryara dê ji hêlekê va gelê Iraqê hêrs bike û ihtimala gêre û şêrr di navbera her du welatan de zêde dike û ji alîyê din ve di demeke dirêj de yê Tirkîyê wek welatekî destdirêjkir bide nasandin. Tirkîye dikare dewsa dîplomasîya zex û zorê, bi sûdwergirtina ji dilgiranîyên hevpar armancên xwe bi hevkarîya cînarên xwe bişopîne.