Adar 16, 2018 19:18 Asia/Tehran
  • Lobîya aborîyê ya Amerîkayê serokomarê vî welatî hişyar kir

Odeya Bazirganîya Amerîkayê ku lobîya herî mezin a aborîya vî welatî ye, Donald Trump têkildarî sepandina teirife ango bacên nû yên ihtimalî ser Çînê de hişyar kir.

Odeya Bazirganîya Amerîkayê serokomarê vî welatî hişyar kir ku teirife ango baca gumrikê yê xisarê bigihîne tacir û mesrefkirên amerîkî û dikare bibe sedema şerekî xirabkir digel Çînê ku dûhatên wî dê aborîya Amerîkayê pêrgî pirsgirêkên cidî bike. Çînê jî wek berteka li hemberî biryara Donald Trump têkildarî zêdekirina bacên gumrikê ragihand ku şerê ticarî di navbera Waşîngton û Pêkenê da dikare encamên bikaresat bi xwe ra bîne.

Sazîya Hevkarî û Pêşxistina Aborîyê sepandina bacên nû gefeke mezin li hemberî geşbûna aborîya cîhanê zanîye û ji aborîyên mezin ên cîhanê xwestîye ku ji tolhildana li hemberî vê biryara Waşîngtonê ku dê bibe sedema gêreyê li peywendîyên ticarî û şerê ticarî, xwe dûr bigirin.

Piştgirên vê planê ser vê bawerê ne ku Donald Trump ev biryara di çarçova sîyaseta piştgirîya ji aborîya navxweyî daye ta ku bi sepandina bacê piştgirîyê bide  berhemînerên navxweyî lê, şarezayên amerîkî ser vê bawerê ne ku eva rêbazeke bibandor ji bo parastina kar û baran li Amerîkayê nîne û ev biryara dê qazanca herî kêm ji bo karkirina li Amerîkayê bi xwe re bîne.

Bertek û tolhildana welatan ji wan Çînê li hemberî vê kiryara Amerîkayê dikare bi hezaran derfetên karkirinê li vî welatî ji nav bibe û bibe sedema firka bêkarîyê li Amerîkayê. Şerê ticarî ku serokomarê Amerîkayê bangeşeya wê dike netenê dijminên aborîya Amerîkayê aciz dike belkî diqewime bibe sedema jidestçûna hevgirtîyên Amerîkayê jî. Şirovekarên aborîyê ser vê bawerê ne ku ev sîyasetana yê cureke xitimînê li ticaretê pêk bînin û bandoreke xirab li cotkarî, pêşeyên hewayî, têknolojî, ragihandin û berhemanînê bikin.

Alvaro Pierre şarezayê pilebilind ê aborîyê yê Sazîya Hevkarî û Pêşxistina Aborîyê dibêje ku dewama cihanîna sîyaseta piştgirîya ji berhemanîna navxweyî, bê şik dê destpêbûna geşatîya aborîya cîhanê tûşî pirsgirêkê bike lewma em hêvîdar in ku ev sîyasetê neyê cihanîn.

Li gorî rewşa navxweyî ya Amerîkayê û bertekên cîhanî, zêdekirina sermala gumrikî ewqasî jî li piratîkê ya cihanînê xûya nake lewma bazarên darayîyê yên Amerîkayê tenê di roja yekem a plana zêdekirina sermal û bacê de, bihaya pişkên wan daket lê piştî çend rojan zivirî ser rewşa berê.

Di rastîyê de zêdekirina bac û xeraca gumrikê bi hêsanî pêkan nîne û hilêxistina vê idiayê dikare ji bo xalifandina raya giştî ya Amerîkayê ji ser mesele û gêreyên nav Qesra Sipî ji wan dosîya destwerdana Ûrsêtê li hilbijartinên Amerîkayê û têkilîya zavayê serokomarê Amerîkayê bi Ûrsêtê re be.