Yekitiya Ereban bi Îsraîl û Erebistanê re hevdeng bûye
Berdevkê Wezareta karên derve ya Îranê, daxûyaniya Yekitiya Ereban a li dijî Îranê li bara îdiaya mudaxila Îranê li Yemenê û şik û gumana li cihanîna rêketinnama navokî ji aliyê Têhranê, tam pûç û neqanûnî da zanîn.
Behram Qasimî, Berdevkê Wezareta karên derve ya Îranê,wek berteka li hember daxûyaniya komîta çaralî ya Yekitiya Ereban û şantajên pûç û mudaxila neqanûnî li bara sekinîna Îranê ser berpisiyariyan xwe li rêketinnama navokî tewsiye kir: Bila ev çar welat dev ji mudaxila xwe ya kirêt û çêkirina qeyranê li navçeyê û lîstika qirêj a siyasî bona rezamendiya Rejîma Siyonîstî berdin.
Daxûyaniya li dijî Îranê ya Yekitiay Ereban ku bin bandor û zext û zora Rejîma Siûdî htiye weşandin, nîşana dijminatiya vê rejîmê li navçê dewsa hevkarî û gotûbêjê ji bo çareserkirina qeyranên navçê bi taybet Yemenê heye.
Rejîma siûdî li halekê di her rewş û firsendekê hewl dide hevdeng bi Rejîma Siyonîstî û Emerîkayê tirsandian ji Îranê bixe rojevê ku, siyasetên vê sêkuncê, aramî û ewlehiya navçê xistiye xeterê.
Komîta çaralî ya Yekitiya Ereban li bara mijarekê diaxive ku qet hêjayî vê komîteyê nîne û tenê ji bo şadkirina dilê siyonîstan li dijî rêketinnama navokî helwêstên xwe dane diyarkirin.
Beriya vê helwêstê, Binyamîn Netanyahû serokwezîrê Rejîma Siyonîstî li Waşengtonê îdia kir ku rêketinnana navokî, rêketinnameyeke xirab e û ji aliyê Konseya Ewlehiyê ya Rêxistina Neteweyên Yekgirtî hatiye piştrsatkirin û heya niha Ajansa Navneteweyî ya Enerjiya Atomê li deh raporên xwe yên li dû hev, piştrast kiriye ku Îranê pêsipartên xee li rêketinnama navokî cih anîne.
Di rewşeke wiha de helwêsta Yekitiya Ereban li dijî rêketinnama navokî, xweşirînkirina li cem rejîmekê ye ku xwediyê bi sedan kumikên navokî ye û gefeke cidî li hember ewlehiya navçê û cîhanê tê hesabê.
Hevgavê hewldana ji bo pêkanîna şik û gumanan li bara hizûr û rola bi bandor a Komara Îslamî ya Îranê li navçê, bernama hevpar a sêkunca kirêt( Erebistan, Rejîam Îsraîlê û Emerîka) li navçeyê ye ku li hember destdirêjî, xopan û pêkanîna karsata însanî li Yemenê û her wiha berfierhkirina terorîzmê û fanatîzmê li navçê, berpirsiyar in.
Şanoya siyasî ya Emerîka, Îsraîl û Erebistanê ji bo bitalûke nîşandayîna rola Îranê li navçê, curek nuximanidna işkestên xwe li Sûriyê û Yemenê ye.
Rola Îranê jibo pêkanîna aramî û ewlehiya mayînde li navçê bû sedem ku xelafeta xwekivşkirî ya DAIŞê li Iraq û Sûriyê ji holê rabe.
Di rewşeke wiha de, sêbera (sêkunca) Qirêj bi parvekirina kar navbar xwe li her civînekê hewl dide bandorê bike ser siyaseta kêrhatî ya Îranê ji bo pêkanîna aşitî û ewlehiya li navçê li halekê ku bi xwe bingeha bêewlehî û nearamiyê li navçê ne.
Erebsitana Siûdî li halekê Îranê tawanbarê şandina çek û sîlehan bo Yemenê dike ku şerxwaziya Rejîma Siûdî bi çekên fransî inglîzî û emerîkî didome. û Yemen, kiriye nîşangeha cinayeta cengê û cinayeta li dijî miovahiyê.
Sefera bi hellahella ya Muhemed Bin Selman, welîehdê siûdî bo Londonê û şermezarkirina vê seferê ji ber karesata însanî li Yemenê, nîşana rasitiya siyaseta Erebistanê li navçeyê ye û gurrkirina tirsandian ji Îranê, dê tu ewlehiyeke siyasî bo Rejîma Siûdî û hevpeymanên wê pêk neyne.