Adar 07, 2018 09:34 Asia/Tehran
  • Dilgiranîya berpirsên amerîkî ji hereketa hêzên kurd ên HSD`ê ber bi Efrînê jibo parastina vî şarî

Berpirsên Amerîkayê ji wê yekê nîgeran in ku hêzên Kurd yên nav Hêzên Sûrîya Dêmokiratîk (HSD) di operasyonên têkşikandina paşmayên DAIŞ`ê de wek caran hevkariya wan nekin. Ev yek ne tenê pirsgirêkeke mezin ji qanaxa dawîyê ya têkşikandina DAIŞ`ê re li Sûriyê çêdike, belkî rê jî xweş dike ku bi sedan çekdarên biyanî yên DAIŞ`ê ji Sûriyê derkevin, an ber bi welatên din ve birevin.

Rojnameya New York Times a Amerîkayê di raportekê de behsa bi hezaran şervan û fermandeyên Kurd ên nav Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) dike ku berê xwe dane Efrînê ji bo sekinîna li hemberî êrîşên Tirkiyê û berevaniyê li bajêr bikin.

Niha Hêzên Hevpeyman hewla jinavbirina komên dawîyê yên DAIŞ`ê li rojhilatê Çemê Firatê heta sînorên rojavayê Iraqê didin. Raporta New York Times eşkere dike ku di operasyonên dawî de pişt bi çekdarên Ereb ên nav HSD`ê tê girêdan, lê ew herçiqas di warê hejmarê de piraniya HSD`ê pêk tînin, di warê rêxistinên leşkerî û şiyana lojîstîkî de, nagihin Kurdan.

Sêşemba borî, Fermandarê Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê General Joseph Votel, HSD wek hêza “herî bi bandor” a bejayî yadijî DAIŞ`ê li Sûriyê binav kir û got: “Pêdiviya me bi wan e daku vî şerî temam bikin.” Lê berpirsên Amerîkayê dibêjin ku beşdarnebûna şervanên Kurd, şêwirmendên amerîkî û çekdarên Ereb neçar kirine operasyonên paqijkirina navçeyê ji DAIŞ`ê rawestînin û zêdetir berevaniyê bikin.

Raporta meydanî ya The Independentê nîşan dide ku DAIŞ li rojhilatê Sûriyê û rojavayê Iraqê xwe kom dike û dest bi tevgerê kiriye. Li gorî gotina berpirsên kurd ên sûrî, DAIŞ`ê ji wê yekê ku hêzên Kurd berê xwe dane Efrînê sûd wergirtîye û wek derfet bi kar anîye ku êrîşî navçeya Dêrezorê bike.

Berpirsên ewlekariyê û leşkerî yên Koşka Spî û pisporên karûbarê Rojhilata Navînê hişyariya wê yekê didin ku ew helwêsta hêzên Kurd ne tenê temenê şaneyên dawî yên DAIŞ`ê dirêj dike, di heman demê de rê jî xweş dike ku bi sedan çekdarên biyanî yên DAIŞ`ê berê xwe bidin rojavayê Sûriyê, Tirkiye yan jî Urdinê, herwiha metirsî jî heye ku vegerin Ewropayê.

Di hefteyên destpêkê yên operasyona Tirkiyê de, du helwêstên serekî yên Amerîkayê hebûn, ji aliyekî ve hişyarî dida ku operasyona Tirkiyê pirsgirêkan ji hewlên DAIŞ`ê yên rojhilatê Sûriyê re çêdike û ji aliyekî din ve digotin hejmara wan şervanên Kurd ên ji rojhilatê Sûriyê ber bi bakurê rojava ve diçin, ne zêde ye.

Heta niha nayê zanîn ka hejmara wan şervanên Kurd ku ji rojhilatê Sûriyê çûne bakurê rojava çiqas e. di daxwiyaniyekê de bo New York Timesê, pênc berpirsên leşkerî yên amerîkî, balê dikşînin ser wê yekê ku şervan û fermandarên Kurd ên nav HSD`ê bikom ber bi Efrînê diçin. Hefteya borî Berdevkê Encûmena Leşkerî ya Minbicê Şervan Derwêş, eşkere kir ku di çend rojên borî de 250 şervanên Kurd hatine Minbicê.

Li gor amarên Artêşa Amerîkayê, nêzîka 50 hezar çekdarên HSD`ê hene, ji sedî 80`êyê wan Ereb in. Lê berpirsên Amerîkayê dibêjin ku rola şervanên Kurd di şerê DAIŞ`ê de didîtin, gelekî mezintir bûye ji wê hêza wan a di nav HSD`ê de heye.