Adar 03, 2018 21:30 Asia/Tehran
  • Bandora opêrasyona Tirkîyê dijî bakûra Sûrîyê ser aborîya wî welatî

Li gor çend saziyên navdewletî aboriya Tirkiye di sala 2018`an de rûbirûyê hinek pirsgirêkên mezin dibe. Pispor û aborînas jî dibêjin ku operasyona Efrînê dê rewşa nebaş ya aboriyê zêdetir ber bi metirsiyê ve bibe.

Herî dawî Bloombergê ragihand ku Tirkiye yek ji wan welatan e ku hejarî her lê zêde dibe. Digel vê rewşê operasyona Efrînê jî bi butçeyeke mezin berdewam e. Lê serokwezîr û wezîrên Tirkiye dibêjinn ti bandoreke nebaş a operasyonê li aboriya wan nabe. Pispor û aborînas vê yekê mantiqî nabînin û li gor wan, operasyona Efrînê dê rewşa nebaş a aboriyê zêdetir ber bi metirsiyê ve bibe.

Bloomberg ku yek ji çavkaniyên sereke  di warê şopandina aboriya cîhanê de ye, rapora xwe ya hejariyê belav kir. Di rapora bi navê Les Mîserables de Tirkiye di nav 66 welatan de di rêza 5`an de cîh digire. Wate di sala 2018`an de Tirkiye di nava wan welatan de cîh digire ku xizanî û hêjarî li qûçê cîhanê ye.

Derbarê mijarê de şirovekar Mufît Yuksel wiha dibêje: “Aboriya Tirkiyê li ser transfera pereyan disekinî. Ew transfer di navbera Tirkiye û dewletên dorhêla Kendava Farsê de  de dihat kirin. Erebistana Siudî, Îmarat, Bahreyn, Qeter û çend welatên din. Navbera Tirkiyê û Amerîka û Ewropayê jî li ser meseleya Sûrîyê aloz û xirab bû. Ev babetana dibin sedem ku aboriya Tirkiye her ku diçe teng bibe.”

Bloomberg bêkarî, bilindbûna enflasyon, bihabûn û sedemên gerdûnî wek hegera vê rewşê nîşan dide. Çend saziyên din ên gerdûnî jî di heman mijarê de Tirkiye hişyar kiribûn. Mezintirîn sendîkaya karkeran Turk İş jî dide zanîn ku di Sibata 2018`an de sînorê birçîmayînê bo malbateke 4 ferdî bûye hezar û 637 lîre. Sînorê xêzaniyê jî bûye 5 hezar û 331 lîre. Lê destmiza mînîmum li Tirkiyê hezar û 603 lîre ye. DÎSK jî heman rêjeyê piştrast dike ku, aborî di metirsiyê de ye.”

Sendîkavan Arzû Çerkezçoglû jî mijarê wiha dinirxîne: “Ya rast li Tirkiyê di nav du salên dawî de bêkarî zêde dibe û ew rêje digel rêgiriyên kihûmet behsa wan dike kêm nabe. Ew jî dibe sedema hinek encamên giran ên aborî û siyasî. Polîtîkayên neolîberal ên ku hikûmet li ser wan pêdagir e sedema sereke ya vê tabloyê ye.”

Tevî ku rewş wiha ye Tirkiye bi butçeyeke mezin operasona Efrînê jî berdewam dike. Lê serokwezîr û wezîr didin zanîn ku wê bandoreke neyênî ya operasyona Efrînê li aboriya wan nebe.

Cîgirê Berê yê Serokwezîrê Tirkiyê Abdulatîf Şener wiha diaxife: “Gelekî normal e ku ew dibêjin operasyona Efrînê bandorê li aboriya me nake. Lê her şerek butçeyeke wê heye. Ew butçe jî her tim bandorekê bi xwe re tînin. Demên şer, demên awarte ne û dema derketin jî xerciyên nû li butçeyê peyda dibin. Nabe ku meriv bêje banodarek neyênî nabe. Lê herî zêde meriv dikare bêje ku em ê karibin wê bandorê telafî bikin.”

Wezareta Berevaniyê di rêza yekê de ye ku ji bo sala 2018`an para wê di nava butçeya giştî de hatiye zêdekirin. Butçeya bergirî û berevaniyê li gorî sala derbasbûyî ji sedî 41 hatiye zêdekirin û bûye 92 milyar û 718 lîre.