Adar 02, 2018 16:23 Asia/Tehran
  • Dîtina bi xerez a Sekreterê Giştî ya NY li bara rewşa mafê mirovan li Îranê

Berdevkê Wezareta karên derve ya Komara Îslamî ya Îranê Behram Qasimî rapora Sekreterê Giştî yê Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) li bara rewşa mafê mirovan li Îranê, bê hitbar û bê erziş da zanîn û got: Li vê raporê de pêşketin û deskevtinê Îranê li warê mafê mirovan nehatiye diyar kirin, her ji ber vê yekê eva raporeke neadilane û nehevseng e.

Berdevkê Wezareta karên derve ya Komara Îslamî ya Îranê Behram Qasimî şeva bihûrî li bara rapora Sekreterê Giştî yê Rêxistina Neteweyên Yekbûyî  Antonio Guterres (Gutêrêş) li bara rewşa mafê mirovan li Îranê, got: Ev rapora ji ser çavkanî û zanyariyên nerast û bi xerez û hedefdar hatiye amadekirin.

Berdevkê Wezareta karên derve ya Komara Îslamî ya Îranê herwiha got: Komara Îslamî ya Îranê ji bo pêşxistina rewşa mafê mirovan li gor prensîpên pêşverû ên Îslamê û qanûna bingehîn a Îranê viyaneke qahêm û cidî heye.

Hurmet ji bo mafê mirovan li gor danezana cîhanî ya mafê mirovan ji aliyê hikûmetên cîhanê hatiye pejirandin û hurmet jê re tê girtin, lê belê dîtina siyasî û nêzîkbûna bi du rûyî li mesela mafê mirovan nîşana berçavgirtina hedef û berjiwendiyên taybet e û kes vê yekê napejirîne. Îranê jî her wek welatên din hertim xebitiye pêngavên ji bo mafê mirovan li çarçova nirxên xwe yên çandî, siyasî û olî ku çavkaniya wan Îslam û qanûna bingehîn e, rake. Para sêyem a Qanûna Bingehîn a  Komara Îslamî ya Îranê ku ser navê `Mafê Netew` hatiye qeydkirin li bara mafê mirovan û azadiyên wê yên bingehîn e, Ev para qanûna bingehîn ji 24 prensîpan pêk tê ku li gor wê ewlehiya dadweriya adilane û wekhevbûna li ber qanûnê, heq û mafên medenî, civakî, siyasî û azadiyên siyasî û civakî wek mafên xelkê bi fermî hatine nasandinê.

Zêde ji qanûna bingehîn, manîfesta Mafê Welatîbûnê ku salên vê dawiyê bi hûrgilî ji aliyê dewleta Îranê hate weşandin bi xwe eyan dike ku  Komara Îslamî ya Îranê çiqas mesela mafê mirovan girîng dizane û li ser pêgîriyê dike. Ev manfesta li 19 madeyan û 120 bendan hatiye nivîsandin û amadekirin. Mafê `Jiyana baş û tendirustiyê`, `Mafê Azadî û Ewlehiya Welatîbûnê`, `Mafê Beşdariya li diyarkirina qedera xwe`, `Mafê azadiya ramanê û gotinê`, `Mafê kombûn û xwenîşandan û pêkanîna teşkîlatan` û `Mafê Aştî, ewlekarî û îqtdara neteweyî` ku  wek xalên girîng li manîfeta mafê welatîbûnê hatine berçavgirtin û eva bi xwe girîngiya berçavgirtina mafê mirovan li  Komara Îslamî ya Îranê nîşan dide.

Mesela girîng li çarçova hilkolandina mafê mirovan li Îranê eva ye ku qayide û qirarên îslamî, qanûna bingehîn û hurmetdanîna ji bo şan û keremeta însanî ya xelkê xêma sereke ji bo berçavgirtina mafê mirovan tê hesab. Lê belê berçavnegirtina van nirxên çandî dibe sedem ku welatên rojavayî bi awayekî bijarte û hedefdar berê xwe bidin mesela mafê mirovan. Li vê çarçovê de wezîrê dadweriyê yê  Komara Îslamî ya Îranê Elî-Riza Awayî roja sêşemê li rûniştina 37`an a Konseya Mafê Mirovan li Cenevê de got: Hin welatan bi mehendisîkirina mekanîsmên mafê mirovan a NYê û bi berçavgirtina şêwaz û dîtinên durûyî û nêzîkbûnên bijare û hedefdar derheq welatên din ku xwediyê nirxên çandî, siyasî û sunetên newek ya wan in, qedrûqîmet û hitbara mekanîzmên hanê kêm kirine an jî şik û guman derheq wan çê kirine.

Rapora hedefdar a Sekreterê Giştî yê Rêxistina Neteweyên Yekbûyî  Antonio Guterres (Gutêrêş) li bara rewşa mafê mirovan li Îranê jî li vê çarçovê û pêvajoya muhendisîbûyî ya mafê mirovan tê nirxandin.

Îdiaya Guterres li bara binpêbûna mafê kêmaniyên olî û girtina neraziyên xwenîşandan û aloziyên vê dawiyê li Îranê jî ji rastiyan dûr e. Li gor prensîpa 14 ya qanûna bingehîn dewlet û xelkê misilman yê Îranê wezîfedar in exlaqa baş û edaleta îslamî li bara welatiyên nemisilman berçav bigirin. Li vê çarçovê de hêjaye were gotin ku ebadetgehên kêmaniyên olî li Îranê anagorî nifûsa wan ji du qatan zêde ji yên misilmanên Îranê ye.

Li bara îdiaya Sekreterê Giştî yê Rêxistina Neteweyên Yekbûyî ya derheq girtina neraziyan li aloziyên vê dawiyê jî divê were gotin ku ev gotina bi rastiyên meydanî hev nayê çûnku ew kesana hatine girtin ku xwenîşandanên aram ên li bajaran tevlî şidet û xiarbiyê kirine û bûne sedema kuştina xelkê . Ev kesana endamên komên terorîst ên wek Minafiqîn in ku mal û heya xelkê zeyî kirine û li gor daxwaza xelkê ew hatine girtin.