Sibat 26, 2018 15:59 Asia/Tehran
  • Peyama Rêberê mezin ê inqilabê bo kongera netewî ya 14 hezar şehîdên Civata Karkeran

Kongera netewî ya 14 hezar şehîdên civata kargerî ya Îranê îro sibê bi peyama rêberê mezin ê inqilabê destpê bû.

 

Hezretê Ayetullah Uzma Xamineyî li hevdîtina  tev karbidestên kongera 14 hezar şehîdên kargerî ku 5 Sibatê birê ketibû bal kişande ser işkesta dijî inqilab bona tehrîkkirina civata kargerî dijî Komara îslamî û destnîşan kir; Karekî sereke ku dijminan dikir bona ku kargeran dijî Komara îslamî raken, çêkirina bêbazariyê di nav karistanan bû lê kargeran li van salana bi agehdarî , serbilindî û dîndariya xwe li ser pê rawestan û ev pîlana dijminan pûç kirin.

Rêberê Giranqedr ê Înqilaba Îslamî hizûra berbiçav a kargeran li berevaniya pîroz jî babetek din ji xeyret û himeta wan daye zanîn û ragihand: Her wextekê ku Îmamê mezin ferman dida ku xelk xwe bona berevaniyê amade bikin, gelek ji kargerên cewan û dîndar ku nanê wan yê şevê hema mabû ser karkirina wan û derhata wan a rojane , dîsa jî wekî besîcî diçûne bereyên şêr û bi mentiq digotin, gere ku herim û ji welat û sînorên xwe yên îslamî berevaniyê bikim ji ber ku eger dijmin ser welatê min bi desthilat be, ne ku nan belkî êdî tişt dê bo me nemîne.

Ser bawera Xîmdarê Komara îslamî ya Îranê Îmam Xumêyînî(RH) şehîdan cî û mewqiyekî taybet di nav welêt hene heta wê derê ku wî kerem kir ku şehîd çiraya rênimûniya mirovin.

Çaxê mirov dîroka welatan û civatên cîhanî berçav bigre dibîne ku gelek şer li welatên cîhanê qewimîne lê babeta sereke ku bûye sebeb şehîdên dewrana berevaniya pîroz wekî hemase bimînin û bona berevaniya ji axa Îranê li ber xwe bidin, berevaniya wan ji erzişên dînî bûye.

Dîroka inqilaba îslamî û rûpelên dêroka dewrana berevaniya pîroz tjî babetên erzişî û bawerî bûye û peyvên wekî şehadet û mêrxasî babetên hertimî û jibîr nebûyî di dîroka gelê Îranê daye ku kuta nabe û ew erzişên wiha dersên başin ji bo nivşên din ku helbet nakevin nav tu nêhrînekî siyasî yê li cîhanê.

Dewara destdirêjiya Sedam dîktatorê beisî ser axa îranê ji dewranên hertim mayî di dîroka gelê Îranê da bû, hemû hêzxurtên cîhanê pê hemû qudreta xwe piştevaniya Sedam dikirin ku hedefa vê alîkariya wan jî pêşbirina hedef û armancên wan yên neqanûnî li navçê bû û wan dixwestin ku Komara îslamî ya Îranê ku inqilabekî nû bû sernixûn bikin lê rastî evaye ku wan işkest xwarin û negihêştine hedefa xwe û tenê hegera işkesta wan jî rûyiyeta berevaniya ji erzişên dînî û besîcîbûna mêrxasên îranî bû û şehîdan canê xwe fîdayî van erzişan kirin.

Rêberê mezine inqilabê ji ber van nêhrînan li pişkek ji gotinên xweragirtina kermeta şehîdan ji wan şehîdên kargerî xwedanê erzişekî zêdetir daye zanîn ji ber ku ewna li hemû dewranên inqilabê, li sekinîna li hember grûpên terorîstî û dewrana berevaniya pîroz, karger bi xeyret û agehdarî li meydanê hazir bûn.

Maykêl Fîşêr li pişkek ji kitêba xwe ya Îran ji behsên mezhebî hetanî serketinê radigehîne: Alûgora ku li xelkê Îranê da çê bû ji ber çanda inqilabî bû ku serê axirê bûye sebeba serketina inqilabê.

Eva rastiyekî dîrokî ye û eger roja îro jî mêrxasên îranî wekî parêzvanên heremê li şerê dijî terorîstên DAIŞ`ê li Sûriyê şer dikin û şehîd dibin nîşanek ji viyaye ku erzişên wiha hîn jî wekî mêrata dewrana berevaniya pîroz li xelkê Îranê da zindî maye û kesên wekî şehîd Hucecî perwerdeyê medreseyekî wihane.

Ji ber viyaye ku Hezretê Ayetullah Uzma Xamineyî Rêberê Giranqedr ê Înqilaba Îslamî, bîranîna şehîdan li seranserî Îranê nîşana kerem û îradeya îlahî bona mayîna siya şehîdan li ser îranê daye dizane.

Rêberê Giranqedr ê Înqilaba Îslamî hizûra berbiçav a kargeran li berevaniya pîroz jî babetek din ji xeyret û himeta wan daye zanîn û ragihand: Her wextekê ku Îmamê mezin ferman dida ku xelk xwe bona berevaniyê amade bikin, gelek ji kargerên cewan û dîndar ku nanê wan yê şevê hema mabû ser karkirina wan û derhata wan a rojane , dîsa jî wekî besîcî diçûne bereyên şêr û bi mentiq digotin, gere ku herim û ji welat û sînorên xwe yên îslamî berevaniyê bikim ji ber ku eger dijmin ser welatê min bi desthilat be, ne ku nan belkî êdî tişt dê bo me nemîne.