Operasyona Xûteya Rojhilat û hegerên helwêstên welatên rojavayî li dijî Sûriyê
Artêşa Sûriyê li halekê pêncemîn roja operasyona xwe li Qûta rojhilat dişopîne ku welatên rojavayê ne tenê cardinê, tawanên caran li dijî nizama Sûriyê dubare dikin belkî xwestin ku bila Rûsiye û Komara Îslamî ya Îranê jî bersivê bidin.
Çima operasyona Qûta rojhilat giring e? Bê şik bersiva herî giring eva ye ku Qûta rojhilat ketiye derdora Şamê, paytexta Sûriyê.
Di rewşa niha, 106 km ji erdê 315 kîmûmêtrî ya Qûta rojhilat di kontrola komên çekdar de ye.
Cêyş Ul-Îslam sedî 42, bereya El-Nusrê sedî 27, Fîq El-Rehman sedî 25 û Ehrar Şam jî sedî 6 ê ev erdê 106 km li Qûta rojhilat xistine bin kontrola xwe.
Qûta rojhilat dawîn devera bin kontrola komên çekdar li nêzîkî Şamê ye. Ev kom ku li seranserê Sûriyê ketine ber zext û zorê, berdewam di navçeyên curbicur de işkstê dixwen, bi taybet ku li meha derbasbûyî , operasyonên berfireh li dijî xelkê sivîl li Qûta rojhilat cih anîn ku li encama wê bi sedan kes hatin kuştin an birîndar bûn. Komên çekdar ji ber nêzîkbûna Qûta rojhilat bo Şamê,dixwezin ku ji vê navçê ji bo zexta ser hikûmeta Sûriyê behrê wergirin.
Di vê barê de, Ehmed Monîr, şêwirmendê Wezareta Aşitiyê ya Sûriyê da zanînê ku kesên çekdar û alîgirên wan Qûteyê weke xala lawaziya Şamê û Sûriyê dizanin û hewl didin ev lawaziya hema wisa bimîne.
Ji ber vê rewşêm hin hêzên artêşa Sûriyê ku bin fermana sertîp Suhêyl El-Hesen de ne, bi armanca derxistina terorîstan ji derdora Şamê û rizgarkirina welatiyên sûrî ku li Qûta rojhilat ketine ber zext û zora komên terorîstî, operasyoneke berfireh destpê kirin. Destpêbûna vê operasyonê ku tê wateya paqijkirina derdora Şamê ji lepên terorîstan,rastî berteka berfireh a qawetên rojavayê li dijî hikûmeta Sûriyê hatiye. Serokwezîra Almanyayê, serokkomar û wezîrê karên derve yê Fransayê, îstifan Dê Mîstora, nûnerê sekreterê giştî yê Rêxistina Neteweyên Yekbûyî li karûbarên Sûriyê ji van keasyetiyan in ku tevî piştgiriya ji terorîstan û şermezarkirina operasyoan artêşa Sûriyê li Qûta rojhilat, ji Îran û Rûsiyê xwestin ku rewşê ji bo rawestandina vê operasyonê xweş bikin.
Lê pirs eva ye ku gelo çima welatên rojavayê îdia dikin ku Îran û Rûsiyê li vê operasyonê dest hene: Hegera vê îdiayê vedigere hevhatina 4 Gulana 2017`an li Astanê,paytexta Qezaqistanê ku sê welatên Îran, Rûsiye û Tirkiyê li bara agirbesê û navçên kêmkêşe yên çaralî li Sûriyê li hev kirin û ev sê welat wek welatên çavdêr û garantorê cihanîna vê hevhatinê hatin kişvkirin.
Niha hin hikimdarên rojavayî li halekê îdiaya berpirsiyariya Îran, Rûsiyê ji bo rawestandina operasyonê li Qûta rojhilat dikin ku li hevhatina 4 Gulana 2017`an komên terorîstî ji agirbesê hatin îstisnakirin.
Li operasyona vê dawiyê jî di rewşekê de ku artêşa Sûriyê komên terorîstî û endamên wan kirine hedef, welatên rojavayê bi propagendeya zav, îdiaya kuştina welatiyên sûrî dikin.
Li sala 2013`an jî dema ku artêşa Sûriyê bi operasyona li Qûta rojhilat hin beşên vê navçê ji lepên terorîstan azad kirin, qawetên rojavayê tev terorîstan û tev neyarên çekdar ên Sûriyê îdiaya êrişa kîmyawî ya artêşa Sûriyê bo vê navçê xistin rojevê.
Di vê çarçoveyê de, bi propagendeyên zav hewl dan ku rewşê ji bo êrişa eskerî ya Emerîkayê ser Sûriyê xweş bikin, lê serê axir, wer xûya dike bi hevhatina Waşengton û Moskowayê ji bo îmhakirian çekên kîmyayî li Sûriyê, kiryara eskerî li dijî vî welatî cih nehat. Lê niha rewşa meydanî li Sûriyê bi sala 2013`an re nayê qiyaskirin û nizama Sûriyê li hember neyaran, dijberan û komên terorîstî helwesteka eşkere baştir heye û hema ev helwêsta baş jî hegerk e ji bo helwêsta tund a neyaran, û qawetên rojavayê li dijî nizama Sûriyê.