Sibat 20, 2018 11:19 Asia/Tehran
  •  Li civîna  Valdayê ya Moskowayê, Îranê ser rêçareyên  navçeyî sekinî

Siyaseta derve ya Komara Îslamî ya Îranê, mudaxilenekirina li karûbarên biyaniyan û parastina mafê serwerî û yekperçetiya erdê welatên navçeyê ye.

 Muhemed Cewad Zerîf ,wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê roja duşemiyê li civîna  alûgorên  Rojhilata Navîn li Başgaha  Valdayê ya Moskowayê, bal kişand ser vê meselê ku çareserkirina qeyranên navçê bi taybet qeyrana Sûriyê hevcedarê pêngavên  siyasî ye û destnîşan kir: Eva ku Waşengton li Sûriyê hêzên  bi wekaletê bixebitîne, ji bo Emerîka û Navçeyê bi talûke ye.

 

  Îranê tim hewl daye ku ji bo qeyranên naveçê rêçareyên  siyasî peyda bike. Pêvajoya alûgorên li Sûriyê û Iraqê û serketinên ku li van du welatan li ware rawestana li ber DAIŞê û komên terorîstî hatine dest ji xwe berhema hevkariyeke  navçeyî ye ku  bi rola Îran û Rûsiyê û hin welatên  navçê hasil bûye lê tevî işkesta koma terorîstî ya DAIŞ`ê li Sûriye û Iraqê,  pirsgirêkên   ji ber terorîzmê hela hê hene û terrorist niha  li halê guhestina  li nêzîkî sînorên Îran û Rûsiyê bo bakurê Efxansitanê ne.

 Ev liv û tevger li çarçoveya  işkesta koma terorîstî û  istandina mehnê ji Emerîkayê bo mudaxila li navçê  bizanin ji ber ku  DAIŞ, pişkek ji liv û tevgera  bêewlehkirinê û parvekirina  navçê li çarçoveya  plana Rojhilata  Navînê ya Emerîkayê ji bo parastina  Îsraîlê ye lê Ev pîlana işkst xwar û muadileyên  navçê guherîn. Ev guherîna  stratejîk  nîşan dide ku sê kunca Emerîka, ERebistan û Îsarîlê li navçê nekêrhatî bûye.

 Muhemed Cewad Zerîf beriya  beşdariya li civîna Valdayê ya Moskowayê li civîna  ewlehiyê ya Monîxê bal kişand ser ketina balefira cengê ya Îsraîlê li çend rojan berî niha  û ev rastiya bi bîr xist ku  ustûreya  xurtbûn û işkestnexawrian  Îsarîlê, têk çûye.

 Enwer Işqî siyasetvan û generalê teqawûtbûyî yê artêşa Erebistanê wek berteka li hember îmhabûna balefira cengê ya F-16 ya Îsraîlê li Sûriyê di twîtera xwe de nivîsî:  Qanûnên  leyîzê li Rojhialta  Navîn naguherin.

 Sedullah Zariî, analîzorê meselên siyasî û rêveberê saziya  lêkolînê ya Endîşesazên  Nûrê armanca  berfirehkirina  terorîzmê ji aliyê welatên  mîna Emerîkayê guhertina  rewşa welatekî û  guhertina wê weke meydana  welatekî dagirkir  dizane û dibêje: Muzdaxila emerîkiyan li Iraqê û Efxanistanê û pêkanîna  komên terorîstî li van welatana , navçe rastî pirsgirêka rawestana li ber terorîzmê kiriye .

Zariî hegerên  kiryarên Emerîkayê li pêkanîna DAIŞ`ê û bereya El-Nusre û piştî wê, hin sloganên  li bara  pêwîstiya  guhertina   hikûmetên Sûriyê û Iraqê, bawer e: Emerîkî dixwezin bi van kiryaran, dewletên  xwe yên  dijber sernixûn bikin û ji aliyê din ve  jî rûvekeke  tund û tûj ji Îslamê nîşan bidin.

 Tecrube nîşan dide ku heya dema ku hewldaneka komî ji bo pêaknîna  aşitiya giştalî û ewlehiyê li navçê tinebe tim divê em şehedê pevçûn û nearamiyan  bibin.

 Muhemed Cewad Zerîf li twîtekê nivîsî ku peyama  Komara Îslamî ya Îranê li bara damezrandian  aşitî û aramiya navçê eşkere ye. An emê bi hev re bi ser kevin, an emê bi hev re bidorînin.