Sibat 12, 2018 19:45 Asia/Tehran
  • Rêberê giranqedir ê inqilabê qedrê gelê Îranê ji ber pişkdarîya berfire li meşa roja 22`yê Behmenê girt

Meşa seranserî ya gelê Îranê di salroja serketina inqilaba islamî ya Îranê de, pişkdarîyeke bêhempa û hilgirê peymanên cehanî bû.

Rêberê giranqedir ê inqilaba islamî ya Îranê şeva buhurî li peyamekê qedrê gelê Îranê ji ber pişkdarîya berfire û bicoş a li meşa roja 22`yê Behmenê (11`ê Sibatê) salvegera serketina inqilaba islamî ya Îranê girt.

Hezretê ayetulah Xaminêyî rêberê giranqedir ê inqilaba islamî li vê peyamê ragihand: Mezinatî û berfiretîya meşa gelê Îranê ku li gorî nêrîna kesên bi awayekî deqîq bala xwe danê, ji salên buhurî girseyîtir û pirrcoştir bû, bersiveke teqil û didanşikên li hemberî bîyanîyan, dijminan û kesên sistpeyman bû.

Wî bal kişand ser vîya ku dijmin anegorî fikra nivîşkan û batil a xwe têkildarî Îranê û îranîyan, hemî şîyan û hewildana xwe ya propagandeyî dabû ser vê yekê ku merasima roja 22`yê Behmenê ya îsal geş û pirrcoş nebe û heta veguhere meşeke dijî nizama Îranê, ragihand: Gelê Îranê li piratîkê zindîbûn û geşbûna inqilaba islamî ya Îranê da nav çavê dijminan û bi durişman û pişkdarîya berfire pêbendbûna li armanc û ramanên Îmam Xumêynîyê rehmetî xîmdarê Komara Islamî ya Îranê qîrîyan.

Gelê Îranê bi berxwedana kêmmînak a xwe mideha nêzî 40 salên buhurî de nîşan daye ku dikare li hemberî zorbêjîyên Amerîkayê raweste û hema ev berxwedana roja îro bûye palpiştek mehkem ji bo Nizama Komara Islamî ya Îranê. Gelê Îranê baş dizane ku Amerîka ji bo cebirandina işkestên xwe di warê qeyrana têrorîsmê û dagirkerîya DAIŞ`ê li Sûrîyê de bi berfiretî hewil dide Îranê tenê bihêle û li asta navnetewî bixe ber zext û zorê lê tu wexta ser nakeve û hegera vê işkestê jî amadebûna şorêşgêrane û li gorî zanebûnê ya gel li meydanên hestyar ên wek meşa roja 22`yê Behmenê ye.

Ev zanebûn mideha 40 salên buhurî yên jîyana Nizama Komara Islamî ya Îranê û li meydana dijî komployên Amerîkayê de bi dest ketîye. Lewma gelê Îranê îsal jî bi pişkdarîya berfire li meşa roja 22`yê Behmenê careka din hêrsbûn û bêzarîya xwe li hemberî kiryarên zorbêjane yên Amerîkayê ragihand û pêgirî li ser piştgirîya teqil ji serketinên ciwanên îranî di warên zanist, têknolojî û pêşeyên pêşîlêgirtinê yên berevanî û mûşekî de kir. Ev pêgirîya nîşan dide ku gelê Îranê têkildarî meseleyên hestyar û kilîdî tam hişyar û agah e û ti wexta rê nade alîyên xalifî iqtidar û şîyanên Nizama Komara Islamî ya Îranê sist bikin. Ezmûna nêzîkî nîv qurnî nîşan dide ku Amerîka bi destwerdanên berdewam sedema bêewlehîtî û qeyranê bûye û bi kiryarên gêresaz bi dû serdestîxwazî û seratirbûn û serdestîya jêopoltîk li navçê ye. Di vê çarçovê de, armanca Amerîkayê û hin welatên ewropî pêkanîna cureke hevsengîyê di navbera parastina rêketinama navokî ya Îranê û Koma 5+1`ê û vekirina hevgav a derîyê muzakirê têkildarî meseelyên ku welatên rojavayî li bara bernama mûşekî û berevanîyê ya Îranê hilêdixin de ye û ew şîyana mûşekî ya Îranê wek gefekê didin nîşandayînê.

Gelê Îranê bi pişkdarîya berfire li meşa roja 22`yê Behmenê di rastîyê de bersiveke mehkem li hemberî gef û xeyalên pûç ên Qesra Sipî da û hêza nerm a xwe da nav çavê dijminan. Li gorî teybîra rêberê giranqedir ê inqilabê, vîyan û haydarîya gelê Îranê, bûyereke mezin û balkêş û matmayîkir pêk anî û qêrîna gelê Îranê dijmin paşda dibe û vîyana mehkem a gelê Îranê muadileyên şaş ên dijminan aloz dike.